Beşekî kurt ji bîranînên min bı Mihemed Şêxo û Aramê Dîkran re

 Konê Reş
 
Di sala 1965an de, dema ku ez di sinifê heftan de bûm, hunermend Mihemed Şêxo jî di eynî dibistana Elerûba de dixwend û her wiha hunermend Aramê Dîkran jî. Hingê destpêka Mihemed Şêxo û lêdana tembûrê bû. Lê Aramê Dîkran hem bi temenê xwe û hem bi hunermendiya xwe jê mezintir bû û di nav xelkên Qamişlo de naskirî bû. Wî ahengên dîlan û şevbuhêrkan xweş dikir.. Lê Mihemed Şêxo nû dabû ser rê.. Gelek caran Aram û Mihemed Şêxo di hewşa dibistanê de qerfên xwe bi hev dikirin.. Carekê ji bo berçavka Mihemed Şêxo her yekî ji me qutabiyên dibistanê 5 qirûş an 10 qirûş, wek alîkarî ji bo berçavka wî dane hev..

Di sala 1966an gelek ji hevalên me yên Ermenî di gel malbatên xwe çûn Hayistanê. Wê salê de Aram jî di nav wan de ji Qamişlo barkir û çû.. Xweş li bîra min e, cihê ku lê kombûn û li otobusan siwar bûn başûrî dibistanê bû bi dor sed gavekî.. Hingî em qutabiyên dibistanê çûn, me li xatirxwestina wan Ermeniyan temaşe dikir.. Dor 10 otobus li pey hev rêz bûn, ermenî bi malbatî li wan siwar dibûn; kal, pîr, jin û zarok, xatir ji hev dixwestin û digiriyan.. Me di pirsî, wê herin kû? Digotin wê di rêka bendera Laziqiyê re, bi gemiyan herin Hayistan.. Me nizanîbû Hayistan çiye.. Digotin Hayistan Ermenistan e..
Di vê biwarê de dikarim bibêjim ku piştî çûna ermeniyan a Ermenistanê, çûn û reva Cihûyan a Israîlstanê û çûna Siryaniyan ber bi bajarê Heleb, Şam, Humis û Beyrûtê ve, pêşketina bajarê Qamişlo di gelek waran de di cihê xwe de rawestiya… Her wiha di wan salan de jî kurdên Beriya Mêrdînê bi pirbûn malên xwe anîn Qamişlo û ketin şûna wan de. Vê paşiyê jî hin ji erebên êla Tey malên xwe anîn Qamişlo di başûrî bajêr de taxek ji xwe re ava kirin bi navê Taxa Tey.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…