Di raweya verêsê de ev nîandek “î ,ê ,an”digihêjin nav û cînavên berverês .
“Δ: Digihêje nav û cînavên yekjimar ên nêrza :
– Ez vî mirovî dinasim .
– Wî agirtî ev pirtûk xwend .
– … . .
“Ê”: Digihêje nav û cînavên yekjimar ên mêza :
– Ez vê agirtê dinasim .
– Wê agirtê ev pirtûk xwendiye .
-……
“An”: Digihêje nav û cînavên komjimar ên her dû
zayendan (nêr û mê) :
-Ez van keç û xortan dinasim
-Wan agirtan pirtûkin xwendine
-………… . .
Di van mînakan de cînavên nîandanî digel navên nîankirî ketine raweya verêsê û nîeyên verse Peyapey[1] gihitine wan . Ev êweyê verêsê li gelek herêmên welêt bikar tê . Dema ku cînav bi tena xwe tên dîsan nîandekên verêsê li hemû herêman digihêjin wan :
-Ji agirtan ez vî dinasim .
-Ji nav pirtûkan ez vê divêm .
-Ev pirtûkên wan in .
Lê ku nav bi tenê , di pêvajoya hevokan de bikeve raweya verêsê , hingê xebitandina nîandekan ji herêminan ta herêminan tê guherîn . Li herêma Behdînan (wek nimûne) her sê nîandek digihêjin navên berverês :
-Şagirtî pirtûk xwend .
-Şagirtê pirtûk xwend .
-Şagirtan pirtûk xwend (yek pirtûk) .
Li pirraniya herêmên dîtir (Efrîn , Qamilo , Amed û bakûrê Amedê…) , nîandekên “ê , an”bikar tînin , lê nîandeka “î”nayê xebitandin :
-Mamoste ev pirtûk xwendiye .
-Mamosteyê ev pirtûk xwendiye .
-Mamosteyan ev pirtûk xwendiye .
Vêca pirs ev e : Gelo çima nîandeka verêsa navê mêzayê yekjimar (ê) û ya komjimar (an) bikar tên , lê ya nêrzayê yekjimar (î) bikar nayê ?!
Ma gelo duriste ku ev nîandek bikar neyê ?!
Bêguman êwazê rast û resen ew e ku nîeya verêsê (î) jî , wekî yên dîtir , bikar bê û bigihêje navên yekjimar ên nêrza:
-Serbestî pirtûk xwendiye .
-Ez li hespî siwar bûm .
-Helbesta Ehmedî kêsaz bû .
Lê bi dîtina min , nexebitandina vê nîandekê bi vî êwazê jêrîn , ne aiyek bêrê ye :
-Serbest (…) pirtûk xwendiye .
-Ez li hesp (…) siwar bûm .
-Helbesta Ehmed (…) kêsaz bû .
Raste ev êwazê xebitandinê ne resen e û ne li gora rêzika verêsê ye , lê nayê wê wateyê ku aiyeke çewt û nedurist e jî . Em dizanin ku bikaranîna nîandekên verêsê dû erkên rêzimanî , bi hev re pêk tînin :
1- Zayenda navê berverês destnîan dike .
( nêrza , mêza) .
2- Jimara navê berverês diyar dike .
( yekjimar , komjimar) .
Vêca ku ev her dû erk bi hebûna “î”yê û nebûna wê jî pêk bên , ji xwe nexebitandina wê nîandekê nema dimîne aî .
Em dizanin ku navên berverês (3) cor in :
– Yekjimarê nêrza bi nîana “î”
– Yekjimarê mêza bi nîana “ê”
– Komjimarên her dû zayendan bi nîana “an” .
Li vê gorê ku dû corên navên berverês bi nîandekên verêsê “ê ,an”bên nîankirin , corê sêyem bê nîankirin jî tê nasîn , anku nenîankirina wî bixwe nîan e .
– Mînak : Sê hêk li nik me hene . Em ê wan nîan bikin . Em ê yekê sor bikin , yekê în bikin û ya sêyem em ê wê bê nîan bihêlin , çiku nenîankirina wê bixwe nîan e (sipî ye) .
Em dizanin ku ziman berkêaneke (nîtaceke) civakî ye , weku her bûnewerekî zindî xwe sivik û ayik dike û xwe li gora gorankariya jîngeha civaka xwe saz dike .
Paguhkirina nîandeka verêsa navê nêrzayê yekjimar jî , bi egera wê sivikbûnê pêk hatiye , bêyî ku çi ziyan gihitibe watedariya wî navê sivikbûyî .
Nimûne :
Raweya Resen Raweya Sivikbûyî
– Derwêî name xwend Derwê name xwend
– Cotyar genimî diçîne Cotyar genim diçîne
– Hespî av vexwar Hesp av vexwar
– Zîn hespî av dide Zîn hesp av dide
– Ferhad gotî dikirre Ferhad got dikirre
– Ferhadî got kirrî Ferhad got kirrî
Ev her dû raweyên mînakan jî , li ser asta Kurdistanê bikar tên , bêyî ku çi alozî derbarî xebitandin û nexebitandina nîandeka verêsa navê nêrzayê yekjimar derkeve holê .
