-Dostê te ezim
-Tu dostê min î
-Azad dostê me ye
-Em dostîn hev in
Ev paşkok li pey karan jî bikar tên , lê herî bi nav û cînavan ve girêdayî ne , çi ew nav û cînav di hevokan de kara (kirde) bin , wek :
-Ez diçim xwendingeh .
-Tu jî li malê dimînî
Yan jî berkar bin , wek :
-Min hûn dîtin
-We ez dîtim
Ji van nimûne û mînakên derbasbûyî tevan tê zanîn ku ev pirtik (im ,î ,e ,in) ne cînav in , ne karê “bûn”ê di dema nuha de ne jî . Bi baweriya min ew paşkokên nav û cînavên raweya rast (bê tewang) in . Anku , peyrewên wan ên pabendî (lazimî) ne . Ew nav û cînav li kû bikar bên ev paşkok jî li pey wan bikar tên .
Li dawiya danasîna van paşkokan pirseke giring raberî me radiweste :
-Eger ev (im ,î ,e ,in) paşkokên nav û cînavan bin , vêca karê “bûn”di dema nuha de li kû dimîne ?!
Em dizanin ku “bûn”di demên borî , paşeroj û raweya fermanî de diyar û berçav e , wek :
-Ez dostê we bûm (borî)
-Ez ê dostê we bim (paşeroj)
-Dost be , bin (fermanî)
Lê di dema nuha de têgeha karê “bûn”bi paşkoka (im) tê rojevê , wek :
-Nuha jî dostê we ez im
Pirs xwe dûbare dike : Eger ev (im) ne “bûn”be , gelo ev pêjina karê “bûn”di dema nuha de , ji kû , yan ji çi hatiye ?! Pirseke rast û rewa ye . Lê sê rastiyên bersivdanê , beranberî pirsê li dar in :
1- Ev (im) ne kar . “bûn”ê ye .
2- Tîpek tenê jî , ji binesaziya karê “bûn”di hevokê de nîne .
3- Pêjina “bûn”a dema nuha ji hevokê tê
Çawa “bûn”nîne û di heman dem de pêjina wî heye ?!
Ma ev dibe ?!
Ji xwe ev e kêşeya vê “bûn”a rêzder . Bi egera vê kêşeya aloz jî nûrînên zimanzanan , derbarî danasîna wê , ne yeksan in !
Em dizanin ku hevoka navdarî di zimanên Hindo-Ewropî de nîne , lê derbirîneke navdarî heye , wek (ka birayê te ?)
Zimanê Kurdî jî yek ji zimanên Hindo-Ewropî ye .
Vêca ku ev (im ,î ,e ,in) paşkokên nav û cînavan bin (bêyî ku girêdaneke wan bi jêdereke bûyerî ve hebe) , divê em mukir bên ku hevoka navdarî di zimanê me de heye û ev hevok (ez şagirt im) hevokeke navdarî ye . Ev jî arîşeyeke dîtir e ,vederî hevoksaziya zimanên Hindo-Ewropî ye .
Bi baweriya min , hemû hevokên zimanê kurdî kardarî (lêkerî) ne , Kêşeya hevokên van paşkokan jî bi van mînakên jêrîn ronî dibe :
1-Ez ji te bawer dikim
={ez ji te bawer (…) im}
=ez ji te bawer im
2-Tu bi min bawer dibî
= {tu bi min bawer (…)î}
= tu bi mi bawer î
3-Ew cihê baweriya min digire
= {ew cihê baweriya min (…) e}
= ew cihê baweriya min e
Di van her sê mînakan de paşkokên (im ,î ,e) bi karên dema nuha (dik… , dib… , digir…) vehatine xebitandin , lê ew peyrewên cînavên (ez , tu , ew) û pêgirên wan in . Dema ku ew her sê kar hatin avêtin , paşkok li şûna wan man û pêjina dem û bûyerên wan bi xwe ve girtin . Loma em dibêjin , pêjina bûyereke nepen di dema nuha de ji hevokên van paşkokan tê . Bi vê egerê jî , pirraniya şarezayên zimên guman dikin ku ev paşkok karê”bûn”ê di dema nuha de ne .
