Helbest u Vidyo

Helbestên daran (4)


Husên M. Hebeş

Dostaniya darekî û çemekî

Li ber çemekî
Rastî darekî kevin hat
û jê pirsiya:
Çima tu bi tena xwe
Li vir bi cih bûyî?

Got: ji çem hez dikim

û ew min tim diparêze!
Çewa?
Gava hinek bixwazin min bişewitînin
Ew min şil û terr dike
û nahêle bi hesanî bêm şewitandin.
Protesto

Hemû daran bi hev re
Protesto kirin û gotin:
Divê hemû bivir ji vir derkevin
û tevir jî bi dû wan din.
Divê diranên bêçixeyan hilbibin
û das jî ji vir winda bibin.
Divê zagonên keskayiyê bilind bibin
û bibin bingeha cîhanê

Divê hûn baş li me guhdar bikin
Baş me fam bikin.

Sîvan

Darekê du zarokên nîvtazî
Li bin baranê dîtin
Beziya
Bilez beziya
Xwe weke sîvanekê vekir
û li ser herdu zarokên nîvtazî vegirt.

Bonn 2009

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…