Firînaz ji banga Qazî ye

Nizar Yosif

Serhildanên Rojhilatê kurdistanê nûşek
taybet hene,ji ber ku rojbûna yekemîn partiyên kurdî(PDK) û
yekemîn Komar li Mahabadê damerizîne,yekemîn Serok
(Qazî Mihemed)bi fort û serbilindayî li pêşber gelê kurdistanê
axifiye û soz daye û di ber wê soz û armancê de bi darve bîye.
Xwepêşandan
ji pîroziyên van nirxan têne der, ew wateyên van xalanin.
Îroj li cîhanê her
kurdek helwesta xwe ya aza dide nîşan,di meşan de zora bindestiyê pirotest
dikin,li dij paşverotiya melayan û ne mirovaya wan û nepejirandina dagîrkirina
kurdistanê tînin zimên.  

Firînaz Xusrewî banga darvekirinê ye,hêrsa kelandina janên
gele,hawara netewê ye ji nîrê sitemkariyê, berdewamiya jenandina giyanê Qazî
Mihemed û hevalên wîne.
Serhildanên gel li rojholatê kurdistanê,hêrsên
xwepêşandanan,bersiva sêpiyên darvekirinên meydana çarçirane û werîsê rojane li
gerdenên ciwanên kurd têne badan û dev bi ken ji bû dozê diçin sucdeya
şehîdbûnê.
Ew teqîna volkana kelandina birhên xwînê ye, ji gewdeyên aramkêşan
tête der,ev hewldan ya dîtina mifteyê ye, ji bû vekirina xelekên deriyê Komara
Mehabadê.Bi vê helwestê, hêrsa mêrxasan,xwedanên bi axê ve girêdayî, dilên
serokên xwe yên nemir Qazî Mihemed û Qasimlo û Şerefkendî,xwîna
kurdayetî berdidinê û dijenînin.
Di hundirê her kurdekî netew xwaz de giyanê
wan lêdidin,ji wan re di bêjin warê we ne xewle ye,ne xewlegehe.Ew xewna
nîvişkan bûyî ji bîr nabe,em di xewnên xwe yên hişyar de, bi şabîn pê diramin û
pê di pûnijin.
Firînaz Xusrewî bersiva hilgivaştin û
zorlêdana li ser jinê û netewê ye, misogiriya parastina naûsê ye,wane ye ji
hovîtî û gemara ruhdirêjan re,ne pejirandina pistûriyê
ye.
Firînaz şîret û xîreta kurdîtiyê ye,rêdana hevgirtin û
piştgirtinê ye, komkirin û gihandina dengên kurdistanxwazane,nîşan û sazimana
mirovatiyê ye.
Wateya Firînaz ê dadeweriye,erkê kurdayetiyê
ye,guhertin û rizgariye.
Em jî kurdistanîne gotina Qazî Mihemed dubare
dikin: Kurdistan yeke nabe çar,,,,,:

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…