Ji Evîna Rojên Kevin -21-

Konê Reş

Bi çûna Qamişlo re ji bo xwendinê û li gor şîretên mamostayê me yê zimanê erebî, min dest bi xwendina pirtûkan kir û deriyê xwendina derî xwendina dibistanê, li ber min vebû. Hingê ji pirtûkên pêşî yên ku min xwendin pirtûka (Roj) a Taha Husên, (Vegera Can) a Tewfîq Alhekîm, (Qûm û Kef) a Cibran Xelîl Cibran û wiha gelek pirtûkên din min dixwendin.. Ez bi xwendina wan re rehet û kêfxweş dibûm û diçûm dinyake din..

Bi demê re hewesa xwendina pirtûkan bi min re şêrîn û gur bû û min dest bi xwendina romanan kir. Nexasim ew romanên ku nivîskarên Misriyan dinivîsandin wek: Mihemed Abdulhelîm Abdullah û romanên wî; (Bêjî, û Piştî Roj Çû Ava..), Necîb Mehfûz û romanên wî; (Zarokên Taxa Me, Destpêk û Dawî, Xana Xelîlî û yên mayî..) Hem jî min romanên Circî Zêdan yên li ser lehengên ereban bûn, û yên Îhsan Abduqidos dixwendin. Ji bilî wan jî, min dîwanên helbestan dixwendin.
Bi derbasbûna demê re, di nav roj, meh û salan de, asoyê zanîna min û serwextiya min ber firehtir bû, min jî berê xwe da xwendina romanên biyaniyan, ewên ku hatibûn wergerandin zimanê erebî wek: (Çîroka Du Bajaran û Olîver Tiwîst) yên Tişarliz Dîkinz romannivîsê Ingilîzî. (Yên Perîşan û Qopê Noterdam) yên Vîktor Hîgo, romannivîsê Fransî. (Dê) a Maksîm Gorkî, (Şer û Aştî) a Lîv Tolistoy, (Du Jin) a Alberto Moravya, (Xerîb) a Albêr Kamo, (Berfa Kalîmancaro û Kalemêr û Derya) yên Arnist Homengwayî û hin din.. Wiha, vê paşiyê min tev romanên Arnist Homengwayî xwendin û kêfa min jêre hat.. Ta niha bûyerên pirraniya van romanan di bîra min de ne. Belê vê paşiyê jî, bi xwendina romanên Abdulrehman Mûnîf wek; (Rojhilata Navîn û Gundên Xwê) û romanên Hina Mînê wek (Yatir) min xwe rehet didît..
Di nav xwendina van romanan de, eger pirtûkek li dor Kurd û Kurdistanê bi dest min keta, wek tîkî ku here ser avê, di derhal de min dixwend. An min bibihîsta ku pirtûkek li dor kêşeya gelê min li cem yekî dost heye, dêrekt min xwe digîhandê û jê dixwest ..
Di wan heyaman de ne tenê zimanê Kurdî qedexe bû, belê tev nivîsên bi zimanê erebî jî, ku gotina Kurd û Kurdistanê di wan de derbas dibû qedexe bû. Vêca te min pirtûkek li dor kêşeya gelê xwe peyda dikir, min sed dijwarî didîtin.
Di baweriya min de, pirtûka pêşî a ku min bi zimanê erebî li dor kêşeya Kurd û Kurdistanê xwendiye a Mihemed Emîn Zekê Beg bû, di pey re a Basîl Nikatîn ewa bi navê (Kurd) bû û vê paşiyê min a Wîlyam Îxîlton (Komara Mehabad) û a Dana Ademz Şimids (Geştek ji bo Mêrxasên Leheng li Kurdistanê) peyda kirin û xwendin..
Di wan salan de çend carekî min hewilda ku wan pirtûkên qab sor jî bixwînim, lê neketin serê min de û min nikarîbû wan bixwînim, bêtir kêfa min ji xwendina romanên Misriyan, Ewropiyan û Amerîkiyan re dihat.. Di nav xwendina wan romanan de jî, min bi berdewamî kovar û rojnameyên erebî dixwendin, nexasim kovara (Alarabî), ewa ku dewleta kuwêt diweşand.. Û wiha bingehê pirtûkzaneya min hat danîn..

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...