Daxuyanîya Partîya Yekîtîya Kurd li Sûrîyê ji bo xwepêşandana 12.10.2009 li Qamişlo

bi bona 47-mîn salvegera Hejmartina Awarte û derbasbûna salekê bi ser Dekreta numre 49 ve 5. vê heyvê 47 sal derbas dibin ji roja pêkanîna Hejmartina Awarte di parêzgeha Hesekê de (herêma Cizîrê) sala 1962 ê. Ew projeya ko, li gora wê, ji dehhezarên kurdan, jimara wan îro dighêje bêtirî 300.000 mirovî, nasnama sûrî hate standin, bê ko tu gunehê wan hebe, ji bilî kurdîtîyê. Di van salên derbasbûyî de mirovên bênasname êş û kêmanî dîtin û gelek derd kişandin û dikşînin. Tevî ko herdem daxwaz li dewletê tê kirin, da mafê nasnamyê li van kesana vegerîne, û mikurhatina hukmetê gelek caran, ko ev pirsgirêk heye û soz dane, wê çareser bike û vê zor û astengîyê ji ser wan mirovên kurd hilîne.
 Lê ew soz hemû ne jidil û nerastin. Roj piştî rojê diyartir dibe, ko rejîma Sûrî naxwaze û di pîlanên wê de nîne çareserkirina pirsa mirovên bênasname û herweha ya hemû pirsgirêkên bi gelê kurd ve girêdayî. Belê ew rejîm li bende ye, heya ev qanûn û qanûn û projeyên nijadperest yên mayî jî bandora xwe heya dawî bistînin û xwevegrin û di rêka wan re aramanc û xewna nijadperestan di helandina gelê kurd de û valakirin û erebîkirina welatê wî de bighêje serî. Diyare ko ji desthalata Sûrîyê re nederde, çiqasî mirov biêşin û di astengîyê de bijîn. Roj piştî rojê hişên nijadperestan projene qirêjtir li dijî gelê me derdixînin û tînin holê. Ya dawî ji wan dekreta 49 bû, ko roja 10.09.2008 derket û ser bingeha wê herêmên kurdî bi temamî wek herêmin sînorî hatin naskirin û bi vî cûreyî her şêweyê kar û xebat û kirînfirotinê di herêmê de anîn sekinandin, da gelê kurd bêçare bibe, ji herêma xwe bireve û xwe bispêre derdora bajarê mezin li Sûrîyê û li wir dä bêrûmetî yê de, di çadiran de û li ber berf û baranê tevî zarokên xwe bijîn. Yan jî xwe têxin qeyikên mirinê û berî bidin derveyî welêt. Tevî ko gelek çalakîyên protestoyê yên gelêrî û siyasî ji bo sekinandina û hilanîna vê dekreta nemirovane, ko tu xêr û bercewendiya kesekî tê de nîne, lidarketin, lê hemî jî bêfêdebûn. Ji sibata çûyî de me kar û çalakîyên xwe sekinandibûn ji bo rê liber çareserkirinên aram û aştiyane vekirî bimînin. Belê diyare rejîmê nama me şaş fêmkir û sekinandina çalakîyan weke qelsî têgehîşt û projeyên xwe berdewam kir û girtina siyasetmedar Û çalakvanên kurd jî berdewam kir, heya radeya girtina hinek kesayetîyên rêber di tevgera kurdî de, mîna mamosta Meşaal Temo, berdevkê şepêla Pêşeroja Kurdî li Sûrîyê û Mistefa cuma, Sadûn şêxo û Mihemed Saîd Omer ji Partîtya Azadî ya Kurd li Sûrîyê û herweha hevalê me Îbrahîm Xelîl Bro, endamê komîta siyasî ya Partîyê û hevalên me ji grûpa Helebê, ko ev du sal û nîve di zindana Sêdnaya de ne: Ahmed Xelî Derwîş, Dilgeş şamo Mamo, Yaşa Xalid Qadir, Tehsîn Xeyrî Mamo, Nezmî Abdilhenan Mihemed. Ji wana jî Tehsî Xeyrî Mamo wendaye û ti nûçe ser wî nînin. Ev yek jî diyardike, ko maf û azadîyên mirovan li cem hukmetê bê qîmet bê nirxin. Ey gelê kurd, Ey hêzên demokrat û welatparêz û rêxistinên mafên mirovan, Ji ber ko xebata di ber mafê gelê me de û parastina wî berpirsyarîya me ya dîrokîye; û ji bo riswakirina berdewmkirina dekreta 49 û qanûna Hejmartina Awarte û hilanîna wan û jiholêrakirina havilên wan; û ji bo daxwazkirina sekinandin û rakirina hemû qanûn û projeyên nijadperest, ko dijî gelê meyê kurd têne meşandin; û ji bo berdana girtiyên kurd yên sîyasî û berî hemî girtîyên partiya me; û ji bo çareserkirina pirsa kurdî li Sûrîyê, em bangî we dikin û ji we dixwazin, beşdarîyê di xwepêşandna me de bikin. Partîya Yekîtîya Kurd li Sûrîyê roja 12.10.2009 xwepêşandanekê li bajarê Qamişlo, xêzika meydana Hilêliyê, seet 16:30 piştî nîvro lidardixîne. Em ji heval û dost û beşdaran hêvî dikin, xwepêşandanê bi şêwekî şaristanî û demokrat, ko layiqî bejna gelê meye pêkbînin.

Komîta Navend ya Partîya Yekîtîya Kurd li Sûrîyê
 
03.10.2009

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

 

Di destpêkê de

Milet ji henasên xwe

cawekî ji hevrêşim dihûna;

Li aliyekî rokek pêve didrût û

li aliyê din lîlandineke dengketî.

Bi hajixwebûn

pêlav di ser siya şehîdan re dimeşiyan

mîna ku xak bi bîranîna wan re…

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…