Zimanê Felafil

  Yasîn Hisên

Berî her tiştî ez dixwazim ji xwendevana re gotina Felafil bidim şirovekirin.
Felafil:gotinek erebî ye û nave xwarinekê ye ku ji Nokên hûrkirî çêdibe û wan weke hevîr girover dikin û di nava zeytê de di qelînin, xwaringehên wê li bajarên Ereban pirin û weke axê ne. û ji ber ku ev xwarin gelekî erzane, bêtir kesên hejar û perîşan ji xwe re dikirin, û li gelek deveran Lefa Felafil bi (10) wereqê Sûrî ye, belê a Kebaba bi (60) wereqî ye.

Û ji ber ku goşt ji me û zarokê me re bûye mîna xewnekê, hema me tevda berê xwe daye Felafil, hema em tevde ji ber zikê xwe êvarî ranazên ji ber vê quzelqurta Felafil.
Eve Felafil û dastana wê di nava me de.. lê çawa zimanê me jî bûye zimanê Felafil, ew jî çîroka wê heye:
Yek caran ez jî mîna hindek hevalên xwe yek gotaran bi zimanê kurdî dinivîsînim, û kêmcaran bi zimanê erebî jî dinivîsim. Û şukir ji xwedê re ku kes gotarên me ên bi kurdî naxwînin, yana wê me bi sere dara vekirana. Ya giring ewe ku ez têm naskirin bi nivîskarekî kurd, û di temenê min û vê nivîskariyê de ez pêrgî kesekî nebûm ku ji min re gotin tu şaş dinivîsîne, yan jî tu xweş dinivîsîne- teqz ewe ku kesek wê gotarê naxwîne-yan jî ê dixwîne naxwaze dilê min bihêle, yan jî serî li min mezin nake.
Berî çendakî bûyerek bi min re çêbû, ku ez pêrgî çend dostên xwe hatim ku ew jî bi meselê nivîsandinê mijûl dibin…! Çawa ez rûniştim yekî ji wan ji min re got:
– min gotara te a bi zimanê erebî xwend, gelekî baş bû..seeta te xweş.
Hema min nedît ku yek ji rûniştiyan berê xwe bi min ve vekir û got:
– bira xuyaye tu zane binivîsîne, lê bi rastî yekhebin şaşîtiyên te yên ziman hene. Û di baweiya min de ku tu vegere Felafil wê baştir be.
Hema ez di cihê xwe de matmayî mam, û min got:
-Weleh birê min, ez bi gelek zimanan dibhîzim, lê zimanê Felafil min hîna nebhîstiye.
Yekî din niqurçkek da min:
– kuro mebesta wî zimanî kurdî ye.
Wax….wax
Hema min got:
– erê yabo, xuyaye hingî em Felafil dixun, zimanê me jî bûye ê Felafil, xuyaye ê te tu têr Kebabe heyran.

Û wisa, ez aniha bi zimanê Felafil dinivîsînim, û belkî ku rojekê hat û qewimî û Kebab bên Qurûşa jî, ez dibêjim qey ne ez dev ji Felafilê xwe berdidim, û ne jî hevalê min dev ji goştê xwe berdide…

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Bihuşta sênckirî

Piştî ku çek bêdeng bûn û top û tank aram bûn, dawiya şer hat û jinûavakirinê dest pê kir, zeviyeke fireh û sênckirî, mîna ajalparêzeke xwezayî diyar bû. Li orta wê Goleke avjeniyê mezin bi şêwaza Ewropî heye, kursiyên spî, sîwanên şînê vekirî li derdorê belavbûyî ne…

Bessam Mer’ê

Gava trajiydiya miletekî tê taqîkirin û ezmûnek tije jê derdikeve holê , wêjeyek çêdibe ku birînan vediguhze pendiyarîyê û bîranînan vediguhêze pirsên vekirî yên pêşerojê.
Yaşar Kemalê Kurd, stûnek wêjeya tirkî û cîhaniye ya ne tenê li ser gund û mirovên sade nivîsiye, lê belê ew kirine neynike tevahiya gerdûnê, ku…

Firyal Hemîd

Di çilya pêşîn de û berî serêsalê, bêhna pirtiqala û goştê biraştî tê min.

Ew çaxê serjêkirina dermala bû.

ew bêhna ku mirî ji goran radikir, di pozê zarotiya min de maye.

Çima tiştên berê jî bîra min naçin?

bi dîwarê bîrdankê ve zeliqî ne û…

Zahid Alwani

Aşîreta Batwan û Dêrşoyan: Çîroka Şerê Ku Bi Jinewateke Qediya, 1890 — Roja yekê, sê bira ji aşîreta Dêrşoyan piştî nivêja fîjrê derketin bo çiyayê li bijartekî xwe da ku bixebitin; cihê wan ji gundê xwe zêde dûr bû.

Piştî nivêja asrê, bavê malê ji xwişkê xwe — keça…