«ZIMANÊ KURDÎ DI NAVBERA HÊVÎ Û ARÎŞEYAN» DE … xelek (6)

Deham Ebdulfettah

Ev kombêjiya (Awarte) Ji çi hatiye û bo çi  . . ?!
Nîşandekên kombêjiya hemû navên pendî (nas) di zimanê Kurdî (Kurmancî) de ev her dû nîşandek in (an , ên) :

1- (An) : digihêje navên komjimarên nêr û mê di raweya verêsê (tewangê) de , wek :

Yekjimar                               Komjimar
– Ez çûme vî gundî              ez çûme van gundan
– Ez vê pirtûkê divêm        ez van pirtûkan divêm
Berçav e ku ev (an) koma van her dû nîşandekên verêsê (î ,ê) ye:
Vî gundî                                van gundan
Vê pirtûkê                           van pirtûkan
2- (Ên) : Ev nîşandek jî digihêje navên komjimarên her dû zayendan (nêr û mê) di raweya palvedanê (îzafê) de[1] , wek:

– Ev gundê me ye                                ev gundên me ne
– Ev dara sêvan e                                 ev darên sêvan in
Diyar e ku (ên) koma van her dû zêderên palvedanê (ê ,a) ye .
Hemû navên pendî (nas) di Kurmancî  de , li gora raweyên hovkên xwe , bi yekê ji van her dû nîşandekan (an ,ên) dibin kom . Tenê ev her(5) nav(ap , xal , xezûr , kirîv û meriv) ji wê kombêjiya navan der in . Ev her (5) nav bi dû şêwazan dibin kom û bi komjimara wan her dû şêwazan jî tên xebitandin :
1- Wekî hemû navên asayî , bi yekê ji van her dû nîşandekên
(an) yan (ên) dibin kom  , wek :
a- Bi nîşandeka (an) :
– Ap+an = apan ( Em çûn malên apan)
– Xal+an = xalan ( Em ji malên xalan hatin )
– Xezûr+an = xezûran (Zava çûn malên xezûran)
– Kirîv+an = kirîvan (Ev in malên kirîvan)
– Meriv+an = merivan ( Em li pey merivan çûn)
b- Bi nîşandeka (ên) :
– Ap+ên = apên       (Em çûn malên apên xwe )
-Xal+ên = xalên             ( Xalên me mêvanên me ne )
-Xezûr+ên = xezûrên    (Ev xezûrên te ne )
-Kirîv+ên = kirîvên       (Kirîvên min hûn in )
-Meriv+ên = merivên    ( Em merivên hev in )
2- Bi wan her dû nîşandekên komjimarê bi hev re (an , ên) jî
dibin kom , wek :
-Ap+an+ên = apanên                    (apanên me li Amedê ne)
-Xal+an+ên = xalanên                   (Hûn xalanên me ne)
-Xezûr+an+ên = xezûranên         (Em xezûranên te ne )

-Kirîv+an+ên = kirîvanên (Em kirîvanên wan in )
-Meriv+an+ên = merivanên         (Ew merivanên me ne )
Berçav e ku ji hêla watedariyê ve jî , ev her dû şêwazên kombêjiyê (apên me) û (apanên me) ji hev cuda ne . Anku , her şêwazek ji wan watedariyekê bi xwe ve digire :
1- Kombêjiya Asayî :
– Apên min : Birayên bavê min  .
– Xalên min : Birayên dayika min  .
– Xezûrên min : Bavên jinên min . (ji jinekê pirtir)
– Kirîvên min : Kirîvên xwînê , yên rasteqîne  .
– Merivên min : Merivên rast ji hêla bav û dayê ve .
2- Kombêjiya Awarte :
– Apanên min : Ap ,pismam û her kesê girêdayê wan…
– Xalanên min : Xizm û mirovên xalên min… .
– Xezûranên min : Mirov û girêdayîyên xezûrên min .
– Kirîvanên min : Mirov û têkildarên kirîvên min …
– Merivanên min : Xizm û mirovên ji hêla bav û dayê ve
Anku , kombêjiya asayî mirovantiyeke rast û ji nêz ve destnîşan dike  , lê ya awarte têkiliyeke merivantî ji dûr û berfireh destnîşan dike .
Bi dîtina min , ew her (5) navên destnîşankirî bo vê watedariya taybet û cuda  , bi vî şêweyê awarte bûye kombêj  .
Min ev mijar bi sernameya ” Kombêjiya Awarte”di pirtûka xwe de , ya ku bi navnîşana “Nav Di Zimanê Kurdî De”weşandiye [2] , lê ne bi vê berfirehiya vê carê .
Piştî belavkirina wê pirtûkê bi çend salan ez rastî vê malika Melayê Cizîrî hatim :
” Wer dilo , da çin temaşaya ciwananên çimen
Wê hilanî ser bi naz û sayeban daye niyaz “(2)

