BEHÎNAME

Diyarî dema pirtûk bin …hest semayê dikin

  Mihemed Qasim (kurê cezîrê)

–  Elo demê te xweşbê çwayî..?
–  Saxbe mamuste..başim xweşiyê ji bo te di xwazim
–  Pirtûkek diyarî jibo te liba mine, çawa bo te bişînim?
–  Çi pirtûke..? ji kiye?
–  Pirtûkek şê,re,  dîwana ristevanê kurd yê hêja Hamid Bidir xane.. yên bo te diyarîkirî navê xwe nivîsîne..
–  Başe spas bo tejî u jibo wan tevan.. bihuşt u navdarî ji bo Hamid Bedirxan. Çawa dibînê rêkê rêke.. dikarê bide Şefîq jî heger binasî…
–  Belê dinasim, belê di riya xwere ezê bişînim.
–  Zor spas

Telîfon ji dest danî
Bi van axiftinan mamuste Selman Barodo  ez ronkirim,u min jî ew spasî kir.
Dema Peyman-kurê min- ço Qamişlê duh-sêşemê- min jê xwest pirsbikê li pirtûkê..
Îro li dora katjimêr yek giha..ji kîsê naylon derxist ,raberî min kir…
Ooo…dîwanek mezin u xweşik xuyaye.. ji devê min ev peyv hilweşî.. li ser rûpelê yekê ji hundur ve  min xwend:
((diyarî  jbo nivîser Mihemed Qasim, ji ber buwêjê  jîndayî-mirî- Hamid Bedirxn ve..
Du kesa imze kiriye..Nazlî Xelîl Elî-Reşîd Ebdilmecîd
Heleb  5/9/2009.
Birastî hestê min di fûrîn ji vê diyariyê re, ne tenê çimkû ji biwêjekî mezin u navdar u bi rêz, kû du,akarim ji  xwedê wî bi buhuşta xwe şabikê..belkî ji ber ku  min Xanima  Nazlî u  mamuste Reşîd nasnekiriye berî xwendina pêşgotina dîwanê ..! çawa  çavnêrî xewe kirime ?
Nizanim…!
Bi gomana min  zehmet kêşane jibo nivîserê kurd-belkî ji bilî kurda jî- naskirine..da vî karê giranbuha  belavbikin birêk u pêk.
Pir spasî ji herkesê ku zehmetkêşayî divê rê de
Spas ji mamuste  Reşîd u xanim  Nazlî re, bi taybetî…
Ez hê di nivîsim liser vê babetê
Belê min xwest bizû vê spasiyê bigihînim..belkî nivîsa werê bihtir wê li ser helwesta  xanim Nazlê  werê. Ev jina ku bi jêhatin u saxlemiya xwe alî biwêj Hamid kir u baweriya wî jî wergirt .. hem bi dostaniyek zelal  berhemên wî bi jîn dike.

Dêrik..23/9/2009   

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…