Danasîna pirtûkekê bi kurtî

 Cankurd

Mamhostayê navdar (Heyder Omer – 1952), ku yek ji berhemdartirîn nivîskarên herêma Kurdaxê ye, li rojavayê Kurdistanê, û xwe pir ji zû ve bi çand û Folklora kurdî re gêro dike, ji min re libek ji pirtûka xwe ya giranbiha û pir ciwan hatiye çapkirin, hinart.
Rast, ev pirtûk hem bi çapa xwe, ya ku li Istanbolê, li ba weshanxaneya (Zanîngeh), di bin ISBN: 978-605-68428-0-1 de derketiye, û dostê zîrek Yehya Silo bergekî ciwan amade kiriye bash e, û hem jî naveroka pirtûkê hêja û giring e, û ez dikanim bibêjim, ku ev pirtûk wê di zanîngehên Kurdan û biyaniyan de cîhekî bilind, wekî xebateke lêkolînî ya serkeftî li ser dûroka (1) wêjeya folklora kurdî bite jimartin.

Ev çapa yekê ya pirtûkê ji 242 rûpelan e, pash diyariyekê, sipasnameyekê û pêshgotina pirtûkê, nivîskarê jêhatî bi firehî li ser van babetan rawestiye:
Folklor û giringiya wê, kurtedûroka wêjeya folklora kurdî, berhevkirina celebên wêjeya folklor, lêkolînên wêjeya folklor, û li dawî jêder û çavkaniyên lêkolînê hatîne nivîsandin, ku ji wan 46 jêder bi Kurdî ne û 14 jî bi Erebî. Di nav wan de, hinek jêderên biyanî jî hatîne bi navkirin. Li ser bergê pashîn kurtejiyana Nivîsevanê pirtûkê, bo ew hezdike wî bêtir binase.
Nivîsevan di pirtûka xwe de diçe ser xebatên Kurdologên biyanî û xebatên folklornasên Kurd, yên berê û yên niha, gerreke wêjeyî dike, bo bêtir maldarkirina berhema xwe, di wan welatan de, ku Kurd li ser hatîne parvekirin û xebatên wêjeya folklorê tîne ber xwendevanan, û bi ser ve jî hinek pêshgotinên pirtûkên wêjeyî li ser folklor û edebiyata gelêrî (ya devkî) tîne zimên.
Min, weku Kurdekî, ku xwe ji zû ve bi çanda kurdî gêro dikim û min gelek berhemên rojhilatnasan, yên bi Kurdî hatîne nivîsandin, di malperên Internet de belav kirine, wekî Nuhala Sîsebanê, Hespê Resh, Rustemê Zal, Zembîlfirosh, Cimcimê Sultan, Mem û Zîn a (ku  pexshan e), û min berhemek jî wekî pirtûk, hem bi tîpên Kurdî yên nûjen û hem jî bi yên klasîkî çap kiriye, ku ew jî li ser çêrokên Kurdan e, min va pirtûka taze, ya hêja Heyder Omer, ku wekî diyariyekê ketiye nav destêd min, berhemeke gelek giring dibînim û dizanim, ku mamhostayê me tê de gelek westiya ye û pir dem jê re siparti ye…
Bila tiliyên te herdem bimîn tehr.
Silavek ji dil
Cankurd  
(1)-Dîrok çewt e, ji ber ku peyva Tarîx di Kurdî de ji (dûrbûnê) hatiye, ne ji (dîrbûnê). Li Behdîna diyare nikanin (dûr) bi kar bînin.
‏30‏ حزيران‏، 2018      mailto:kurdaxi@live.com

Nîşe:
 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…