Berçav e ku di vê malikê de peyva (ciwananên ) jî , wekî wan her (5) navan , bi wê kombêjiya awarte bûye kom , lê wekî wan ew watedariya taybet û ciyawaz bi xwe ve negirtiye . Ev jî kêşeyekê derdixe holê !
– Mela Ehmedê Zivingî , şirovekerê dîwana Cizîrî , derbarî gotina (ciwananên) dibêje : ([3])
– [ Ciwananên : komjimara peyva (ciwan)e ] .
Li gora ravekirina Zivingî , ev her dû kombêjî (ciwanên) û (ciwananên) bi yek wateyê ne . Anku , her dû jî komjimara peyva (ciwan) in . Ev jî tê wê wateyê ku kombêjiya (ciwananên) çi watedariya taybet û cuda , wekî wan her (5) navan , bi xwe ve nagire .
– Mela Ebdusselamê Cizîrî (Nacî) , şirovekerê dîwana Cizîrî (yê dîtir) derbarî pirsa (ciwananên) dibêje :
– [ Ciwananên : komjimara peyva (ciwan) e . Lê di kombêjiyê de ev her dû nîşandekên komjimarê (an + ên) bi hev re nayên xebitandin . Cizîrî bo kêşesaziya helbesta xwe ev kombêjî bi kar aniye .([4])

