Ciwanê delalî

Hemî çem û pir û av bi gorî te bin!
Hemî seyran bi heyrana te bin
Hemî helbest û awaz û sitran û tilîlî ji bejna te re
Hemî Nesrîn û Beybûn û Rîhan ji navê te re

Hemi dîlan û şano û mozîk ji çavên te re
Ciwanê delalî
Ciwanê xweşik
Ciwanê piçûk
Ciwanê nazik
Nervîne reş û bê bext Sipîndara me ya herî nazik ji nav me bir
Gula dîlanan
Şanogeriyekî birîndar
Ciwanekî ser bixwe
Qehremanekî bihtirî ji temenê xwe
Evîndarekî xemgîn

Ciwanê delalî
Te dê û bavê xwe hiştin xemgîn
Te koma xwe kir dil birîn
Te evîndare xwe bê yar hişt
Bê oxir bê silav te barkir

Ciwanê delalî
Ez bejna xwe li ber navê te di tewînim
Ez bejna xwe li ber karê te di tewînim
Ez bejna xwe li ber qehrmaniya te di tewînim

Ciwanê delalî
te ji bîrkir ku ti wêneyên şehîdan ji wan re bibê?.
ew wêneyên ku te bi mêranî û qehrmaniya xwe girtibûn?.
te ji bîr kir ku ti Şal û şapikê xwe bi xwere bi be?.
te ji bîr kir ku ti li Qamişloka xwe meyzîne?
te ji bîr kir ku hevalê te di wê rojê de dûrî te bûn?.
te ji bîrkir..te ji bîrkir..te ji bîrkir?.

Ciwanê delalî
Di zelaliya asîman de rakeve
Di nav helbestên yezdan rakeve
Li wir ti mihvanê bûhiştiye
Li wir tû mihvanekî delalî
Ciwan tû zave
Her Newroz û her seyran û her serhildan tû dakeve
Ciwanê delalî jiyan bê tame bê te xave …bê te xave..
Ciwanê delalî.

Bavê Alan -Qamişlo

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

” Darizandin” a Kafka, ku di sala 1913an de hatiye weşandin, pirr caran wekî çîrokeke komplex û xumamî tê dîtin, ku xwêner bi gelek pirsên bêbersiv û cîh ji bo şîrovekirinê dihêle. Ev vebêjî ji ber têgihîştinên xwe yên kûr ên derûnî û nîşandana çirûskane ya têkiliyên hêzê, hestên sûcdariyê û tirsa hebûnê tê…

Rêber Hebûn

Reşzeytûn

Taybetmendiya evînê wek mijareke helbestî li cem jina helbestvan heye, yek ji wan taybetiyên diyar : tenikbûna derbirînê, ev yeka me dibe li ber kûrbûna ezmûna jiyanê û rastiya pesindana helwestên wijdanî, di çarçoveya vê pirtûkê de em dibînn ku helbestvan bêhtir azad e, çengên hestên xwe dirêj…

Qado Şêrîn

 

Dema bêrya helbestê dikim, diçim kilasîkan dixwînim.

Helbet nehemû kilasîk tên xwendin, wek dema me ya aniha. Berê jî gelek helbestvan hebûn, wek aniha, lê hindik mezin bûn û man û hey man, nimûne gelek in, lê gelek jî hema ku mirin winda bûn. Aniha jî gelek xwe dikin…

Şîlan Doskî

 

Şerekê gengaz di navbera Îran û Îsraîlê de ne tenê pirsên jeopolîtîk derdixe holê. Lê ew rasterast bandorê li mîlyonan mirovan dike. Bi taybetî Kurdên li her çar aliyên Kurdistanê dijîn: Rojhilat, Başûr, Rojava û Bakur di bin metirsiyê de ne.

Şerekî bi vî rengî wê ji bo wan…