Kitêba çaremîn ya kovan xankî li babet êzidiyatî û mihemed uzun derdikeve

  (bandora êzidiyatiyê li ser romana hawara dicle ya muhemed uzun) navê lêkolînek e nû ye, ji bal nivîskarê genc (kovan xankî) ve hatiye berhevkirin û weşandin.

Ev kitêb pîrozî, rê û risim, tiradisyon, civak, tarîx, zulim û zor û fermanên bi ser êzidiyan hatin; di romana hawara dicle ya romannivîsê kurd mihemed uzun de destnîşan dike, ku li ser dû paran hatiye parvekirin, di para êkê da; basê romanê bi rengek tiywrî hatiye kirin, û di para din de piraktîzekirina hawara dicle ye û amajê bi pitir ji (80) babetên êzidiyatiyê dik e, lê qebarê wê biçûk e û kêm per e. ku dinava bergekî ciwan de hatiye çêkirin ku nivîskar bixwe durist kiriye.
Bo zanîn ev kitêb, berhemê nivîskar kovan xankî yê çwaremîn e di warê edeb û rexneya edebiya kurdî da dihêt weşandin, û çend berhemên din li ber capê hene.

Layqî gotinêye ku mihemed uzun jî kurdekî bakurê kurdistanê ye, weke romannivîsekî kurd yê têr berhemê romanê dihêt naskirin, li sala 1953an de li gundê swêreka ser bi bajarê rehayê ve hatiye dinê, û li 29 yê gulana 2006an de hat zanîn ku tûşî nexweşiya seretanê bû ye, û ji egera vê êşa dijwar sala 2007 li amedê wexer dike.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

 

Di destpêkê de

Milet ji henasên xwe

cawekî ji hevrêşim dihûna;

Li aliyekî rokek pêve didrût û

li aliyê din lîlandineke dengketî.

Bi hajixwebûn

pêlav di ser siya şehîdan re dimeşiyan

mîna ku xak bi bîranîna wan re…

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…