Watedariya Hin Hevalkarên Cihî Li Gora Paşgirên Pêvebestî
Wek :
– Zînê pirtûk danî ser maseyê
– Pirtûk ket bin maseyê
– Çivîk çûn nav daran
Bo vê têkiliya di navbera van navan û bûyerên karan de , navê “hevalkar”li wan bûye
Ji hêla zayendê (nêr û mê) ve jî , ev hevalkar , digel ku zêderên (veqetandekên) nêrînî û mêyînî “ê , a”digihêjin wan jî ,lê ne rasteza ne . Anku , ne nêr û mêyên rasteqîne ne
Wateya hevalkarên cihî li gora şêwazê bikaranîna wan di pêvajoya hevokan de berçav dibe . Em dizanin ku hevalkarên cihî di raweya xwe ya resen de rût (bê paşpirtik) jî tên xebitandin .
wek :
– Ez dûr çûm
– Rizgarî ji me ve nêzîk dibe
– Penaberên me ber bi rojava ve diçin
Lê ku paşpirtik (paşgir) bigihêjin hevalkaran , hingê wateyên wan , li gora cor û celebên paşpirtikan tên guhertin .
1- Ev zêder •veqetandek “ê ,a ,ên”di raweya palvedanê[2] de digihêjin navdêran , zayend û jimara wan destnîşan dikin .
Vêca ku ev zêder bigihêjin hevalkarên cihî , wan jî dixin rêza navdêran . Hingê wateyên wan ji navdêriya wan berçav dibin , anku weku navên asayî tên xebitandin .
Nimûne :
-Rojhilat : Rojhilata Navîn zengîn e
(herêma rojhilata navîn . . .)
-Başûr : Başûrê Mezin rizgar dibe
( parçeyê başûr ji Kurdistanê)
-Bakur : Bakurê me raperiyayî ye
( welatê me yê bakur . . .)
-Jor : Mizgeft li jora gund e
( mizgeft li tara ser gund re ye)
-Rojava : Kurdên Rojavayê welêt şiyar in
(kurdên parçeyê rojavayê welêt . .)
Di van mînakan de hevalkarên (rojhilat , başûr ,bakur , jêr , rojava) , bi sedema zêderan , bi wateya navên cîgehan tên xebitandin .
2- Paşpirtika “î”jî , di raweya palvedanê de , digihêje hevalkarên cihî , bêyî ku watedariya wan a hevalkarî bê guhertin . Anku , wateyên wan ên cihî wek (hêl ,alî , rex , layî . . ) tenê destnîşan dikin .
Nimûne :
-Rojhilat : Duhok rojhilatî Qamişlokê ye
( Duhok li hêla rojhilatî Qamişlokê ye)
-Başûr : Başûrî gundê me qadeke beyar e
( beyar li aliyê gund ê başûr e )
-Bakur : Em ê herin bakurî bajêr
( em ê herin hêla bakurî bajêr )
-Jêr : Seyrangeha me li jêrî gund e
( seyrangeh li aliyê gund ê xwarê ye )
– Rojava : Pezê we li rojavayî çiyê diçêre
(pezê we li rexê çiyê yê rojava diçêre)
Diyar e ku hevalkar di van mînakan de bi wateya (hêlekê , rexekî , aliyekî , layekî . . .) hatine , ne weku navekî asayî .
têveliya di navbera watedariya navdêr û hevalkarê cihî de hûr e , gelek caran tevhevî di navbera wan de peyda dibe . Bo zelalkirina her dû wateyan , em ê , di van mînakên jêrîn de , wan beranberî hev bikin :
Navdêr Hevalkarê Cihî
– Rojhilata me … (herêm ..) Rojhilatî me … (hêl/ alî …)
– Başûrê me … (parçe ..) Başûrî me …(= / = )
– Rojavayê me …(welat …) Rojavayî me … (= =)
– Bakurê me …(= =) Bakurî me … (= •=)
– . . . .
Têbînî
Ne hemû hevalkarên cihî , di warê kiryarî de , bi van her dû şêwaz û wateyan bikar tên , lê ku hatin xebitandin , hingê wateyên wan li gora pêvajoya hevokên wan destnîşan dibin .
