
Keleş mirovekî cotyare, ji gundên Aliya ye, zinara reş li ser danî mîna sedên cotyarên deverê, mala wî koçbû, li paytextê cî girt, lê xweşiya bajêr, avahiyên bilind, pirbûna kar û pera, hezkirina wî ji welêt re neguherî û nayê guhertin .
Tiliyên wî tim bêriya das û qeynaxan dikir, çavên wî bêriya şikêr, şikeft û çiyan dikr, û hestê wî bi bêhna nanê sêlê, yê ku bi destê hevjîna wî dihate sohtin, bêhna lal û xeçxecokan ji beyarên gund, bêhna pûng û qûzikên ji dehla başûrî gund dibarî, her gavê serê wî gêj dikir .
Meh .. sal derbasbûn, ev wêne li pêş çavên Keleş, nehatin guhertin. Digot : Cara pêşîn dema zeviya me hate birrîn, pozdeqandî serê payîzê gurbûn gundên me.
Xwe amade kiribûn, ko me bê par bihêlin, lê piştî xort û mêr ji deverê dûrkirin, keç û jinan bi das, çakûç û bêran.. êrîşî li wan kirin, tirsonek bê dest hilanîn şûn de zîvirîn, wê salê verêja xwe hilanîn ,
Sala din, tuxmê sitemê careke din li wan vegerîn, bi turimpêl û çekên leşkerî hawîrdorê zeviyan girtin, her mirovek di cihê xwe de şêt ma, bê hêvî .
Keleş weku gelek mişextiya diramiya, eger em nevegerin, wê me ji kokê ve hilînin ! . Ev rastî ji hişê wan dûr nedibû, ev zinara ko li dora me pêçayî, divê bête çirandin û çare jê re hebe .
Komeleke ramyarî avakirin, û biryar dan ko careke din vegerin ser qada xwe. çaxê dagîrkeran ev biryar bihîstin, gund berdan û li cihekî din gundê xwe avakirin .
reshad2008@hotmail.de