Diyar e ku kombêjiya (ciwananên) , li nik Mela Ebdusselam jî ew watedariya taybet û berfireh bi xwe ve negirtiye .
Vêca pirs ev e : Eger peyva (ciwananên) bi şêwazê wan her (5) navan bûbe kom û wekî wan , ew wateya ciyawaz û berfireh nedabe , ka binesaziya vê kombêjiyê ji çi hatiye û bo çi bikar hatiye?!
Beriya ku ez tûşî kombêjiya (ciwananên) bêm min digot , sedema ku ew her (5) nav bi wê kombêjiya awarte bûne kom , tenê ji ber ku ew watedariya taybet û cuda bi xwe ve girtiye . Lê va gotina (ciwananên) jî bi wê kombêjiyê bûye kom . lê ew wateya taybet bi xwe ve negirtiye ?!
Gelo rast (wek Mela Ebdusselam dibêje) kombêjiya , bi her dû nîşandekan (an+ ên) ne duriste û Cizîrî bo kêşsaziya helbesta xwe ketiye wê neduristiyê ?!
Yan jî , dibe gelo ku teşeya vê kombêjiyê di zimanê Kurdî yê dêrîn (kevin) de hebû û di demekê de , bi şêweyekî asayî bikar dihat ?!
Bi baweriya min Melayê Cizîrî , ne ji qelsî û neçarî kêşa wê malika xwe bi kombêjiya vê (ciwananên) saz kiriye . Wî bi hêsanî karîbû (bêyî vê kombêjiyê jî) kêşa helbesta xwe , bi gelek şêwazan saz bikira . Ez bawer dikim , ku hayê Cizîrî ji hebûna vê kombêjiyê hebû , çi di Kurmancî de , wekî kombêjiya van navan (apanên , xalanên…) û çi di Soranî de ku ev kombêjî tê de bi şêweyekî asayî tê xebitandin .
Bi dîtina min , ev kombêjiya navên palvedayî di zimanê Kurdî yê dêrîn de hebû .
Girova([5]) vê hebûnê jî ew e ku hîn jî , ew kombêjî di her dû şêwezarên sereke (Kurmancî ,  Soranî) de , çi pir û çi hindik , bikar tê .
Kombêjiya navên palvedayî di Kurmancî û Soranî de jî bi rêpîvan , li gora vê rêzika jêrîn pêk tê :
-[Navê komjimar + zêdera komjimara palvedanê ]
Anku – [(Nav + an)+ (ên , î ) ]
Di Soranî de zêdera (veqetandeka) plvedana navên komjimar (î) ye . Li vê gore  , kombêjiya navên palvedayî di Soranî de , wê bi vê rêpîvanê pêk bê , : (Nav + an + î) .
Wek : (Xal + an + î = xalanî (Xalanî Reşo)
Di Kurmancî de jî zêdera palvedana navên  komjimar (ên([6])e. Kombêjiya navên palvedayî di Kurmancî de jî[ wê li gora vê rêzikê pêk bên :
Wek: ( xal+ an +ên = xalanên ( xalanên Reşo )
(Nav + an + ên )
Lê bi dirêjahiya demê re û bi sedema sivikbûnê hinek guherîn gihîştiye binesaziya vê kombêjiyê , nemaze di şêwezarê Kurmancî de . Ev guherîn jî , bo erkekî watedarî hatiye pê  .
Di vê latika jêrîn de , em ê kombêjiya navên palvedayî di her dû şêwezaran de hevber (beranberî hev) bikin û guherîna ku li gora taybetmendiya her şêwezarekî bûye , diyar bikin :
Kurmancî                              Soranî
Ap:Apan+ên=apanên Reşo  apekan+î=apekanî Reşo([7])Ap : Ap(…)+ ên = apên
Xal :Xalan+ên=xalanên Reşo          xalekan+î = xalekanî Reşo
Xal: Xal(…)+ên = xalên
Xezûr: Xezûran+ên =xezûranên     xezûrekan+î = xezûrekanî //
Xezûr: Xezûr(…)+ên = xezûrên
Kirîv: Kirîvan+ên = kirîvanên        kirîvekan+î = kirîvekanî //
Kirîv: Kirîv(…)+ên = kirîvên
Dost: dost(…)+ên = dostên             dostekan+î = dostekanî //
Keç: Keç(…)+ên = keçên       kiçekan+î = kiçekanî //
Dar: Dar(…)+ên = darên                  darekan+î = darekanî //
Berx: Berx(…)+ên = berxên             berxekan+î = berxekanî //
Pirtûk: Pirtûk(…)+ên = pirtûkên   pirtûkekan+î = pirtûkekanî //
Gul: Gul(…)+ên = gulên                   gulekan+î = gulekanî //
Perde: Perde(…)+yên = perdeyên perdekan+î = perdekanî //
Eger em bi hûrbînî li kombêjiya navên vê latikê binêrin em ê bibînin ku :
1- Di Soranî de hemû navên latikê li gora rêzika   kombêjiya navên palvedayî , [navên komjimar + zêdera   (î)] bûne kom , bêyî ku çi guherîn bigihêje binesaziya kombêjiya wan navan . Ev jî tê wê wateyê ku hemûnavênKurdî di Soranî de , bi şêweyekî asayî li wê rêzikê tên pîvan û kombêjiya wan jî , bi wê pîvanê saz dibe .
2- Di Kurmancî de jî , navên latikê tev , li gora rêpîvanakombêjiya navên palvedayî , bi vê rêzikê , [navênkomjimar +  zêdera (ên)] bûne kom .Lê bi demê re û bi sedema sivikbûnê , nîşandeka komjimarê (an) ji navênkomjimar hatiye avêtin û rêzik bûye [nav(…) + zêdera(ên) ] , wekî ku di latikê de diyar dibe .Tenê ev her (5) nav (ap , xal , xezûr , kirîv ,û meriv) , bi egera watedariyeke
taybet û cuda , bi her dû şêwazan bûne kom :
a- Bi şêwazê resen : (Apanên , xalanên , xezûranên ,…)
b- Bi şêwazê sivikbûyî : (apên , xalên , xezûrên…)
– Kombêjiya (ciwananên) jî , Melayê Cizîrî ew li şêwazêSoranî û li reseniya kombêjiya wan her (5) navan pîvaye , bêyî ku wê taybetmendiya watedarî bi xwe ve bigire  .
Li dûmahiyê pirsek raberî me radiweste :
Gelo çima nîşandeka komjimarê , (an) ji kombêjiya navên palvedayî di Kurmancî de hatiye avêtin , lê di Soranî de li cihê xwe maye ?!
Di Kurmancî de zêderên palvedana navên yekjimar(ê ,a) ne , wek (hevalê te , hevala te) û (ên) jî zêdera palvedana navên komjimar e , wek (hevalên te) . Berçav e ku zêdera (ên) di heman dem de , dibe nîşandeka komjimarê jî . Vêca ku navekî komjimar , wek (hevalan) dikeve raweya palvedanê , (hevalan+ên te) , dû nîşandekên komjimarê (an , +ên) bikar tên .
Hingê , bi egera sivikbûnê nîşandeka (an) tê avêtin û zêdera (ên) , weku nîşandeka komjimarê , cihê wê digire , wek :
-(Hevalan +ên te = heval …+ ên te = hevalên te )
Di Soranî de zêdera (î) bo palvedana navên yekjimar û komjimar bikar tê . Anku , zêdera (î) ne ji bo palvedana navên komjimar tenê ye , da ku bibe nîşandeka komjimarê  .
Vêca ku navekî komjimar , wek (biraderekan) dikeve raweya palvedanê , wek (biraderekanî Reşo) , nîşandeka komjimarê (an) û zêdera (î) digihêjin hev (an +î)  . Hingê , pêwîst e ku her dû nîşandek jî bêne nivîsîn , çiku yek ji wan cihê ya dî nagire , wek (biraderekanî Reşo)  .

 

[1] – Palvedan navlêkirina Seyda Sadiq Behadînê Amêdî ye. Di Soranî de gotina Erebî (îzafe) bikar tê .
[2]– Nav Di Zimanê Kurdî De. Enstîtûya Kurdî ya Amedê (2006) – Rû . (106)
[3] -Heman jêder û heman rûpel jî.
[4] – Dîwana Melayê Cizîrî . Heleb (1987) – Bergê yekê – Rû . (267)
[5]– Girov : Nîşan
[6]– Li hinek herêman (êd ,êt) jî bikar tên.
[7]-Di Soranî de, (eke) nîşandeka nasîna navên yekjimar e û (ekan) jî nîşandeka nasîna navên komjimar e.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…