Nimûne :
1- Bakurê dil : Xoşewîstê dil , ê bakur
– Bakurî dil : Hêla dil , a bakur
2- Dûrê min : kesê min ê dûr
-Dûrî min ket : ji min dûr ket
3- Li Başûrê me (li welatê me yê başûr)
-Li başûrî me : (li hêla me ya başûr)
-……ê
Navê berkar ( berkarî)
Navê berkar (berkarî navekî dariştî ye , ji karên derhingêv tenê tê dariştin . Ev nav wateya bûyereke qewimî bi xwe ve digire û di pêvajoya hevokê de weku hevalnavekî (rengdêrekî) rewşa wê bûyerê bi ser rewûdarê berî xwe ve berdide .
Wek :
1– Reşo goşt biraşt
2– Goşt biraştî ye (hatiye biraştin)
Di hevoka (2)ê de bêjeya ” biraştî) navê berkar e .
Ev nav di pêvajoya hevokê de bi van diyardeyan berçav dibe :
a–Navekî dariştî ye , ji karê “biraştin”saz bûye .
b–Li gel ku nav e jî , wateya karê “biraşt-biraştin”bi xwe ve digire û dibe hevalnav (rengdêr) , rewşa navê berî xwe “goşt”diyar dike :
– Ev goşt biraştî ye .
– Reşo goştêbiraştî dixwe .
Navê berkar ji binyata dema borî ya karê derhingêv (têper) û paşgira “î”pêk tê , anku : – ( binyata karê borî + paşgira “î”= navê berkar )
Wek :
jêder binyata borî navê berkar
– Kuştin kuşt kuştî
– Raxistin raxist raxistî
– Çandin çand çandî
Berkar û navê berkar ji hev cuda ne .
Em dikarin wê cudahiyê di van xalên jêrîn de bipelînin :
– ji hêla binesaziyê ve , berkar dibe ku navek ji her celebê navan be (pendî , nependî ,dariştî , ne dariştî , bernas , giştî . . .) yan cînav be .
Wek :
– Min pirtûk da Zînê
– Ez Te dinasim
– Kê girtiyên zindanan berdan ?
Lê navê berkar navekî dariştî ye , ji karên derhingêv û paşgira “î”tenê saz dibe .
– ji hêla erk û rolê ve jî , berkar ew nav e (yan cînav e) yê ku bûyera karê derhingêv lê dibe . Lê navê berkar di reseniya erkê xwe de , hevalnav (rengdêr) e .
Hindek caran navê rewşdar1 ji hevokê tê avêtin û hevalnavê wî cihê wî digire .
Wek :
1– Mirovekî girtî hat berdan
( Girtiyek hat berdan)
2– Min mirovekî girtî xelat kir
( Min girtiyek xelat kir )
Di hevoka yekê de navê ” mirovekî”kara ye . Dema ku ev nav hat avêtin hevalnavê wî ” girtî”li şûna wî bûye kara . Di hevoka duwê de jî , navê “mirovekî”berkar e . Dema ew jî hat avêtin hevalnavê wî jî “girtî”li cihê wî bûye berkar .
Me berî nuha gotibû , ku corek ji “navê kara”weku “navê berkar”bi alîkariya paşgira “î”saz dibe . Ev “î”li dawiya wan herdu navan tê nivîsîn , wek “Azad ketî ye”û “Azad girtî ye”2 .Gelek caran bi egera vê “î”yê , tevheviyek di navbera “navê kara”û”navê berkar”de peyda dibe . Bo zelalkirina vê kêşeyê , gerek em di bîra xwe de bînin , ku navê kara ji binyata borî , ya karê nederhingêv û paşgira “î”saz dibe .
Wek :
– Azad ketî ye
– Baran bariyayî ye
Lê navê berkar ji binyata borî[ ya karê derhingêv û paşgira “î” saz dibe wek :
– Azad girt , ye
– Berx serjêkirîye
Li gora vê pîvanê jî , em dikarin “navê kara”û”navê berkar”di pêvajoya guhertina yek hevokê de ji hev binasin .
