Nehê meha gulanê 23 saliya bavê min Mele Ehmedê Palo

Rêzan Palo

Di sala 1920 li kurdistana bakur.li gundê (sêra çorê)yê dikevê derdora bajarê palo aw hatiye jiyana xwe .navê wî ehmede kurê mihemed mustafa ye .diya wî elîfa ye .bavê wî bejdarî cenga cîhanê ya yekem bû. Û yek ji têkoşerê şoreşa şêx seîdê palo bû di sala 1925 de.seydayê palo di navbera salên (1925-1930 )z de bi belengazî û perîşanî derbaskir ûdi nîvê sala 1936 berê xwe di dê gundê xizna. li nêzî bajarê qamişlo û li wê cî war bû.
mebesta wî ji vê yekê ew bû kû bibê xwrndekar û xwendina quranê pîroz kir û bû mamoste li cem mala şêx û her wiha wî guhdaneg mezin bi zimanan kir û bi vî awayî ket rêza ziman zana de . ji ber kû bi zimanê kurdî û erebî û farisî ji dizsnîbû û bi hemû zaravê kurdî zanîbû ji wan kurmancî û zazakî û soranî . û dawî de jiyana xwede çenid salan bi êşek pir dijwar ket û di roja 9 gulanê 1991de di çû dilovaniya xwe .ev çenid helbesit wî bi xwe gotiya li ser jiyana xwe
. . . .
Di pê hezar û nehsed ûbîstan
min ji diya xwe ber daye bistan
Gula baxê min di higî geşbû
bextê gelê min ne qenic reşbû
Bavê min çûbû cenga kufara
serbaz û leşker jibo niyara
Min ew nadîbû derdê dilêmin
Jêbê xwedî bû bax û gelê min
Piştî sê salan diya min diçû
ez hiştim sêwî li ber dar û tû
Jar û belangaz pêxwas û tazî
Nîne jibo min hewar û gazî
Xeman didêrim kulan dihêrim
bê bav û bê dê dûr we dinêrim
Diçim ser darê gava dibê şev
pelê darê ez li xwe didim hev

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr. Mehmûd Abbas

Bi dehsalan e ku di beşeke berfireh ji gotara ramyarî û çandî ya Kurdî de, nûnerê Kurd Hesen Xeyrî Beg wek yek ji wan kesan hatiye pêşkêşkirin ku navê wan bi «welatfiroşiyê» ve hatiye girêdan. Ewqas ku hemû jiyana wî di helwestekê de hatiye kurtkirin; helwestek ku wî di yek ji hestiyartirîn û…

Bavê Zozanê

Îro 23.08 2026 li Essen ê li Almanya, kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi beşdariyeke berfireh ji endaman di atmosfêreke erênî de û bi giyanekî berpirsiyarî hat lidarxistin.

Di kongir de endamên saziyê ji Almanya, Sûriye, Kurdistana Iraqê, Norwêc û Keneda û…

Silêman, Bavê Sîpan
Dayê tu mestire
Ji hemî Gotinan
Tacek ji lal û zêr
Li ser serê mine

Carkê tu soz bide
Min bi tenê nehêle
Durbûne te ji min
Deryayek bê pêle

Çiqas pesn bidim
Ji bo te hindike
Yek dîtin ji te …
Bûharê geş dike

Tu mestire mestir
Ji pesn û Gotinan
Bihuştê qet nabim
Kû tu li ba mine…

Tarî nabe li min
Tu yê Find û Çirea
Ez penaberim…

Şivan Elwan

Kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî Ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê îro di 23ê Tebaxa 2026an de li bajarê Essenê yê Almanyayê bi serkeftî hate lidarxistin û bi dawî hat
di vê kongirê girîng de gelek endam û nûnerên Yekîtiyê beşdar bûn hin ji wan bi awayê rasterast hatin amade bûn û hinên din…