Tê bîra min

Ezîz Xemcivîn
xemcivin@live.com

Li cihê karê xwe, tu derfeta çaxê valabûna min bê xwendin ez naberdim. Di van çend rojên buhirî de min pertûka (Tê bîra min) ya ko nivîskarê wê Heznî Haco ye, min -bi mebest- pêş navê wî dektor ne danî, ji ber evê yekê li ser bergê pertûkê bala min kişand.

Dr. Heznî jî di baweriya min de bi mebest ne daniye. Dibe ew kesê ko min derûniya wî di xwendin û bi pênanasîna bûyerên pertûkê de baş ew nas kir, xwe bi naznavan mezin nake.
Dema min Tê bîra min dixwend, bê ko li xwe hay bibim geh xemgîn dibûm û geh dikeniyam, ji nişka ve hevalekî min î sûdanî bi ken ji min pirsî: Ev çi pertûk e ya ko te xemgîn dike û dikenîne? Min jê re got: Xwezî ev pertûk bi hemî zimanên cîhanê bihata wergerandin! Got çima? Min got da xelk tev de hindek ji derd û stema ko li Kurdan dibe bixwendana.

Çiqas pirs ji piçûkaniya min de li bal min hebûn, heta nuha min bersiva wan pirsana nizanî bû, an min nizanî bû jî ka çawa û li kû bersivên pirsên xwe bibînim. Min bi xêra vî ciwanmêrî bersivin ji wan dîtin.

Pertûk bûyerin pir balkêş tîne ziman, bûyerên ko Heznî di nav wan de û nêzîkî her kesayetiyên wê mijarê ye. Bûyer in bi nirx ko ew wek dîdevanekî li wê serdemê an çaxê dibîne û bi şêweyekî bê-alî rave dike.

Bi firehî şiroveya rewşa malbata Haco, serpêhatiyin piçûkaniya xwe, rizgarbûna bi sosret ji ber sêlên dîskê tiraktorê, xwendina seretayî li gund, dîtina helbestvan Hejar Mukreyanî li Tirbe spiyê, xwendina navendî di dibistanên Libnanê de, derketina Almanya û xwendina bijîşkiyê, çûna Kurdistana îraqê, bicihbûna li Naw Pirdan, ji bûyeran a nihênî û kesî heta nuha bi vê nerînê eşkere ne kiriye an jî dibe min ne xwendiye, serpêhatiya Seîd Alçî û Dektor Şivan her du rêberên PDK- Bakur, herweha dan û standinên rêberên partiyên Kurdên Sûrî wê hingê (Hemîdê Hac Derwêş, Selah Bedredîn, Mele neyo… h.d) li Kurdistanê dema ko dixwestin li hev bikin û (çep û rast) bikin yek û bi pêşinyara Mele Mistefa çawa ew bûn sê partî. Kar û xebata bijîşkiyê digel Dr. Mehmûd Osman û rajeya saxlemiya Kurdên herêmê di wan salên tengav de, bi vêketina agirê şoreşê re vegera Dr. Heznî cara duyem ji Almanya ji bo Kurdistanê, dîtina hunermendê mezin Mihemed Şêxo li Kurdistanê, seredana Ubeydelah Barzanî, dîtina mam Celal, têkçûna şoreşa 75an, rev û derketina tiracîdî ya wî û miletê herêmê piştî têkçûna şoreşa Mele Mistefa Barzanî 1975an, penabûna Kurdan li Îranê, pêşmergeyên qehreman ko ji şêrên çiya ne ditirsiyan çawa çekên xwe li ber pêyên leşkerên îranî di-avêtin, saloxdana rewşa dijwar li çadirgehên penaberiyê, derbaskirina sînorên tirs û mirinê, çendîn çûn û hatinên bê nasname, hevdîtinên bi serok M. Barzanî re, dijwariya vegera Sûrî a veşartî, dîtina diya xwe a nexweş û vegera Kurdistanê, vegera Sûrî, vekirina nexweşxaneya Nafiz li Qamişlo, nêzîkbûna ji PKK, çavpêketina birêz Abdulah Ocalan, piştgiriya xebata şoreşa bakur, paleyiya nîskan û çinîna pembû, dermankirina birîndarên PKK bi nihênî, astengîdîtin, metirsiya hawîrdor, lêpirsîn û vekolînên hêzên ewlekariyê, vegera xerîbiyê, çûna Swêd û mana li Norwêj…û bi sedan bûyer û serpêhatiyên cor bi cor, Dr. Heznî bi şêweyekî pir naz wek çîrokbêjekî ta bi derziyê ve kiriye.

Ji xwe tiştekî din jî bala min pir kişand Dr. Heznî bi dehan kesayetiyên Kurd anîne ziman, belê hîç kes bi qasî serê derziyê jî ne êşandiye, herdem min bala xwe dida vê endaziyê, mîna ko li ser pira sîratê ye û xwestiye bi tirazûyeke bêhempa wê pirê derbas bike, bê ko dilê tukesî ji xwe bihêle!   

Hindek têbîniyên min li ser pertûka (Tê bîra min) :

1- Pertûk bi derengî hatiye nivîsandin, anko gelekî dûr ji dema bûyer û serpêhatiyan, ji lew ra ez lawaziya hûrbîniyê di dîrok an jî meh û rojan de dibînim. Bîranîn hûrbîniyê bêtir di dîrokê de pêdivî hene.

2-
Bikaranîna bi dehan gotinên biyanî, bê ko bêne wergerandin. Ev jî bandorê li xwendina pertûkê dike, bi taybetî ko xwendevan bi zimanê biyanî nizanebe.
Ji van gotinan: Antipatiya, interesant, federasyon, detayan, provokasyon, logik, motiv, lokal, feodal, monopol, fekor, radikal, poliomyetitis, rontgen, myosarkom, air condition, konservativ, otoriter, atmosfer, tanisyon, anipatiyek, pateloji, enelize, monoton, hoplor.. hd  

3-
Hindek gotin tîpên wan zêde an kêm hene, an tîpek li şûna yekeke din hatiye nivîsandin, ev tê wateya ko hûrbînî di lêvegera pertûkê de baş ne bûye.
– Bûyereke giring mîna peymana Cezayir ko di 06/03/1975an pêk hatiye, di pertûka Dr. Heznî de 1974 hatiye nivîsandin/ R 201 ev yek mebesta min e,  ji nelêvegeriyana pertûkê ye.

4-
Bi giştî pertûka Dr. Heznî belgeyeke ji pêzanînan û zanyariyan dagirtî û zengîn e, pertûkek ji bo dîrokê bi nirx e,  di pertûkxaneya kurdî de giringiya wê pir heye.


Jêder: avestakurd 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...