ErkûCiyê Berkarên Rasteder
Mebesta min ji têgeha peyva “erkûcî”ew rek û cihê peyvê di pêvajoya hevokê de ye . Ev navlêkirin jî min ji sernivîsa pirtûka mamosta Nûrî Elî Emîn ” Erkuiwênî RanaweKesiyekan le Axawtin , Kurdî da“[2] wergirtiye . Anku “erkûcî”bi wateya gotina Inglîzî “parsing”hatiye xebitandin . Em dizanin ku kar (verb) di zimanê Kurdî de dû cor in :
-Karên nederhingêv (têneper) .
-Karên derhingêv (têper) .
1- Karên nederhingêv ew kar in ên ku berkarên nerasteder naxwazin , anku hevokên wan bi kara û karên wan tenê jî sergihayî dibin , wek :
– Azad hat û çû .
– Em ê jî rawestin .
2- Karên derhingêv jî ew kar in ên ku bûyerên wan dihingivin [3] berkarên rasteder , anku hevokên wan b .yî berkarên rasteder (rastewxo) sergihayî (temam) nabin .
Wek :
– Azad gotarê dinivîse
– Min pirtûk xwend
Di van mînakan de erkûciyê van navan “gotar , pirtûk”ew e , ku bûne berkarên rasteder bo karên derhingêv” dinivîse , xwend”.
Pitî ku me berkarên rasteder dane nasîn , nuha jî em ê cor û celebên wan ji hêla cih û binesaziyê (formê) ve vekolin .
Ji hêla cihê berkarên rasteder û forma wan ve , berkar bi dû coran tên xebitandin :
a- Berkarê ku bi forma bêjeyekê tenê tê , weku (navekî , cînavekî) . Cihê vî berkarî , di pergala hevokê de , di navbera kara (kirde) û karê wî de ye , anku li pa kara û pê karê derhingêv cih digire .
Wek :
– Min Serbest dît
– Serbest jî ez dîtim
– Min tu û Serbest û Azad dîtin
– ……
b-Berkar hevokeke watedar , li pey karê xwe yê derhingêv tê xebitandin .
Wek :
– Ez dibihîzim , Azad naçe dibistanê
– Te got , em karekî nakin ?!
– Kî dizane kî çi dike ?!
– Te dît min çi diyarî Zînê kir ?!
– Tu karî pirtûkê bixwînî ?!
-………
Diyar e ku ev karên mînakên me ” dibihîzim ,got , zane , dît û karî”karinî derhingêv in û wateyên hevokên wan bêyî berkarên rasteder sergihayî nabin . Lê di van mînakan de berkarên van karên derhingêv hevok hatine . Ji hêla wateyê ve jî , van hevokan ûna navinan girtiye , ku erkûciyên wan navan bixwe jî , berkarên rasteder in :
– Ez dibihîzim , Azad naçe dibistanê
[ Ez (neçûna Azêd…) dibihîzim !]
– Te got , em karekî nakin !
[ Te (nekirina karekî) got !]
– Kî zane kî çi dike ?!
[Kî (karî kê) zane ?! ]
– Te dît min çi diyarî Zînê kir ?!
[Te (diyariya Zînê) dît ?!]
– Tu karî pirtûkê bixwînî ?!
[ Tu (xwendina pirtûkê) karî ?!]
– …… .
– Bi kurtebirrî , berkarên rasteder bi dû êwazan tên xebitandin :
– Bi forma bêjeyekê , yan bêjeyin xweser û li pêiya karên xwe yên derhingêv .
– Bi forma hevokeke watedar û li paiya karên xwe yên derhingêv .
Mînakine ronîker :
– Te çi got ?!
– Ma we bihîstiye kî hatiye bajêr ?!
Erkûcî ( parsing) :
Te : Cînavê kesîn e , karayê[4] karê (got) e .
Çi : Cînavê pirsiyarî ye , berkar ,[5] rasteder e .
Got : Karê (gotin) di nêzboriya xwerû de ye .
Ma : Alava pirsiyariyê ye .
We : Cînavê kesîn e , karayê karê (bihîstiye) ye .
Bihîstiye : Karê (bihîstin) di dema boriya sergihayî de ye .
Kî : Cînavê pirsiyarî ye , karayê kar , (hatiye) ye .
Hatiye : Karê (hatin) di dema boriya sergihayî de ye .
Bajêr : Berkarê nerasteder e , çiku pêrbesta (bo) ji ser hatiye avêtin (kî hatiye bo bajêr)
– Hevoka (kî hatiye bajêr) jî , dibe berkarêkarê derhingêv (bihîstiye) .