HERDEM NAYÊ DERFET

Ismaîl Sînan

Gav ku mirov dikeve kûraya dîrokê gelek tiştan dibhîze .
Carinan tên derfetên baş ji bo mirovan yan ji bo netewan yan jî bo deveran ji xaka zemînê, lewra nav lê dibe derfetên zêrîn yan jî astengî û zehmetiyên giran.
Lê di hemû qunaxan de dimîne liv û bizava mirov ji boy bûyera ku hatiye holê û bi taybet ew kesê ku xwe bexşandiye bo pirsgirêkeke hêja û xwedî nirx, mîna pirsa kurd ya ku bindest maye bi sedê salan .

Bo vê yekê nemirê bi nav û deng Hoşimîn gotiye ” mirovê ku ji dil xebatê neke wê herdem barê bindestiyê bikşîne” ev bo siyastmedar û hişmend û her weha şoreşgêr û welatparêzên kurd li hemû deveran.
Gelo derfet ji vê çêtir bi çi awayî tê, berçave ku pirs û kaxeza kurdî berz bûye û îro bi nav û denge li hemû cîhanê , em tev dibînin û dibihîzin ku firokgeha Hewlêra paytext cih lê ne maye bo danîna firokeyên alîkariyên mirovî, û li hêlek dîtir alîkariyên çekan yan jî şandên ku serdana Hewlêr û serokê herêma Kurdistana başûr dikin bo pêdiviyên gelê kurd.
Gelo ne derfetek zêrîne gava ku dewleta Emrîka û hevpeymanên wê Encumana Niştimanî ya Kurd agehdar dike û jêre dibêje, yekrêziya xwe peydabikin û mala kurdî li rojava bi rêk û pêk bikin û em jî piştevaniya we dikin wekû hevpeymana navnetewî .
Bo vê tê xwestin û pêwîste di vê qunaxa zêrîn de kar û xebat ji hêla herdû encumanên Kurdî wekû erkekî dîrokîye di vê demê de.
Bajarê bindedestbûyî û talankirî Kobanê berçava û tê dîtin û li ser sînorê hemû herêmên Kurdistana rojava ev rêxistinên tundrew yên bi şev û roj pilanan datînin bo tunekirina miletê Kurd .

Lewra tê xwestin yekrêziya hemû gelê Kurd bilez bo bervaniya xaka pîroz Kurdisatn . 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...