
xemgînê REMO
erê xanim ……
ji dûrîyê ta bi dûrîyê
badlîzokê bêhrîyê min
tîne li rêça kanîyê ….
Qulingên zozana
Ber bi toza deştan ve hildifirin
Hespê dilîniyan
Rêça mêrgê ji bîr nekirine
Lê gulên te
Bê bîn û çelmisîne
Li nîva buharê
Û kelkela dilê min
Germa havînek serbixwe ye …
Ez bilbilê bexçê te bûm
Xunce helbestê min
Di sînga tede dibişkivîn
Û perwaneyên birçî
Ji şîrava mêyîna te têr nedibûn …
Tu dizanî
Te berxekî sava şîrvekiriye
Û nayê guhên te
Dengê barrînê …
Û ava derya nayê vexwarin
Li payîza ku tê
Ez ê nizanibim
Gelo tê bibe tavîyek baranê
Ku ez dîsa hilimkim
Bêhna zemînê ….

Şîrove (0)