Beriya Mêrdînê û Êzidiyên wê

Konê Reş 
  

Beriya Mêrdînê ji çemê Ceqceq ta bi Çemê Zirganê, di ber
sînorê Sûriyê û Tirkiyê re dirêj dibe. Ango ew cihê ku ev eşîrên kurdan lê
akincî ne; Pînar Alî (Temikî, Koçekî, Bûbilanî û Mêrsinî), Deqorî, Milî
(Milanên Xidir Axa an Milanên Mezin), û Kîkî bi tev berên xwe ve. Belê ji çemê
Zirganê û ber bi rojava ve, dibe deşta Wêranşarê, ew jî cihê rûniştina du
eşîrên kurda yên mezin e; Xelecan û Milanên Paşê.

 Gelek kalemêrn
herêmê yên ku min ew dîtin, li gor ku ji bav û kalên xwe sehkirine, ji min re
gotin: Ji Cizîra Botan ta bi çemê Zirganê jêre dihat gotin Botan û ji çemê
Zirganê û Girê Mîr, rojhilatî Serê Kaniyê, bi dor 20 k m ta bi rojavayî Serê
Kaniyê bi 22 k m, jêre dihat gotin Milan, xelecan û deşta Wêranşarê. Wek ku diyar
e, herêma Wêranşarê, qelaçê Hilêliyê û derdora Ûrfayê ji sedê salan ve, cihê
eşîrên Kurdên Êzidî û misilma ne.

 

Belê ji ber fermanên fermî ji rex Osmaniyan ve, ji ber
xela û cefayê ve, ji ber şerê êlitiyê ku di navbera kurdên Êzîdî,
kurdên misilman û erebên misilman yên eşîra Gêsan de diqewimîn, gelek ji
Êzîdiyên herêmê tarûmar bûn; hin ji neçarî ji cihê bav û kalên xwe koçber bûn,
ber bi rojhilat ve, xwe li çiyayê Şingalê û Kurdistana başûr girtin, hin ber bi
rojava ve çûn, xwe li herêma Mêrdînê û çiyayê kurmênc girtin û gelek ji ber
zilm û zorê bûn misilman û yên mayî di beriya Mêrdînê û Wêranşarê de belav
bûn.. Xwe di nav eşêrên Kurdên misilman de parastin û bi taybetî di nav Eşîra
Milan de, bi herdu beran ve, Milanên Xidir Axa û Milanên Paşê, û piraniya wan
roja îro dibêjin em Milî ne… Erê, roja Îro gundên wan di nav gundên Ereb û
Kurdên Misilman de belavin.

 

 

Wêne: Ez û Hisoyê Hecî Reşo mezinekî Ezidiyên Beriya
Mêrdîmê. 

 
 
 Qamişlo, 31.08.2014

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Weşanxaneya Ramîna, bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Jêrderyavanên Ehqafan» a romannûsa Siûdî Emel Elfaran, bi wergera Yasîn Hisên, weşand. Ev çapkirin bi piştgirîya Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî di çarçoveya projeyeke ku armanc dike nimûneyên hilbijartî yên wêjeya Siûdî bo zimanê…

London – Di çarçoveya projeya wergerandina wêjeya Erebistana Siûdî de ya ji bo zimanê kurdî, ku ji alîyê Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî ve tê piştgirîkirin û ji alîyê Weşanxaneya Ramînayê ve bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, tê meşandin, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Sîberdar» a…

Piştî ku em bi navê Nûneratiya ENKS li Ewropa beşdarî Kongreya yekem ya zimanê kurdî li Elmaniya , ya ku roja Şemiyê 27.06.2026 li bajarê Düsseldorf hate lidarxistin, me peyameke pîrozbahiyê arasteyî kongreyê kir.

Di heman demê de me nûçeyek li ser vê bûyerê bi zimanê kurdî û erebî belav…

Bi vexwendina Yekîtiya Revenda Kurdî, Nûneratiya Ewrûpayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, beşdarî karûbarên Kongreya Yekem a Federal a Zimanê Kurdî bû. Di kongreyê de komek ji akademîsyen, lêkolîner, siyasetmedar û nûnerên saziyên perwerdeyî yên kurdî beşdar bûn. Armanca vê kongreyê xurtkirina hewildanên parastina zimanê kurdî û parastina nasnameya çandî ya…