Rola Oldar û Dengbêjan di Parastina Zimanê Kurdî de li Cizîrê

Konê Reş

   Di salên 1915-1925an de, buhiştî Husên Hiznî Mukiryanî çapxaneyek ji Almaniya anî Helebê û pê çend kovar û rojname weşandin.. Ta ku di sala 1925an de ji Helebê barkir û çû Rewandizê..
  Belê akam û bandora yekem a gelêrî di parastina zimanê Kurdî de, bi saya dîwana Melayê Cizîrî bû, Mem û Zîna Mele Ehmedê Xanî bû, helbestên Feqeyê Teyran bû û bi saya hicrik û tekiyên olî bû..
 Ewên ku, di wî heyamî de, di gund, bajar û bajarokên Cizîrê de belav bûn wek: Xizna, Til Merûf, Hilwa, Endîwerê, Qeremanê, Amûdê û Qamişlo… Hem jî rol û akama dengbêjan, di parastina zimanê Kurdî de pir mezin bû  wek: Ûsivkê Çelebî, Silo Koro, Omerê Kor, Demir Elî, mala Şêxê Nado, mala Emînê Temo, mala Kinê, mala Remo, mala Eliyê Mehmed, mala Şêxê Nado… Û wiha  tev malbatên ku bi kemaçê an ribabê û def û zirnê govend û şahî di Cizîrê de digerandin ji Eyndîwerê ta bi Serê Kaniyê û tev dengbêjên kilasîk li devera Cizîrê. Hem jî rola dengbêjên çiyayê Şingalê li ser dengbêjên Cizîrê gelekî xurt bû, ji ber ku hingî Şingal wek dibistanekê, ji fêrbûna saz, awaz û gotina strana kurdî a resen re dihat dîtin…  
   Piştî vî nifşî, nifşekî din ji dengbêjan hat meydanê, ew jî ne kêmî nifşê pêşîya xwe bû; wî jî roleke giring di parastin, pêşxistin û berdewamiya parastina zimanê kurdî de lîstiye wek: Hizniyê Selîm, Rifetê Darî, Evdilo, Aramê Dîkran, Seîd Yûsif, Mehmûd Ezîz, Mihemed Şêxo.. û gelekên din ku peyva Kurdî ya resen di nav têlên tembûr û dengê xwe de parastine… Û wiha milet bi zimanê xwe ve girêdayî maye ta roja îro.. Rehma Xwedê li miriyan be ji wan û temenekî dirêj di xweşiyê de ji saxan re be.

Wêne: Ez û hunermend Saîd Yûsiv di xelata şahiya min de sala 1978an li Qamişlo.

Konê Reş
Qamişlo, 13.11.2014

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî
Roman a Ingeborg Bachmann ya bi navê “Malina” ne tenê romanek e, ku mirov tenê bixwîne; ew hevdîtineke bi şêwazekî din re, yê bîrkirin û hestkirinê. Ew çîroka jinekê ye, ku di cîhaneke cih ji bo hestên wê yên kûr tune ye de, diqete û diherife.

şiroveyeke zelal û wêjeyî ya…

Dr. Mahmoud Abbas

Herçend pergala Wilayeta Feqîh pergaleeke qirêj û xapînok be, û gelek tawan li hundirê Îranê û li derveyî wê kiribin, lê îro ecêbî û êşeke mezin ev e ku gotara wê, di hin dosyayan de, ji gotara rêveberiya Trumpê zelaltir xuya dike؛ rêveberiyeke ku dixwaze têkçûna xwe ya siyasî û…

Rebhan Remezan

Weke zêdekirinek li ser tiştên ku min berê di gelek gotaran de nivîsandibûn, yên ku xwendineke rexneyî li ser rûçikên xebata siyasî li welatê me Sûriyê dihewand, îro nakokiyeke balkêş û heta şokker derdikeve holê, ku rastiya çepa Sûrî bi gelemperî, û hinek partiyên Kurdî yên Sûrî bi taybetî hilavaşîne….

Rabhan Ramadan

Çar dehsal û piçek.. Û qehremaniya Kurdî nû dibe

Hezar carî pîroz be ey qehreman, ey Egîd.. Bi serkeftin û şampiyoniya xwe ya li ser asta cîhanê, te ez û hemû Kurd şa kirin. Çar dehsal û piçek, ev e ferqa demî di navbera koçkirina şampiyonê cîhanê yê zîvranî…