Di dawiya meha dehan de, û li Şamê paytexta komara Sûriyê, Li Zindana Edra, di ser 170 ê Endam û alîgirên Patiya Yekîtiya Demokrat ( PYD ) ê
û li hemberî bê dadiyê ketin rojiya birçîbûnê û ta niha jî berdewam dikin.
Dixwazim bi van hevokan, bala hemû sazî, partî û rewşenbîrên kurd bikşînim, ku xwedî li xebatkar, û hezkiriyên xwe derkevin, ji ber ewin yên ku hemû nirxên me diparêzin, ewin yên ku dijminên gelê Kurdistan, di kesayetiya wan de, nikare vîna Gelê kurd bişkîne.
Gelê kurd, xwedî çandeke mezine, xwedî zimanekî şêrîne, xwedî dîrokeke kevnare, xwedî leheng û qehremanên bedewin
lê ya ku kurdan qels dixe, û dijminên wan şa dike, ewe ji hev dûr bûn, ne bi hev re, li ser tiştên bingehîn yên ku qedera wan dixe tirsnakiyê, axaftin .
Lê roj, meh, û salên girîng derbas dibin, ku kurd destên xwe deynin ser birîna xwe, û bi xwe derman jê re bibînin.
Vaye tekoşerên kurd, li Edrayê û ji boyî mafê gelê xwe ( li Başûr Rojavayê Kurdistanê ) serî hildidin û dîwarê tirsê li hemberî sitemkaran dişkînin
Evin yên ku hişyariyê bi xwe re tînin, û dibine sembol ji hemû rengên civata kurd re.
Qehremanên kurd, dîwarê tirsê li hemberî dijmin hildiweşînin, lê xwestek ewe ku dîwar di nav bera partiyên kurd de were hilweşandin
Ev kesên dilovan hêviyên yekîtiyê xurt dikin, û wê paşerojê ji tarîyê, ronî bikin.
Gelê Cîhanê li ser tiştên xweyî sembolîkî yekîtiya xwe çêkirin û civatên xwe bi rêvebirin.
Bawerim dem hatiye, ku Gelê kurd, yekîtiya xwe, li ser qurmên bingehîn çêbike û serê werîs di dest xwe xe,
ta ku dîlana xwe wekî xwe li dar bixe.
silav ji berxwedana we re
silav ji evîna we re
her dem hebin
bijîn
24.11.2009

Şîrove (0)