Mûzexaneya Şehîd Ferhad li bajarê Qamişlo

Konê Reş

Sibe, (10.04.2014), bi helkeftina derbasbûna 10 salan di ser şehîdbûna Ferhad Mihemed Elî re, wê mûzexaneya ku navê wî hildigire bête vekirin. Şehîdbûna Ferhad, di sala 2004an de bû.. Ew bi egerên rûdanên 12 adara 2004an de di bin lêdan û êşkenceya emniyeta rêjîmê de hat kuştin û canê xwe ji dest da.. Roja îro ew bûye wek sembol ji şehîdên 12 adara 2004an re. Ev mûzexane, ji kelepûrê kurdî û pêmayê bav û kalên me pêk tê û yekemîn care ku wiha mûzexaneya taybet li parêzgeha Hesekê (Cizîrê) û li bajarê Qamişlo tête vekirin..
Hêjaye gotinê ku, Ahmed Alî, mamê şehîd Ferhad, ji dor 20 salan ve xwe bi danhev û komkirina berhemên vê mûzexaneyê ve westandiye.. Anku ev mûzexane ji encamên ked û westandina wî ye..  Ev mûzexane, ji tev cureyên alavên malê, alavên civaka kurdî yên ku ji berî 200 salî ve dihatin bikar anîn pêk tê..
Di baweriya min de, wê ev mûzexaneya ku navê şehîd Ferhad hildigire, wê bibe xweş cihê serdanê ji welatiyên Cizîrê û mêvanên wê re û her wiha wê taybetiyek din, a şêraniya bajarê Qamişlo zêde bike..
Ez jî, vê ked û westandina apê Şehîd Ferhad pîroz dibînim û vê mûzexaneyê li xelkên Qamişlo pîroz dikim.
Wêne: Bav û apê Şehîd Ferhad
Konê Reş
Qamişlo, 09.04.1014
 

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…