Di zimanê Farisî de karê “bûden”beranberî karê “bûn”di dema borî de bikar tê:
Kurdî Farisî
– Ez şagirt bûm – Men şagird bûdem
– Tu şagirt bûyî – To şagird bûdî
– ew şagirt bû – Ûşagird bûd şûna “bûden”karê “hesten”bikar tê :
Kurdî Farisî
– Ez şagirt – im – Men şagird hest- em
– Tu şagirt -î – To şagird hest-î
– Ew şagirt- e – Û şagird hest …
Carinan jî karê “hesten” bi egera sivikbûnê tê avêtin û hevok bi vî şêweyî tê xebitandin :
– Men şagird (… .) em = men şagird – em
– To şagird (…) î = to şagird
– …
Di zimanê Kurdî de jî , ez bawer dikim ku karê “bûn”di dema nuha de , li dirêjahiya demê , hatiye avêtin û paşkokên nav û cînavan (weku şûnmayên “bûn”a avêtî) li pey pêvebir (pêxistî) man e :
– Ez şagirt (dib-im) = ez şagirt … im
– Tu şagirt (dib – î) = tu şagirt …î
– Ew şagirt (dib-e) = ew şagirt … e
– Em şagirt (dib-in) = em şagirt …in
– Hûn şagirt (dib-in) = hûn şagirt …in
– Ew şagirt (dib -in) = ew şagirt …in
em dizanin ku her zimanek taybetmendiyên wî hene û zimanê Kurdî li yê Farisî jî nayê pîvan . Lê di vê xala rêzimanî de her dû ziman nêzî hev dibin , digel ku di Farisî de hevoka karê girêdanê (hesten) , hevokeke navdêrî ye , lê hevoka kurdî (ez şagirt im) , hevokeke kardarî (lêkerî) ye . (Bi egera karê avêtî , ku ew jî “bûn”e) .
Di zimanê me de karê “hebûn”lêkdayî ye , ji binyata karê “heyîn”, ku (he) ye û “bûn”a rêzder pêk hatiye .
De ka em binêrin , çawa ev karê lêkdayî bikar t . :
– Dema borî : Hespekî min hebş
– Dema nuha : Hespekî min he…ye = heye
Diyar e ku di dema nuha de “bûn”ji “hebûn”a lêkdayî jî tê avêtin ,wekî ku “bûn”a xwerû ji hevoka (ez şagirt . . .im) hatiye avêtin !
hebûna van paşkokan (im ,î ,e , in) sê erkên watedarî pêk tînin :
1- Heyîn û kiryariya wan nav û cînavên ku bi wan ve girêdayî tekez dikin :
-Ez hatim
-Azad mamoste ye
Dema ku cînav bi egera sivikbûnê tê avêtin , paşkok hebûna wî tekez dike :
– Tu çi karî dikî ?
– … mamoste me !
2- Jimara nav û cînavên ku bi wan ve girêdayî
Destnîşan dikin :
– Ev mirov mêvan e (yek mirov)
– Ev mirov mêvan in (gelek mirov )
3- Gava karê “bûn”di dema nuha de tê avêtin jî paşkok pêjina dema nuha û bûyeran destnîşan dikin :
a- Em karmend bûn
( bûyera karmendiyê di dema borî de)
b- Hîn jî em karmend in
( bûyera karmendiyê di dema nuha de)
c- Em ê karmend bin .
(bûyera karmendiyê di dema paşê)
Paşgira “andin”vederî pîvanê gihiştiye hin karan
Digel ku kar û xebateke pêdivî ji zimanê Kurdî re nebûye jî , ev ziman bi rêzik û destûrên rast û rewa , li gora rêpîvanên durist gihiştiye me , bêjesazî û derbirînên awarte tê de kêm in . Ev jî yek ji girovên[1] resenî û jîndariya zimanê me ye ku heta nuha jî xwe bi wê reseniyê parastiye .
