Rûresma Şîniya-xwatirxwaztinê ji bo nemir Husên Koro li bajarê Bremen,ê ye

Siba çarşemê di 22. 04. 2009-an de, rûresm û şîniya-xwatirxwaztinê ji bo xebatkarê Kurd yê têkoşer Husên Koro dê li bajarê Bremenê – Bakurê Almaniya- lidarkeve, di heman rojê de, termê nemir ji bo welat were şandin.
· Nemir û Xebatkar Husên Koro (1965 – 2009) kî ye:
·  Li bajarê Qamişlo(Enteriyê) di sala 1965-an de ji dayîk bûye.
·  Xwandina xwe ya Hiqoqî (mafnasî) li Sûriyê û Libnanê tewaw kiriye. Karê xwe weke bervedêr li Qamişlo û Hesekê û hin bajarên din kiriye.

·  Di sala 1993-yan de. Jiber belvkirina daxûniyan ku têde rêjîma Sûriya rûreş dikrin, ligel hejmareke mezin ji hevalên Partiya Yekîtî ya Demoqrat a Kurd li Sûriyê (Yekîtî) kete zîndanê (şaxê Felestîn) li Şamê.
·  Ew kadirekî li pêş û çalak di Partiya Yekîtî ya Demoqrat a Kurd li Sûriyê (Yekîtî)- de bû, her weha endamê Komelgeha YASA ji bo lêpirsîn û şêwirmediya yasayî bû.
· Bavê pênc zarokan bû ( Fener, Nama, Yara, Vînda, Zevîn)
·  jiber zordarî û dorpêç-kirina rêjîma Sûriyê jê re û asteng-kirina jiyana wî, ew jî weke hezaran ji welatiyên Kurd koçber bûbû, û li Almaniya bajarê Vechta (Bakum) niştwar bû.
· Di 18. 04. 2009-an de rewanê wî yê pak ji nav me barkir û chû ber dilovaniya xweda.

Cih:
Kohlen Str. 64
28217 Bremen

Dem:
Çarşem 22. 04. 2009
Ji demjimêr 13 – 17

Ji bo agahiyan:
016091849780
01748903457
015203069852

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…