Ji Siyamend Ibrahîm re!

  Sinem BEDIRXAN

Berî heyamekî Siyamend Ibrahîm li ser malpera Efrîn gotarek belav kiribû ku heçku xanim Rewşen Bedirxan Ferhenga Mîr Celadet Bedirxan firotiye…
Min bersîva wî da û got ku ev zanyariyeke şaşe û neraste ji ber ku ferheng li cem mine û em li ser dixebitin ku li vê havînê bi helkefta 58 saliya koça dawiya Celadet Bedirxan de çap bikin.

Li salên heftiyan de xanim Rewşen Bedirxan ferhengê ji bo çapkirinê şandibû Korê Zanyariya Bexda. Lê mixabin ji ber rewşa siyasiya wê demê nehate çapkirin. Piştî demeke dirêj me bi awayeke fermî ferhengê ji Korê Zanyariya Bexdayê wergirt û niha em li berin ku çapbikin.
Min bi van zanyariyan bi awayeke vekirî Siyamend Ibrahîm agahdar kiribû. Lê belê diyare ku ew baş tênegihiştiye, an jî naxwaze têbigihe ku Rewşen Bedirxan ne arşîva xwe û ne jî arşîva malbata xwe firotiye…

Niha careke din behsa Dilawer Zengî û Konê Reş dike ku wan peywendiyeke nêzîk li gel Rewşenxanê hebû. Li gotara xwe de hinek gotinên kirêt û bêhûrmetî di derbarê van her dû camêran de bikaraniye.

Her wiha behsa  astengiyên aborî yên Rewşenxanê dike. Ez bawer nakim ku Rewşenxan bi mezinahiya xwe ve tu carî behsa astengiyên xwe yên aborî ji bo tû kesî û her wiha ji bo zarokên xwe jî nekiriye. Mala wê bi dewlemendî û comerdiya xwe ve ji bo Kurdên her çar perçeyên Kurdistanê herdem vekirîbû.

Dîsa dixwazim bidim zanîn ku xûşka Sebahat (Sebahat Abla) wekî ku Siyamend Ibrahîm bikaraniye ew ne (Xadima Tirk) e, ew xûşka me ya mezina birêz û bi hûrmet bû û xûşka xanima Qedrî Can bû.

Li vir ez dixwazim spasiya Dilawer Zengî, Konê Reş û her Kurdekî ku alîkariya çapkirin û belavkirina berhemên Bedirxaniyan kirine bikim. Eve ji bo me gelek girînge, ji ber ku em zarokên wê, me dikaribû em van berheman belav bikin, lê mixabin me di dema xwe de nekir ji ber ku em mijulî jiyana xwe bûn.

Ji nameya Siyamend Ibrahîm diyare ku xeyala wî gelek berfirehe, ji bo vê yekê jî pêşniyareke min heye. Şûna ku tû dema xwe bi nivîsandina paşgotinên kirêt derbas dikî, dema xwe bi nivîsandina çîrok û romanan derbas bike baştire…

Sinem BEDIRXAN

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…