Hesekê … pêdiviya hevjiyana aştiyane

Salar Salih

Jiber ku Hesekê bajarek pir reng e, ew bi pêwîstî parastina hevjiyana aştiyane ye, pêkhatiyên têvel ji netew û ol û tîreyên cuda lê dijîn, li Hesekê Kurd û Ereb û Suryan û Aşûr û Kildan û Turkman û Ermen û Mislman û Xiristiyan û Êzîdî û Sunna û Şî`a ji mêj ve bi hev re dijîn, lê di van rojên aloz de ji dîroka Sûriya ev jiyana hevbeş di bin gefan de ye, çiku ewlekariya Rêjîmê bi berdewamî hewldide ku navkokiyan di navbera pêkhatiyên bajêr de bi-afirîne û nûçe û saloxdanên sexte di nava gelên Hesekê de belav bike,

 ji rexekî dî ve metirsiyeke din van rojan rûdide, ew jî gefa êrîşên komên tîrorêst û tundrew ên bi navê Daiş tên naskirin, ew jî gefeke mezin li ser kêmolên bajar çê dike , ku di fermanên wan de çi kesê ne muslman be yan divê cizyê bide û yan divê ji bajêr bark e, ev yek dûrî sincê mislmantiyê û mirovahiyê ye , û dûrî rewişt û gerdişên şîniyên bajarê Hesekê ne ku ji mêj ve jiyanek aştiyane li gel hev dibuhurînin.
Litev van metirsiyan û rewşa aloz ya bajarê Hesekê ku di dijwartirîn mawe de ji dîroka xwe dijî, lê jiyan li Hesekê hîn berdewam e, raste ne wekû beriya ku şoreşa Sûriyê destpêbike, wê çaxê bazara Hesekê û xwaringeh û parkên wê ta piştî nîvê şevê bi jiyanê tije bûn, lê niha ew di asteke pijirandî de ye, herçende pêkhatiyên Hesekê hîn bawer in bi hevjiyana aştiyane ligel hev, û wan ew navkokî û arîşeyên ku rûdidin dûrdixin ji jiyana xwe ya rojane, ew bigiştî dûrî veqetandina li ser bingehên nijadperestî an olî an tîreyî ne , û dixwazin ku jiyana xwe ligel hev bi tebat û tenahî biqedînin, ji layekî dî ve çalakvanên civaka sivîl xemsar in di vî warî de, çiku ji wan tê xwestin di rewşeke weha de ku bi erkê xwe rabin derbarî şirovekirina giringiya hevjiyana aştiyane, û belavok û çapemeniyan bi vê mebestê biweşînin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî
Roman a Ingeborg Bachmann ya bi navê “Malina” ne tenê romanek e, ku mirov tenê bixwîne; ew hevdîtineke bi şêwazekî din re, yê bîrkirin û hestkirinê. Ew çîroka jinekê ye, ku di cîhaneke cih ji bo hestên wê yên kûr tune ye de, diqete û diherife.

şiroveyeke zelal û wêjeyî ya…

Dr. Mahmoud Abbas

Herçend pergala Wilayeta Feqîh pergaleeke qirêj û xapînok be, û gelek tawan li hundirê Îranê û li derveyî wê kiribin, lê îro ecêbî û êşeke mezin ev e ku gotara wê, di hin dosyayan de, ji gotara rêveberiya Trumpê zelaltir xuya dike؛ rêveberiyeke ku dixwaze têkçûna xwe ya siyasî û…

Rebhan Remezan

Weke zêdekirinek li ser tiştên ku min berê di gelek gotaran de nivîsandibûn, yên ku xwendineke rexneyî li ser rûçikên xebata siyasî li welatê me Sûriyê dihewand, îro nakokiyeke balkêş û heta şokker derdikeve holê, ku rastiya çepa Sûrî bi gelemperî, û hinek partiyên Kurdî yên Sûrî bi taybetî hilavaşîne….

Rabhan Ramadan

Çar dehsal û piçek.. Û qehremaniya Kurdî nû dibe

Hezar carî pîroz be ey qehreman, ey Egîd.. Bi serkeftin û şampiyoniya xwe ya li ser asta cîhanê, te ez û hemû Kurd şa kirin. Çar dehsal û piçek, ev e ferqa demî di navbera koçkirina şampiyonê cîhanê yê zîvranî…