Hevpeyvîn bi çalakvan Ebdulhemîd Osman re

Em grupek bi navê Platforma Kurdên Hamburg çûn serdana çalakvanên ku ev 14 roj in ketine greva berçîbûna, ku di rewşeke pir dijwar de çalakiya xwe berdewam dikin. Di bin serma û baranê de ne û heta niha kesî li rewşa wan nepirsiye. Wek diyar e di vê dema dawiyê de peymana vegera penaberên ku ji welatê Sûrî û rojavayê Kurdistanê hatine Almanya ku piraniya wan kurd in. me xwest bi vê serdana xwe piştgirî û moral bidin wan û me ev çend pirs ji çalakvan ”Ebdulhamîd Osman” kirin û wî jî bersiva pirsên me da. Raste laşê wî pir westiyayî bû lê bi baweriya xwe wekû roja yekem be dilgerim û moral bilind bû.
  Pirs – Îro hûn dikevin roja xwe a çardehan, ku hûn di çalakiya greva birçîbûnê de ne, bê xwarin li ber vê sermê ji bo protestokirina peymana di navbera Sûrî û Almanya de. piştî ewqas roj hûn xwe çawa dibînin, li gor baweriya we hûnê karibin berdewam bikin?

Bersiv – Di destpêkê de ez sipas dikim ji bo vê pirsa te, li gor biryara komîta me bi hev re me soza da ku em têkevin greva berçîbûna vekirî. Heta em karibin em ê berdewam bikin, heta ku dilopek xwîn di laşê me de hebe, em ê berdewam bikin. Bi hatina kesayetên me, rewşenbîr, nivîskar, tevgera me ya siyasî herkesê ku piştgieya me dike û destekê didin me, roj bi roj moralê me xurtir dikin û em ê bi ser kevin.

Pirs- Lo gor helwest û armanca ku we ji bo wê xwe xistine berçîbûnê, heta niha we bersivek erênî ji tu aliyan wergirt, Ji aliyên sazî û desgehên alman ên wek mafê mirov û wezareta hundur bi xwe û ji aliyê din de jî we tevgera xwe a siyasî li asta berpirsiyariyê dît?

Bersiv- Bi rastî di destpêkê de hindek kêmanîyên telnîkî ji aliyê tevgera me ya siyasî ve derketin, lê em li ser nesekinîn, wek me soz dabûn hev ku em û tevgera me û yên di hundur wê de û yên dervî tevgrê, ku em ê bi hev re bixebitin. Ne tenê ji bo vê peymana ku 7000 kurd vegerînin, lê belê a herî giring pirsa gelê me wek pirsa gelekî ku lê bê pirsî li ser masiya dewletên navnetewî ku berz bibe û geş bibe û bibe dozek akteul.
Ji bo pirsa te ya duwemîn jî, mixabin ku saziyên almanan bi rengekî mezin heta nuha bê deng mane. Bes em di wê baweriyê de ne ku bi îradeya van hevalê me ku ev çarde roj in hîna xwe di destpêkê de dibînin. Di baweriya me de ku saziyên wan, desgehên wan çiqas xwe bêdeng bikin jî, di dawiyê de em ê wan mecbûr bikin ku werin vê derê û ji me bipirsin bê em çi dixwazin… em nafikirin ku em çalakiya xwe rawestînin lê em ê berdewam bikin.

Pirs- Baş e ez naxwazin te pir biwestînim, ji ber ku niha tu pir wesitiyaye û hêza te niha nema ye. Dixwazim bipirsim bê tevgera kurd li perçeyên din piştgrî dan we û bi erkên xwe rabûne an na?

Bersiv- Berî hertiştî hêviya me bi rojavayê Kurdistanê mezin e ku wê li me xwedî derkevin, lê ev nayê we wateyê ku em bang li biraderên xwe li perçeyên din nekin. Me banga xwe gihand serokê herêma Kurdistana azad birêz Mesûd Barzanî û KurdsitanTv jî hat wêneyên me kişandin. Ji aliyekî din ve jî, gelek sazî û kesayetên me ji bakurê Kurdistanê jî hatin û piştgiriya me kirin. Ji bo vê yekî dixwazim bêjim ku miletê me ê rojava hêjaye piştgiriyê ji ber ku ked daye herçar perçeyên Kurdistanê û di baweriya me de, wê rojek bê ku em tev li hev xwedî derkevin.

Pirs- Gotina te a dawî ku tu bang li ragihandinê bike, ji kerema te niha çi di serê we de heye bibêjin.

Bersiv- Banga min ji bo gelê me heye ku niha li pêşiya me meşeke mezin li Berlînê ji bo bîranîna serhildana 12 ê adarê heye, roja ku rêjîma Sûrî komkujî bi serê gelê me de li Qamişlo anî. ku zêdeyî 25 kesên me bi çeka basiyan hatin kuştin. Ji bo vê yekê hêviya me ji gelê me heye ku bi hijmarek mezin beşdarî vê meşê bibin. Bila miletê me bi qîz, xort, zarok, mêr û jin werin ber wezareta hundirê Almanya vê peymanê şermezar bikin û li ber qunselosa Sûrî jî rêjîmê şermezar bikin.

Pirs- Em jî bi navê Platforma Kurdên Hamburg bi her hawî piştgirya we dikin û serkeftin û berdewamiyê ji çalakiya we re dixwazin, hêviya me ew e ku hûnê bighêjin encameke baş.

Bersiv- Ez jî di gotina xwe a dawiyê de, bi navê xwe û hevalên xwe spasiya Platforma we dikim, ku hûn rêzdaran hatin serdana me û moralê me bilind kirin û her bijî ji gelê kurd û kurdistan re.

08.03.2009 Berlin
Li ser navê Platformê
Arşevê Oskan

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî
Roman a Ingeborg Bachmann ya bi navê “Malina” ne tenê romanek e, ku mirov tenê bixwîne; ew hevdîtineke bi şêwazekî din re, yê bîrkirin û hestkirinê. Ew çîroka jinekê ye, ku di cîhaneke cih ji bo hestên wê yên kûr tune ye de, diqete û diherife.

şiroveyeke zelal û wêjeyî ya…

Dr. Mahmoud Abbas

Herçend pergala Wilayeta Feqîh pergaleeke qirêj û xapînok be, û gelek tawan li hundirê Îranê û li derveyî wê kiribin, lê îro ecêbî û êşeke mezin ev e ku gotara wê, di hin dosyayan de, ji gotara rêveberiya Trumpê zelaltir xuya dike؛ rêveberiyeke ku dixwaze têkçûna xwe ya siyasî û…

Rebhan Remezan

Weke zêdekirinek li ser tiştên ku min berê di gelek gotaran de nivîsandibûn, yên ku xwendineke rexneyî li ser rûçikên xebata siyasî li welatê me Sûriyê dihewand, îro nakokiyeke balkêş û heta şokker derdikeve holê, ku rastiya çepa Sûrî bi gelemperî, û hinek partiyên Kurdî yên Sûrî bi taybetî hilavaşîne….

Rabhan Ramadan

Çar dehsal û piçek.. Û qehremaniya Kurdî nû dibe

Hezar carî pîroz be ey qehreman, ey Egîd.. Bi serkeftin û şampiyoniya xwe ya li ser asta cîhanê, te ez û hemû Kurd şa kirin. Çar dehsal û piçek, ev e ferqa demî di navbera koçkirina şampiyonê cîhanê yê zîvranî…