Nîgara şevê

 

PÎROZ

Zarokan xwe bi giryê xwe şadikirin
Di wê şeva zivsitanîde
Kadizan tola salên kor ji hev hiltanîn
Sitêrkên ko bi lewendî
Asîman di xemilandin

Ketin lîska keys anînê
Li bende rijandina hev diman
Heyva bedew
Roniyaxwe daqurtand
Û xêzkên nîgara şevê
Di bejnaxwede -bi zirzî  –
Vemirandin
———————————                                                                     
Di wê şeva zivistanîde
Karwanên tirsê êrîşî kêlîkên bêdeng dikin
Sawêr pêlewanin
Bi dîwaranve radpelikin
Bê hûdetî jî xwe di bin sifrnade vedşêre
Ta xwe li jiyana belengazan rakişîne
———————————–
Çavêmin xewê ji qiraxên şevê berhevidikin
Û zîqzîqa feleqîniyên dergehê odekamin
Di mastêrka gumananre
Digindire guhêmin
Xwestekên min
Li ber bayê kur
Têne dêran
————————————–
Şev siwareke hingaftiye
Birînaxwe vedşêre
Hêdî hêdî ber bi qada
Rimbazanve diçe
Ronyeke fedyok ji bin ewran dertê
Dinav zingara moxila pencerêre
Mizgîniya sipîdeyeke nû dide
————————————-

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…