Bişkojên bêdengiya heyvê

 

Rewan,
bi meşa te re dibe kanî,
hergav li ser siya te diherike… E. X

*  * *
Pêldana dengê te

Va ye çengên çavên me li hev ketin,
û perîk bi ser dilan de hatin xwarê.
Dixwazim,
himêza xwe bi heskirina te aram bikim.
Dixwazim,
te di nav tûmikên sînga xwe de wek pisîkekê veşêrim.
Barê çavan giran nekim,
bila di xewneroja şêrîn de melvaniya xwe bikin.
Bi lavelava wan gulek di nav lêvên ramûsanekê de vebû.
Nikilê nerînan di guldankekê de ew kom kirin.
Gava laşê gulberojkê ji mêjandina nerînan jar bû,
dil jî, xewna xwe bi rastebêja pêldana dengê te re hilçinî.
12.06.2009
 * * *
 
Ristika xweşiyê

Bi buhayê jînekê,
li te guhdarî dikim.
Ji dema ko li nav baxçeyê dildariyê
libên kenê te bi darê ve bûne gilyaz.
Ji dema ko tu diçû dibistanê;
ew dema ronahiya bişkivîna te li xaka hizra min hilat.
Tu wî,
ew nêrgiza di hustê xweşiya min de buyî ristik.
Tu wî ew evîna avê,
li ser pelgên dil diherike.
Keleha bêdengiyê yî,
li ber afrêneriya min,
tu bûyî feraşîn.
20.06.2009
* * *
Sava û bişkoj

Du heyv di pencereya min de
silavê li şeva dil dikin.
Yek sava ye, yek bişkoja çav e;
roniyê li dema dînoke dagîr dikin.

Du wêne ne,
bi gulqedîfeyan dorpêç dibin.
Kevanekî şînsahî, 
sîwanekê didin ser serê evîna min.

25.06.2009

Ezîz Xemcivîn

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…