Yek ji wan bêjesaziyên rêzder (awarte) diyardeya wan karên ku paşgira “andin”bi şêweyekî gelêrî gihiştiye wan û bi wî şêweyî jî bikar tên .
Em dizanin ku kar di zimanê Kurdî de , ji hêla hêzê ve , dû beş in :
-Karên derhingêv (têper) .
-Karên nederhingêv (têneper) .
1- Karên derhingêv ew kar in ên ku bûyerên wan dihingivin berkarên rasteder (rastewxo) . Anku , hevokên karên derhingêv bêyî berkarên rasteder sergihayî (temam) nabin , wek karên : (Xwarin , xwendin , girtin , kuştin , birin , bihîstin , dan , berdan , dirûn , parastin , givaştin…)
Mînak :
– Şagirtan sêv xwarin
– Zînê pirtûk xwend
– Em ê zimanê xwe biparêzin
– …… .
Di van mînakan de karên “xwarin , xwend , biparêzin”derhingêv in . Ev kar hingivîne berkarên xwe yên rasteder
“sêv , pirtûk , ziman”. Wateyên van hevokan bêyî berkarên rasteder sergihayî nabin
-Şagirtan (…) xwar ( çi xwarin ?)
-Zînê (…) xwend (çi xwend ?)
-Em ê (…) biparêzin (çi biparêzin ?)
Lê eger berkarên rasteder ji pêvajoya hevokan bên nasîn , hingê durist e ku em berkaran binav nekin .
Wek :
– Xwezî te jî ev pirtûk bixwenda !
– Min xwendiye .
Anku , min (ev pirtûk) xwendiye .
2- Karên nederhingêv jî ew kar in , ên ku hevokên wan bêyî berkarên rasteder sergihayî dibin . Anku , ev kar berkarên rasteder naxwazin , wek (çûn , hatin , bûn , rabûn , ketin , daketin , revîn , bezîn , kenîn … . .) .
– Ez çûm gulistanê
– Azad ji dibistanê hat
– Çima Zîn dikene ?
– ……
Di zimanê Kurdî de karên nederhingêv bi dû şêwazan dibin derhingêv :
a- Bûyerên hinek karên nederhingêv (ne hemû) bi
karinî derhingêv pêk tên .
Wek :
Nederhingêv Derhingêv
– Man Hîştin
– Ketin Xistin
– Daketin Daxistin
– Bûn Kirin
– Rabûn Rakirin
– Hatin Anîn (înan)
– Çûn Birin , şandin
– …… .
b- Bi alîkariya paşgira “andin”. Ev paşgir digihêje binyata dema nuha , ya karên nederhingêv û wan karan dike karinî derhingêv .
Wek :
Nederhingêv Binyat Derhingêv
– Mirin mir… mirandin
– Kenîn ken… kenandin
– Bezîn bez… bezandin
– Livîn liv… livandin
– Gerîn ger… gerandin
– Hejîn[2] hej… hejandin
Ji van mînakan tê zanîn ku erk û cihê paşgira “andin”ew e ku digihêje dawiya binyata (regê) karên nederhingêv û wan dike derhingêv .
Nimûne :
Nederhingêv Derhingêv
– Mirîşk mir Fatê mirîşk mirand
– Zîn kenî (keniya) Min Zîn kenand
– Dijmin bezî Şervên dijmin bezandin
– Ew reviya Te ew revand
Lê ku kar bixwe derhingêv be , anku , bêyî “andin”ê derhingêv be , wek (xwarin , dan… .) .
-Karkeran sêv xwarin
-Zînê pirtûk daye min
hingê pêdivî bi “andin”ê nîne , Anku , paşgira “andin”nagihêje wan karên derhingêv .
Li ber ronahiya van mînakan em ê li ser karê “nivîsandin”, wek nimûne , rawestin :
– Karê “nivîsandin”karekî dariştî ye , ji binyata karê “nivîsîn”ku “nivîs”e û paşgira “andin”pêk hatiye “nivîs +andin = nivîsandin ) .
