XEWN

 

Hilbîn Muhemed Baqir

Çar tîp
x…e…w…n
(x) ji xweliya xewnên sipêdeyan
(e) ji eza ehrîmen
(w)ji wahid û ehed
(n) ji nûn û elqelem û ma yesterûn
Çar tîp:
Di rawestana demî de livîn
Di naxê min de
Xeware bûn
Wek hafzekê serbilind,bi destên nizim
Ez lêgeriyam
Min dît…û
Min nedît!
Her tîpek bû pelek
Her pelek bû gulek
Her gulek bû dilek
Devê min germ bû
Û ez di navbera xwe û te de,
Hêj aşî dihêrim
Hêj di eşqa xwe de dihêrim
Hêj li çar tîpan digerim
Car ew min digerin,
Car ez wan digerim!
Û di henasedana min de,
Îblîsê mîhredar fetisî
Ji hingê were em li kesekê digerin
Em gunehan bikin situyê kê de?
Dalxeyên kê lêbidin
Gunehek têra dozexê dikit
Dalxeyek têra beheştê dikit
Tu bêjî dozex yan beheşit
Têra çar tîpan bikit?
Te ne gotibû min,
Hevsarê min werîse
Te negotibû min netirse
Te negotibû xewn li vî welatê virtûvale harame,gunehe,pîse!?
Kesê negotibû min guneh çi ye?
Kesê negotibû min haram çi ye?
Kesê negotibû min pîs çi ye?
Çawan gunehe û
Her tîpekê çend caran ez mirandim
Her tîpekê çend cara ez giriyandim
Her tîpekê çend cara li asmanê bê gunehiyê ez firandim
Çawan harame û
Her tîpekê çend stêr li şevistana min çirisandin,
Her tîpekê çend dergeh li pişt min li taq hêlan,
Her tîpekê çend dîwar li ber gavên min herifandin?
Çawan pîse û
Her tîpekê deriyekê di lepê min de meyand,
Her tîpekê erşê xwedawendiya min hejand,
Her tîpekê telqînek li ser kêla serê min xwend?
Her tîpek bû agirek
Her agirek bû rojek
Her rojek bû qiyametek
Belê,kî dê heq û hesabê li gel min kêt?
Di bendemanê de
Û hêj tu dinêrî
Û ez dinêrim
Di nehiyê de
Hêj tu digerî
Û ez digerim
Û hêj tu radiwestî
Û ez radiwestim!
Û di rawestinê de…
Tu bi domahîk dihêyî
Belê ez
Dibim mirîd
Dibim feqî
Dibim mela
Û demê çar tîpan digihînim hev
Dibim aşiq
Û di eşqê de,
Diçim rêza pêxemberan.

Veguhastin ji pîtên erebî bo latînî
Demhat Dêrikî

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…