JI BIHNA VÊ AXÊ ME

Merwan Berekat
 
Giyanê min ji pêdariya
zinarên vî welatî mêtiye, çavên min ji xemla vê bihuştê fêrî nêrînan bûye,
rengê dêmên min ji yê vê axê hatiye wergirtin û dengê min ji xuşxuşa kanî,
baran û çemên vê jîngeha pîroz fêrî awazên nazik bûye.
Di berîkên vê xakê de,
min nexşeyên biçûkaniya xwe ya têr û birçî veşartin, li ser pelên daran û di
nav lêvên newalokên li hawîrdora gundê me yên ku ji ramûsanên rojê têr nabin,
min wêneyên şivanên ku şîr bi çêja axê vedixwerin têr dîtin.
Hêviyên min di dilê vê axê de gol vedidin, rojên min ên berkenî ji hilma sibehên tazî tên keyandin û teşiya kenê diya min a dilovan min û hezkirina welêt digel hev dihûne.
Carina dixwezim xwe ji xwe vedizim, xwe xav bikim û mîna zarokekî biçûk demê bi gixikan biborînim, lê ev pirsa jêrîn: “Eger giyan ji govdeyê min revî, axa welêt dê razî bibe ku laşê min di hemêza xwe de veşêre?“ Min ji wê xeyalê vedigerîne. .
Ev ax… giyanekî rêxistî ye û her bosteke wê çîroka hebûnekê ye.
Hejar dibim, carina zikê min jî loman ji min dike, lê bayê vî welatî, çûkên ku bi kurdî distirên, sirûdên nîvazadiyeke teze û barana ku çîrokên tevizandina salan ji zeviyên hebûna me dişon, min têr vedijînin.
Keziyên welêt parek ji dilê min bi evîneke dêrîn ve girêdane, û awirên dîlbereke ku ji evîna welêt helbestan dihûne para din revandiye.
Wek pir kurdan, çarina bayê koçkirinê li serê min dixîne, tevleheviyek xwe rabanî min dike û beşek ji ayeta welatpîroziyê dûmangitî dibe, lê spas ji bapîrê min re, ku şîreta wî (Parsekê gundê xwe be, çêtir e ku mîrekî biyan bî) hemû ayetan zelal dike.
Ezê kosteka temenê xwe li bin darên zêtûnê bibirim, û di nav porê genimê bejî de xewnên xwe hene bikim… Belê; hîn bihna xuhdana dêpîra min ji xaniyê qentirme tê, hîn bazingên bîran hilekişên wê ji bîr nekirine, hîn sêncên ji keviran roja keraşiyên wê ji tomargeha bîranînên xwe ranekirine û hîn pixîreya di mala axî de çîrokên wê yên dirêj li ezber kirine.
Wehweha çotkarên ku bi bîna axa vî welatî mezin bûne, tu kes nikare di guhên zevî û baxên ku zarokan dikenînin de biçelmisînin.
Zinarên ku pişta leheng û welatperwerên dilsoz têr maç kirine, û sonda wan li sîngê xwe nîgar kirine, di çavên wan de qurnefîl zîl didin û şîlava wan ji giyanê vê axê ye.
Hîn nexşeyên ku pozê hevcarên darî li ser sîngê latên bereşînî wênekirine û ji dilopên xuha bapîran hatine avdan, me fêrî nestewirbûnê dikin.
Ev welat… destpêka sirûda Xwedê, hevcêwiyê rojê û naveroka romana jînê ye.
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî

” Darizandin” a Kafka, ku di sala 1913an de hatiye weşandin, pirr caran wekî çîrokeke komplex û xumamî tê dîtin, ku xwêner bi gelek pirsên bêbersiv û cîh ji bo şîrovekirinê dihêle. Ev vebêjî ji ber têgihîştinên xwe yên kûr ên derûnî û nîşandana çirûskane ya têkiliyên hêzê, hestên sûcdariyê û tirsa hebûnê tê…

Rêber Hebûn

Reşzeytûn

Taybetmendiya evînê wek mijareke helbestî li cem jina helbestvan heye, yek ji wan taybetiyên diyar : tenikbûna derbirînê, ev yeka me dibe li ber kûrbûna ezmûna jiyanê û rastiya pesindana helwestên wijdanî, di çarçoveya vê pirtûkê de em dibînn ku helbestvan bêhtir azad e, çengên hestên xwe dirêj…

Qado Şêrîn

 

Dema bêrya helbestê dikim, diçim kilasîkan dixwînim.

Helbet nehemû kilasîk tên xwendin, wek dema me ya aniha. Berê jî gelek helbestvan hebûn, wek aniha, lê hindik mezin bûn û man û hey man, nimûne gelek in, lê gelek jî hema ku mirin winda bûn. Aniha jî gelek xwe dikin…

Şîlan Doskî

 

Şerekê gengaz di navbera Îran û Îsraîlê de ne tenê pirsên jeopolîtîk derdixe holê. Lê ew rasterast bandorê li mîlyonan mirovan dike. Bi taybetî Kurdên li her çar aliyên Kurdistanê dijîn: Rojhilat, Başûr, Rojava û Bakur di bin metirsiyê de ne.

Şerekî bi vî rengî wê ji bo wan…