Wek :
1– Çavên mirîşka Fatê Rijiyane
( Çavên mirîşka Fatê rijiyayî ne (navê kara)
2– Fatê çavên mirîşka xwe rijandine
( çavên mirîşka Fatê rijandî ne (navê Berkar)
(1) Navê rewşdar ew nav e , yê ku hevalnav (rengdêr) pê ve girêdayî ye û rewşa wî diyar dike .
Wek :
( Gula sor [ dergehê girtî) ]
(2) Azad hatî ye : (hatî) navê kara ye ( )
Azad girtî ye : (girtî) navê berkar e ( )
Bi wê rêpîvana dariştina navê berkar , ku ji binyata dema borî , ya karên derhingêv û
Paşgira “î”durist dibe . Ew nav ji her sê corên karên derhingêv (xwerû , dariştî , û lêkdayî) pêk tê .
Nimûne :
1– Karên xwerû :
jêder binyata borî navê Berkar
– Şandin şand şandî
– Xistin xist xistî
– Bihîstin bihîst bihîstî
– Çandin çand çandî
– Sotin sot sotî
– Çinîn çinî çinîyî
– Dotin dot dotî
– Firotin (firoştin) firot firotî
– Guhestin guhest guhestî
– Kuştin kuşt kuştî
– . . . . . . . . . . . . . .
2– Karên dariştî :
jêder binyata borî navê Berkar
– Ragirtin ragirt ragirtî
– Rakirin rakir rakirî
– Daxistin daxist daxistî
– Vekirin vekir vekirî
– Vedan veda vedayî
– Dahîştin dahîşt dahîştî
– Rûkirin rûkir rûkirî
– Rûdan rûda rûdayî
– Vekişandin vekişand vekişandî
– . . . . . . .
3– Karên Lêkdayî :
jêder binyata borî navê Berkar
– Pêxistin pêxist pêxistî
– Têdan têda têdayî
– Têvedan têveda têvedayî
– Sorkirin sor–kir sorkirî
– Binpêkirin binpêkir binpêkirî
– Çavşikandin çav–şikand çavşikandî
– Destjêkirin dest–jêkir destjêkirî
– Rastkirin rast–kir rastkirî
– Pêvedan pêveda pêvedayî
– Avdan avda avdayî
– . . . . . . . .
Diyar e , ku ji hêla wateyê ve , navê berkar têgeha raweya karê nediyar (nepenî) berçav dike .
Wek :
1– Şêro berxê xwe serjêkiriye
2– Berxê Şêro hatiye serjêkirin
3– Berxê Şêro serjêkirî ye
Bi wê pîvanê jî em dikarin bibêjin :
– Hatiye kuştin = kuştî ye
– Hatiye revandin = revandî ye
– Hatiye belavkirin = belavkirî ye
Lê ji hêla teşe û ruxsarê ve , berçav e , ku raweya her du mijaran bi paşgira “î”yê digihêjin hev , lê :
– Navê kara ji karên nederhingêv saz dibe (reviyayî)
– Navê berkar ji karên derhingêv saz dibe (revandî)
Me ev mijar di pirtûka “kar”de belav kiriye , lê ji ber ku pirrê caran tevhevî3 di navbera “navê berkar”û “karê dema boriya sergihayî”de peyda dibe me ev mijar careke dî dûbare kiriye .
Ji hêla rastnivîsê ve jî her dû mijar ji hev cuda ne .
– Di nivîsîna karê boriya sergihayî de paşkok “e , ye”bi kar ve tê nivîsîn :
Wek :
– Te name nivîsîye (nivîsiye)
– Min pirtûk xwendiye
– Wî mar kuştiye
– Di nivîsîna navê berkar de ew paûkok cuda tê nivîsîn :
Wek :
– Name nivîsî ye ( hatiye nivîsîn )
– Pirtûk xwendî ye ( hatiye xwendin )
– Mar kuştî ye ( hatiye kuştin)
Paşkokên kesanî yên dîtir jî wisan tên nivîsîn :
boriya sergihayî navê berkarî
– Min hûn vexwendine hûn vexwendî ne
– Min tu jî vexwendiyî tu jî vexwendî yî
– Wan ez vexwendime ez vexwendî me
– . . . . . . . . . . . . . .