Pêwendiyên Civakî di Navbera Kurdên Kurdistanê û Sirgûnê de

Konê Reş

Gelo! Em ê çilo karibin pêwendiyên danûstandinê di navbera kurdên Kurdistanê û sirgûnê (Ewropa, Amerîka û Australya) de biparêzin? Nexasim ku ew kurdên me yên ku dûrî civaka xwe a kurdewarî ketine û bi taybet zarokên wan, ewên ku li wan welatan çêbûne û bi zimanê biyaniyan xeber didin? Mamoste Zinar Tovî ev pirs ji min kir. Da ku di rojnameya EVRO de balav bike.. Min jî ev bersiv lê vegerand:
Di vê biwarê de, dikarim bibêjim ku du rêk an du çek karin wan kesan nêzîkî welatê wan Kurdistanê bikin; Ziman yek û berdewamiya pêwendiyan bi Kurdistanê re dudo, anku çûn û hatin.
Sebaretî ziman dikarim bibêjim ku ziman, şertê heyîna wan pêwendiya ne. Wek nimûne, dikarim du tecrubeyan raxînim ber çavan, yek a Cihûyan û dûrketina wan ji welatê wan û belavbûna wan di her çar kenarên cîhanê de, ta ku vê paşiyê Elyêzer Bin Yehûda zimanê wan yê mirî ji nû ve vejand. Elyêzer Bin Yehûda di sala 1922 an de miriye, wî zimanê ibranî yê ku wê hingê wek zimanekî mirî bû, wî ew ziman kir zimanê miletekî û Cihûyên Îsraîl û sirgûnê di bin siya wî zimanî de kirin yek.. Îro ev ziman di Felestîn û Israil de zimanekî fermîye, zimanê dewlet û hikûmetê ye.
A din nimûneya Ermeniyan; wek ku ez wan li Qamişlo ji nêz ve nas dikim, tevî ferman û tevkujiya wan di 24ê nîsana 1915an de û belavbûna wan jî wek Cihûyan di çar kenarên dinyayê de, wan Ermeniyan zimanê xwe jibîr nekirin, di malên xwe de bi zimanê xwe bi hev re xeber didan û didin.. Di sala 1966an de, dema ku hikumetê rêk da wan ku vegerin Ermenistanê, hingê bi pirbûn vegeriyan.. Wê gavê hunermend Aram Dîkran jî di nav wan de bû, ji Qamişlo bi wan re çû Hayistanê.. Mebesta min ji van herdû nimûneyan ku rola ziman zor mezin e di mayîna pêwendiyên kurdên derve û Kurdistanê de.. Vêca erkê parastina vê yekê a herî mezin li ser malbatê ye, li ser milê dê û bav e ku zarokên xwe di sirgûnê de fêrî zimanê kurdî bikin û zimanê kurdî zimanê axaftina mala wan be û her wiha her salê çend carekî zarokên xwe bişînin Kurdistanê..  

 Mêzekin; piraniya Swîsriyan zarokên xwe di temenê neh deh salî de fêrî du, sê û çar zimanan dikin. Ev yek jî dike ku serê wan zêdetir kar bike û her wiha bi gelên din re têkilî û peywendiyên baştir ava bikin.
Ev rewşa qels a neaxaftina di malê de bi zarokên kurdan re kêmasî û dûrbûneke ji Kurdistanê. Li dervî Kurdistan da ku zarokên Kurdan nehilin, asîmîle nebin, ji çand, dîrok, ziman û nirxên netewî dûr nekevin, pêwîste pêwendiyên wan bi welatê wan Kurdistanê re bimîne û her wiha divê malbat (Dê û Bav), rêxistin, partî, saziyên kurdan û konsolat anku nûnertiya herêma Kurdistanê zarokên Kurd li fêrgehên zimanê zikmakî bêne perwerde kirin û cihê perwerdekirina yekem jî pêwîste malbat bi xwe be.
Wiha em dikarin pêwendiyên kurdan yên derve û Kurdistanê bi parêzin û her wiha ez dikarim bêjim ku bandora fêrkirina bi zimanê kurdî di nav kurdên dervî Kurdistanê de rolek erênî di mayîna wan pêwendiyan de dilîze..

Konê Reş

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Di vê qonaxa siyasî de ya ku herêm tê de guherînên kûr û lezgîn dijî, rastî êdî ne li ser bingeha prensîbên dadperwerî û mafên mirovahiyê tê avakirin, lê belê bi bandora hevseriyên hêzan û nakokiyên berjewendiyan ji nû ve tê avakirin; ku tê de nirxên prensîbî li pêşberî hesaban û hesabên hêz…

Weşanxaneya Ramîna, bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Jêrderyavanên Ehqafan» a romannûsa Siûdî Emel Elfaran, bi wergera Yasîn Hisên, weşand. Ev çapkirin bi piştgirîya Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî di çarçoveya projeyeke ku armanc dike nimûneyên hilbijartî yên wêjeya Siûdî bo zimanê…

London – Di çarçoveya projeya wergerandina wêjeya Erebistana Siûdî de ya ji bo zimanê kurdî, ku ji alîyê Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî ve tê piştgirîkirin û ji alîyê Weşanxaneya Ramînayê ve bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, tê meşandin, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Sîberdar» a…

Piştî ku em bi navê Nûneratiya ENKS li Ewropa beşdarî Kongreya yekem ya zimanê kurdî li Elmaniya , ya ku roja Şemiyê 27.06.2026 li bajarê Düsseldorf hate lidarxistin, me peyameke pîrozbahiyê arasteyî kongreyê kir.

Di heman demê de me nûçeyek li ser vê bûyerê bi zimanê kurdî û erebî belav…