ji weşanxaneya do’yê 4 berhemên nû yên salihê kevirbirî

FILÎTÊ QUTO
20 Kilam & 20 Qewimîn
Salihê Kevirbirî
Weşanxaneya Do, 172 Rûpel, Kurdî/Kurmancî

“(…) Serpêhatiyên mîna Mala Eliyê Ûnis, Bavê Fexriya, Emê Gozê, Gênc Xelîl û Edûlê, Emînê Perîxanê, Bişarê Çeto, Dr. Yusuf Azizoglu û hwd pir in. Pir giring e ku nirxên wisa hêja bêne parastin. Teknîk û mecalên îro rê didin ku mirov van nirxên pîroz biparêze, wan vejîne.

Nivîskar Salihê Kevirbirî di serdana xwe a Swêdê de qala xebatên xwe li ser van nirxên pîroz kiribû. Dengbêjiya Kevirbirî jî heye. Lê qet nebûye cihê niqaşê.
Kevirbirî bi xwe gelek kilaman zane û bi formek modern dibêje. Kevirbîrî bi berhema “Filîtê Qûto”, 20 serpêhatiyên klasîk pêşkêşî xwendevanan dike. Di dawiya pirtûkê de wêneyên gelek kesên hunermend û kesên bi serpêhatiyan re têkildar hatine bicîkirin. Formê dengbêjiya Kevirbirî di pirtûkê bi xwe de jî tê dîtin. Serpêhatî bi du forman tên ronîkirin:

Kilamên orîjînal li ser serpêhatiyê
Pêşkêşkirina serpêhatiyê bi formê nivîsînê/senaryo…

Herdu form mecalê didin neslên nû ku karîbin serpêhatiyan baştir fêm bikin. Berhema Kevirbirî, ji kesên dixwazin ji awira sînemayî, şanoyî, edebî û hwd jî li ser van serpêhatiyan bixebitin jî deriyên nû vedike. (…)”

Gabar Çiyan

SEDSALA QÊRÎNAKÊ
KARAPETÊ XAÇO
Salihê Kevirbirî
(Wergera Ji Tirkî: Şerîf Derînce)
Weşanxaneya Do, 144 Rûpel, Kurdî/Kurmancî

(…) Wexta Salihê Kevirbirî ku yek ji guzîdetirîn nifşa rewşenbîrên kurd ên ciwan e,  ji min re got, wî Karapêtê Xaço ziyaret kiriye û dixwaze derbarê wî de kitêbekê binivîse, ez gelekî dilşa bûm. Piştî sedsalekî, rewşenbîrek ê encax bibe nevîçirkê dengbêjê mîrasa wî jê dewr digire û derbasî nifşa xwe dike. Salihê Kevirbirî berê jî antolojiyeke dengbêjan amade kiribû.

Di vê xebata xwe de Salihê Kevirbirî nîşanî me dide ku ji hostayên gotinên qedexebûyî ev yek hîn bûye: Divê tu tişt winda nebe, ji bîran dernekeve û neçe, her gav di tarîxê de bê qeydkirin, mîrasa ku heyî her gav bê parastin û derbasî nifşên nû be. Xebata Kevirbirî hem panoramayeke balkêş a çaxên em têra xwe nizanin dide, hem jî mîraseke bêhempa ji me re dibexşîne.

Ka em hemû tiştî li aliyekî bihêlin û bikevin kûrahiyên vê dewlemendiya ku Salihê Kevirbirî nîşanî me dide, da ku em giyanê xwe hinekê dewlemend bikin…”

Mehmed Uzun  

HEVÎRTIRŞ
Makale & Portre
Salihê Kevirbirî
Weşanxaneya Do, 184 Rûpel, Kurdî/Kurmancî

