Kanton

Xelîl kalo

Go pîrê bawer ne dikir mêr bikê , daxwaza mehir û heştekan dikê.  Li gorî asoya ber bi çav mirov dikare bibêje ku rewş û halên piraniye siyaseta kurdî wusaye, rawestandin û teqana heta kabokê di heriya qunaxê de di dûmana 3 salan ji buyêrên germ , şer û pevçûna dirinde û dijwar li seranserî welatê sûrî . ka em vegerin ser pirsa kanton ku rêxistina TEV-DEM ê weke projeyê siyasî divê demê ragihand û wekî encam û berhema xweyî piratîkî ser erdê bi xebat û xwîna şehîdan .
rastiya wî çiye ..? ne çiye..?  rojên werin di paşerojê de wê rastiya wî karî didine xuyakirin .ka gelo wê berdewam bike yan na …? Kurd dikarin astê xwestekên xwe bilintir bikin ji kantonan  yan jî heta xweseriya dîmuqratît wê li serê wan bibe bela û wê nikaribin bergiriya xwe bikin ….?  yan jî wê nikaribin xizmet û kargozariyan ji bo xelkên kantonan bikin û pêtviyên rojana pêşkêşbikin ..aqil dibêje gereke fersend û demek ber biçav hebe û bere nefesa xwe bistîne  bê helwesta berwext  û dij , û ti darê sihirbendiyê  bi kesekî re nînin bo çareseriya arîşeyên kom bi kom û bere kanton bi riya xwe de bi meşe.

Lê  ka em vegerin ser helwesta dij kantonî ya ku piraniya  partiyên meyî  encumana netewiya kurdî  işkere dide xuyanî kirin û pê ne raziye..pirsa ku xwe têne ser masê ma gelo : we heye pirojeyeke bilintir , baştir û piratîkîtir ku bikeve şûna kantonên TEV-DEM ê de …? Eger ku hebê ev tiştekî baştire û hûn xwedî mafin bihtir û paşe roj ji were ye, lê mixabin  di asoya ber biçav de ti zemîn ji wusa piroje re heta roja îro nine û ne hatiye danîn .tenê daxwaz û duruşmin weke mafên çarenûs, xodmuxtarî, fidralizm, hukumdariya ne navendî…hw…raste ev mafên gelê kurdin heta serxwebûnê .lê pirsa ku dîse xwe dubare dike :heta berî sê rojan  anku sê salan we dawa mafên çandî ,civakî û siyasî dikir, piştî ku rewş hate guhartin ,  şert û mercên kar û xebata siyasî û rêxistinî asanbûn û rê li ber we û her kesî vebûn ,dîse jî we nikariya heta wan mafên biçûk bi karbînin yan jî bi çesipînin. ji bilî nekûkiyên zexel û partîtî ku bûne kelem û sedema ne gav avêtinan heta roja îro ber yek armancê ve …ka mafên çandî ji mere bi karbînin ,şûnde emê base fidralîzmê bikin bi şert û mercên ku em yek bin di helwesta xwe de û bi hêz û yek biryarbin .ne wekî pîra  kurdan bin ,  ku  pîrê bawer nedikir mêr bikê …..daxwaza  mehir û heştekan dikê

8.3.2014  

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...