– “Nivîsîn”karekî xwerû (sade) ye , derhingêv e , bêyî paşgira “andin”berkarê rasteder distîne :
– Min gotar nivîsiye
– Ez gotarê dinivîsim
Vêca ku “nivîsîn”bixwe derhingêv be , ka erk û rola “andin”ê çi ye ? Ma hebûn û nebûna vê paşgirê (ji hêla hêzê ve) ne wekî hevin ?!
Bêguman , çi pêşgir , an paşgira ku li karekî zêde dibe wateyeke dîtir dide wî karî :
Wek :
– Dar li ber bê hejiya (hejî)
– Çivîk rahejiya
– Min dar hejand
Diyar e ku wateyên karên (hejiya , rahejiya û hejand) ji hev cuda ne .
Li vê gorê raweya karê “nivîsandin”ji vê pîvanê der e . Çiku paşgira “andin”çi guherîn nedaye karê “nivîsîn”.
Ev jî dide zanîn ku paşgira “andin”bi şaşiyeke gelêrî gihiştiye karê derhingêv “nivîsîn”û bi wê şaşiyê jî belav bûye .
Hinek karên dîtir jî li raweya “nivîsandin”hatine pîvan û li hin herêmên welêt (ne li tevan) tên xebitandin , wek “kolandin , hêrandin , stirandin , pêçandin , gurandin , dêrandin… .”.
Di van karên dariştî de jî paşgira “andin”bi şêweyekî rêzder (awarte) gihiştiye binyata wan karên derhingêv , bêyî ku guherînekê bigihîne wateyên wan . Çiku ew kar , beriya ku “andin”bigihêje wan derhingêv in û li pirraniya herêmên Kurdistanê bi van raweyên xwerû bikar tên :
-Kolan : Gundiyan çalek kola
-Hêran : Zîn nîskan dihêre
-Stiran : Temo (Siyamend û Xecê) stira
-Pêçan : Fatê cilên xwe pêçan
-Guran : Şivên berxek gura
-Dêran : Cotyaran bêderên xwe dêran
Li encama vê ronîkirinê em dikarin bibêjin :
Paşgira “andin”nagihêje karên derhingêv û ev raweyên van karan “nivîsandin , kolandin , hêrandin , stirandin , pêçandin , gurandin , dêrandin…”ne li gora rêzik û rêpîvanên zimanê Kurdî tên xebitandin . Ev kar bêyî paşgira “andin”jî derhingêv in , gerek bi van raweyên xwe yên xwerû (sade) bên xebitandin :
“nivîsîn , kolan , hêran , stiran , pêçan , guran , dêran… .”û bikar bên , anku bêyî paşgira “andin” .
Derbarî vê kêşeyê Dr . Nesrîn Fexrî dibêje[3]:
Wateya karê “nivîsîn”û yê “nivîsandin”ji hev cuda ne .
Paşgira “andin”wateya (pê da kirin) anku (pê da nivîsîn) bi ser karê “nivîsîn”ve berdide . Bi vê têgehê ku em bibêjin : (Memo name nivîsîye) tê wateya ku (Memo bixwe name nivîsiye) . Lê ku em bibêjin : (Memo name nivîsandiye) , tê wê wateya ku (hinekan name bi Memo nivîsîye) . Bi dîtina min ev nêrîn ne cîgirtî ye . Anku , çi ciyawazî di navbera gotina (min name nivîsiye) û (min name nivîsandiye) nîn e .
Ji ber ku di her dû hevokan de jî min bi xwe (ne bi devê tu kesî) name nivîsiye .
Bi baweriya min , paşgira “andin”bi şêweyekî gelêrî gihiştiye wan karên derhingêv bêyî ku çi wateyê bi ser wan ve berde , yan jî çi sûdeke rewanbêjî bigihîne wan .
– Ez şagirt – im – Men şagird hest- em- Tu şagirt -î – To şagird hest-î – Ew şagirt- e – Û şagird hest … Carinan jî karê “hesten” bi egera sivikbûnê tê avêtin û hevok bi vî şêweyî tê xebitandin : – Men şagird (… .) em = men şagird – em – To şagird (…) î = to şagird – …