mehrecan


selah mihemed

Kî xelatê bi kîve kê
Wê ji xwere çarçovekê
Wê bixe ber singa xwe de

Daleqînê bxanîvekê
Bûne perçe wek partiya
Her yek bûye peyê diye
Da ji hevdû ne xeyidin
Bûne mired wek sofiya
 
Mijara te biguhêrim
Li paşerojê dinêrim
Bi bexşîne hevalê min
Li mehrecan agedêrim
 
Tevde dîsa sûcê meye
Ketina me bdestê meye
Tiştê me tev li ber çavin
Zimanê me bela meye
 
Ev xewnê me heta kengî
Wan bi bînin her bê dengî
Emjî weak van gelane
Bibin xwedyê ala rengî
 
 
Mafê mine ez xuyabim
Çima heval hazir nabim ?
Qeyi mehrecan wa kiriye ?
Ji mafê xwe cuda nabim
 
Yasa wê kî daniye ?
Bê pencere bê deriye
Mehrecana gelê kurde
Perçekirin mafê kiye ?
 
Yê xelatê bijartîne
Helbesta xwe ku nexwîne
Ne gereke amadebê

Wê xelatê her bistîne .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

London – Di çarçoveya projeya wergerandina wêjeya Erebistana Siûdî de ya ji bo zimanê kurdî, ku ji alîyê Desteya Wêje, Weşan û Wergerê ya Padîşahîya Erebistana Siûdî ve tê piştgirîkirin û ji alîyê Weşanxaneya Ramînayê ve bi hevkarîya Ajansa Kelimatê, nûnera Siûdî ya projeyê, tê meşandin, wergera kurdî (kurmancî) ya romana «Sîberdar» a…

Piştî ku em bi navê Nûneratiya ENKS li Ewropa beşdarî Kongreya yekem ya zimanê kurdî li Elmaniya , ya ku roja Şemiyê 27.06.2026 li bajarê Düsseldorf hate lidarxistin, me peyameke pîrozbahiyê arasteyî kongreyê kir.

Di heman demê de me nûçeyek li ser vê bûyerê bi zimanê kurdî û erebî belav…

Bi vexwendina Yekîtiya Revenda Kurdî, Nûneratiya Ewrûpayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, beşdarî karûbarên Kongreya Yekem a Federal a Zimanê Kurdî bû. Di kongreyê de komek ji akademîsyen, lêkolîner, siyasetmedar û nûnerên saziyên perwerdeyî yên kurdî beşdar bûn. Armanca vê kongreyê xurtkirina hewildanên parastina zimanê kurdî û parastina nasnameya çandî ya…

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…