Kurdino! bibin xwedî hêz.. dîfaktoyê bi sepîn in?

  Dr. E. Xelîl-Sozdar Mîdî
Wergerandin ji erebî: Mihemed Hesko ( Birasoz)

   Yek ji bingeh, ango stûnên herî giringên dîrok a sîyasîya cîhanê ew e,  sepandina dîfaktoyê ye,  ev di pêwendiyên siyasî de rastîya herdemî ye, û weha diyar e ku dê rastî ya herdemî  jî bimîn e, û eger ne weha ba, ma bi çi mafî, aşûriyan xwe bi ser çend gelên, ji herêm a Zagrosê de bigre, û ta welatê Misrê sepandin û hikum lê wan kirin? Û bi çi mafî, Farisan desthilat a xwe bi ser gelên, ji çiyayên Hindokoşê de bigre, û ta welatê Yûnanistan û Misrê sepandin û hikum kirin? Û bi çi mafî, Skenderê Mekdonî desthilat a xwe biser gelên, ji welatê Yûnanistanê de bigre, û ta bakurê Hindistanê sepand û hikum lê wan gelan kir?
   Herusa bi çi mafî, Roman an desthilat a xwe bi ser gelên, ji bakurê Kurdistanê de bigre, û ta Birîtanî ya yê de sepandin û hikum kirin? Û bi çi mafî, Ereban desthilat a xwe bi ser gelên, ji sînûrê welatê Çînê de bigre, û ta welatê Spanî ya yê de sepandin û hikum kirin? Û bi çi mafî, Osmanî yan desthilat a xwe biser gelên, ji Kurdistanê  de bigre û ta sînûrê welatê Mexribê de sepand û hikum kirin? Û  bi çi mafî, giravên Birîtanî ya yê bûn împratoriyet a ku ro lê danager e û naçê ava? Û bi çi mafî, niha çiwar dewletan xwe bi ser Kurdistanê sepandî ye? Û bi çi mafî, niha Amerîka siyastên xwe biser yên din de, disepîn e?
   Ev hemû û ji bilî van jî,  ne xwedî mafbûn, lê belê xwedî hêzbûn , û dîfakto  kirin maf û bi ser xelkê de sepandin, û kî nerazî ye bila serê xwe li dîwaran xîn e.
   Kurdino.. li bakur û başur, li rohilat û roava, ji bilî bijarde ya sepandin a dîfaktoyê bi ser dagîrkerên welatê me de,  bi dest we de nîn e, û bi bê razîbûne me, alayên xwe diser me re hildan e, herusa li me qedexkirin e ku, em karbirêkirê serwet û samanê welatê xwe bin?
   Xwendin anko şirovekirin a rast û dirust a dîrokê  ew e, herusa felsefe ya siyasî ya rast û dirust  ew e, û ji bilî vê yekî jî, gotinên vala ne.. gotinên vala ne, di cîhan a siyasetê de, bi qasî ku em xwedî hêzbin, ew qas jî, em dê xwedî mafin bin, erê apê Reşo tu çiqas hêja bû, dem a tu li nav gundên bakurê bajarê Helebê li devera Babê di nîvê sedsal a bihurî de, tu digerîya û te  digot: Zor zan e, devê tifingê mor zan e? hemûyan wek dînek sêrî te dikirin û ji te re digotin, Reşoyê Dîn! Lê..apê Reşo ya  rast, tu yek ji hişmendên mezin bû.  

   Erê birano..em hîn di cîhanekê de ne, ku têde hêz maf e, û yutûbî ya Komar a Bextwer  dê tu çarî neb e berdest û  selmandî, û her û her felsefe ya siyasî a rastî  tenê hêz e,  ku dagîrkerên Kurdistanê pê bawer  dikin, û her ew felsefe ye ku hêzên mezin di cîhanê de birêve dibin û bicih dikin.
   Kurdino… kurdên rohilat, eger win li bend a dilovanîya melayên faris an e, ta roja peydabûna Xwedanê Demê ligor sawîr  û got e gotên wan, winê ji bilî poşmanîyê, çi tiştî din bi dest nexin û neçin in.  
   Kurdino..kurdên başûr, eger win li bend a Sîstanî – Haris El-darî – Malikî – El-Mutleg û hevalbendên wan in, win dê 140 salên din bi mîn in, û winê bicihkirin a maddeya 140`î ya xapînok nebîn in.
   Ey kurdên bakur..eger  win li bend a roja vejîna Gorê Sor papîrê Toranî ne, ku ji gor a xwe ya li Mengolî ya rab e,  ta win azadîya xwe bidest ve bîn in, winê ji bilî  xewin û sawîran tiştekî din, bi dest nexîn in.
   Ey kurdên roava, eger win li bend a roja ku, Mîşêl Efleq û Zekî Ersozî ji gorên xwe rabin, ta ku azadîya xwe ji rijîma Ba,as û herusa  ji dijberîyê bi dest bîn in, winê ji bilî xewin û xeyalan, ne çin in.
   Ey gelê kurd, hêzê bi dest xwe ve bîn in, tenê ew dermanê efsûnî ye ku wek wî çi tiştî din nîn e! û Pişt re dîfaktoyê bi sepîn in, tenê ew felsefe ya ku hemû hêzên mezin û biçûk li cîhanê, rêzê lê digrin.
 Lê win ê çawa, (hêzê) ew dermanê efsûnî bi dest xwe ve bîn in!?, winê tenê bi pêkanîn yekîtî ya xwe, hêzê bi dest xwe ve bîn in!
  Yekîtîya xwe, li her parçeyekî dagîrkerî, ji welat pêkbîn in.
  Yekîtîya xwe, li Kurdistan a mezin pêkbîn in.
  Lêveger û serkirde ya xwe ya bilin pêkbînin.
  Tenê, ew rê ya rizgarî yê ye!?
   Û Çi dib e bila bib e, divê Kurdisatnê rizgar bib e!

30-6-2014

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

 

Di destpêkê de

Milet ji henasên xwe

cawekî ji hevrêşim dihûna;

Li aliyekî rokek pêve didrût û

li aliyê din lîlandineke dengketî.

Bi hajixwebûn

pêlav di ser siya şehîdan re dimeşiyan

mîna ku xak bi bîranîna wan re…

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…