“(…) Kitêbkirina gotar-nivîsaran ji bo parastinê, bi ya min rê û rêbazeke pir baş e û ya herî aqilane ye. Bifikirin, nivîskar an rojnamegerek di maweya nivîsandina xwe ya salên demdirêj de, bi sedan nivîsên cihêreng dinivîse. Gelo heger mirovekî zêde ne rêkûpêk be, ji sedan nivîsên xwe yên çapkirî, dikare çendan bîne deyne ber we? Bi ya min wê bersiv “neyînî” be. Lê dema ew nivîsar bibin kitêb? Nivîskar çiqas tevlihev, nerêkûpêk be jî, dikare nivîsarên xwe yên ku bûne kitêb biparêze. Bi gotineke din, mixabin rêje û ihtîmala badilhewabûn û wendabûna kovar û rojnameyan -nexasim di nava kurdan de- pir zêde ye. Lê wendabûna kitêban zehmet e û parastina wan hêsan e. Sedema min a ku ez nivîsarên xwe yên di kovar û rojnameyan de çapbûyî de, wekî kitêb ji nûve çap dikim ev e…”

Salihê Kevirbirî

TEYÎBA MIN
Gotûbêj & Lêpirsîn
Salihê Kevirbirî
Weşanxaneya Do, 252 Rûpel, Kurdî/Kurmancî

“(…) Lewre, kesên ku dixwazin van taybetmendiyên nirxdar qezenc bikin, bila nivîsên Salihê Kevirbirî bixwînin. Naverok çi dibe bila bibe, Salih li ser çi jî binivîsîne, hem spehî dinivîsîne, hem jî germahiya çand, civak-jiyan û zimanê kurdewar dixe nav. Bi ser de jî mijarên ku li ser wan dinivîse, bi rastî jî balkêş ango serincrakêş in. Min bawer e dema ku we dest bi xwendina vê pirtûkê kir, hûnê di demeke kurt de xwe bigihînin dawiya pirtûkê û hewl bidin, ku hûn pirtûkên Salih yên din jî bi dest xwe ve bînin û bixwînin. Ez serkeftin û pêşveçûnên hên mezintir ji nivîskarê meyî ciwan Salihê Kevirbirî re dixwazim…”

Mustefa Reşîd

Weşanxaneya Do
Şehît Muhtar Mah. İstiklal Cad.
Nane Sok. No: 5/5
Taksim-Beyoğlu / İstanbul
Tel: (0212) 243 01 56
Faks: (0212) 252 70 48
doyayinlari@hotmail.com
rojnameger@hotmail.com

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mehmûd Badilî

Di demek herêmî û navneteweyî ya gelekî aloz de, General Mazlûm Ebdî du erkên bingehîn destnîşan dike ku wekî bernameyeke siyasî qonaxî xuya dikin, lê di bingehê de ev herdu erk encama sedsaliyekê ji xwestekên gelê Kurd li Sûriyê ne:

Yekem, bi cihkirina rêkeftineke destûrî bi hikûmeta Sûriyê ya…

Mislim Şêx Hesen – Kobanî

Ziman ne tenê amûrek ragihandinê ye di jiyana mirovan de, ew di heman demê de stûnek bingehîn e ku nasnameya kesane û neteweyî li ser wê ava dibe. Di çarçoveya lêkolînên zanistî yên civaknasî û zimannasiyê de, ziman wekî pergalekî sembolîk û semantîk tê nirxandin ku rê…

Hozan Yûsiv
 

Ev gotar bi taybetî balê dikişîne ser statuya zimanê kurdî li Sûriyê di ronahiya geşedanên siyasî yên dawî de.

Pirsek heye ku pir caran di nîqaşan de derdikeve pêş:

“Heke Kurd zimanê xwe dixwazin, çima bi erebî dinivîsin û têkiliyê dikin?”

Di nihêrîna pêşîn de, ev weku pirsgirêkek zimannasî…

Riyad el-Salih el-Husên

Weger ji Erebî

Bessam Mer’ê

 

Me her tișt heye;

Milyonek nan ji bo milyonek birsî

Milyonek ramûsan

Ji bo Milyonek evîndar

Milyonek xanî

Ji bo Milyonek derbederan

Milyonek pertûk

Ji bo Milyonek şagirt

Milyonek nivîn

Ji bo Milyonek…