Jiyan û wateya wê

Aze Osê

Di dawiya meha dehan de, û li Şamê paytexta komara Sûriyê, Li Zindana Edra, di ser 170  ê Endam û alîgirên Patiya Yekîtiya Demokrat ( PYD ) ê
û li hemberî bê dadiyê ketin rojiya birçîbûnê û ta niha jî berdewam dikin.

Wate ewe, ku ew buhayê vê yekê dizanin û dizanin bê nirxên wê çine, anku jiyan bi xwe û bi taybet jiyana gelê kurd li başûr Rojavayê Kurdistanê di qonaxeke giring re derbas dibe, piştî ku desthilatdariya Sûrî bûye wekî Qeroqoleke Komara Tirkiyê, û hemû xwestekên Tirkiyê û bi taybet li dijî vîna gelê kurd pêk tîne.
Van tekoşer û xebatkarên gelê Kurd, bi biryarek wisa bi nirx û rûmet, bala hemû kurdistaniyan bi ser xwe ve anîn, û diyar kirin, ku tû hêz nikare wan  ji boyî xwestekên pîroz, bi paşde  vegerîne.
Dixwazim bi van hevokan, bala hemû sazî, partî û rewşenbîrên kurd bikşînim, ku xwedî li xebatkar, û hezkiriyên xwe derkevin, ji ber ewin yên ku hemû nirxên me diparêzin, ewin yên ku dijminên gelê Kurdistan, di kesayetiya wan de, nikare vîna Gelê kurd bişkîne.
Gelê kurd, xwedî çandeke mezine, xwedî zimanekî şêrîne, xwedî dîrokeke kevnare, xwedî leheng û qehremanên bedewin
lê ya ku kurdan qels dixe, û dijminên wan şa dike, ewe ji hev dûr bûn, ne bi hev re,  li ser tiştên bingehîn yên ku qedera wan dixe tirsnakiyê, axaftin .
Lê roj, meh, û salên girîng derbas dibin, ku kurd destên xwe deynin ser birîna xwe, û bi xwe derman jê re bibînin.
Vaye tekoşerên kurd, li Edrayê û ji boyî mafê gelê xwe ( li Başûr Rojavayê Kurdistanê ) serî hildidin û dîwarê tirsê li hemberî sitemkaran dişkînin
Evin yên ku hişyariyê bi xwe re tînin, û dibine sembol ji hemû rengên civata kurd re.
Qehremanên kurd, dîwarê tirsê li hemberî dijmin hildiweşînin, lê xwestek ewe ku dîwar di nav bera partiyên kurd de were hilweşandin
Ev kesên dilovan hêviyên yekîtiyê xurt dikin, û wê paşerojê ji tarîyê, ronî bikin.
Gelê Cîhanê li ser tiştên xweyî sembolîkî yekîtiya xwe çêkirin û civatên xwe bi rêvebirin.
Bawerim dem hatiye, ku Gelê kurd, yekîtiya xwe, li ser qurmên bingehîn  çêbike û serê werîs di dest xwe xe,
ta ku dîlana xwe wekî xwe li dar bixe.
silav ji berxwedana we re
silav ji evîna we re
her dem hebin
bijîn
24.11.2009

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Qado Şêrîn

Ji bo kurd bêtir tarûmar, winda û tune nebin, tenê yek rê li pêşiya wan maye, ew jî dewletbûn e. Eger ji aniha û 20-30 salên bên kurd nebin xwedî dewlet, wê winda bibin, wê bêtir rastî hilweşandin û şikestinan bên, wê hêviya dewletbûnê lawaztir bibe, çimkî wê kurdperwer û…

Konê Reş

Wek ku eşkere ye ji şerê Çaldêranê/ 1514 ve, dest bi perçebûna Kurdistanê hatiye kirin.. Di pey Sykes Picotê/ 1916an de, Kurdistan bûye çar perçe.. Ji wê hingê ve Kurdistanî hewil didin ku Kurdistana xwe bikin yek perçe.. Tevî gelek berxwedan, serhildan û xwîn rijandinê.. Tevî banga Şêx Ehmedê…

Bavê Zozanê

Îro 07.09.2025 li almanyayê, bajarê Essen ê Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên Kurd li Sûriyê û Yekîtiya nivîskarên Kudistanê nûnertiya Europa simînareke bi rêk û pêk bo nivîskar Luqman Silêman lidar xistin bo emzekirina du pirtûkên wî yek jê Romana Qezerceb ê bû û ya din romana Siyamend û…

Zagros Osman

beşek ji siyasetmedarên kilasîk ê kurd, nemaze yên ku hişmendiya wan di salên 1960, 1970 û 1980an de çêbûye, hîn jî li ser ya xwe ne ku hişmendiya rabirdûyê dubare dikin, mîna ku çerxa demê li wê xalê rawestiya be. siyasetmedarên navbûrî bandora kûr a veguherînên dîrokî yên 35…