Konê Reş
Ezbenî! Hin mijar hene çendî mirov wan dubare
û sêbare bike, bi sûde ne.. Nexasim ku, wê mijarê hêj baş, cihê xwe di hinavê welatiyên
xwe de çênekiribe û gelek ji welatiyan çak agahdar û serwext nebûbin.. Mebesta
min ji vê yekê ku, em di roja 15ê tîrmeha 2016an de, di 65 saliya koçkirina Mîr Celadet Alî Bedirxan de wî careke din bi bibîr
bînin û bi welatiyên nûhatî bidin naskirin. Mîr
Celadet Bedirxan yê ku tev jiyana xwe di ber kêşeya gelê xwe û parastina
zimanê welatiyên xwe de xerc kir.. û di vê derbarê
de gotiye:

(Miletên
bindest heyîna xwe ji serdestên xwe bi du tiştan, bi du qeweta, du çekan
diparêzin: Ol yek, Ziman dudo. Lê heke ola miletê serdest û bindest yek bibe,
hingî çek yek bitenê ye, û bend tenê ziman e..).
bindest heyîna xwe ji serdestên xwe bi du tiştan, bi du qeweta, du çekan
diparêzin: Ol yek, Ziman dudo. Lê heke ola miletê serdest û bindest yek bibe,
hingî çek yek bitenê ye, û bend tenê ziman e..).
Bi vê bîranînê re, ev gotin wek rondikan ji pênûsa min hatin xwarê:
Erê Mîro! Bi xêra serhildana Botanê giyanê Kurdperweriyê di hinavê bav û bapîrên me de hat çandin.. Erê mîr Celadet Bedirxan! Bi xêra ked û westa te; Hawar û Ronahiya te, bingehê edeb û wêjeya kurdî a nûjen, bi tîpên latînî li ber me hat vekirin..
Belê ezbenî! Bi xêra mîr Bedirxanê mezin, kur û neviyên wî, roja îro em xwe peyebilind di nav netewên cîhanê de dibînin; bi saya mîr Bedirxan yekemîn serhildana kurdî a netewî destpê kir.. Bi saya kurê wî Miqdad Medhet Bedirxan, bingehê rojnamegeriya kurdî li ber me hat vekirîn û bi saya neviyê wî mîr Celadet Alî Bedirxan û Hawara wî, hîmê zimanê me hat danîn; zimanê me bû xwedî alfabeyek xweser.. Zimanê me ji axaftinê bû zimanê nivîsandinê ku roja îro piraniya Kurdan bi alfabeya wî dixwînin û dinîvisînin.
Erê ezbenî! Bi xêra herdu kovarên mîr Celadet Bedirxan; Hawar û Ronahî û Stêr û Roja Nû yên birayê wî Dr. Kamîran Bedrixan nivîskar û helbestvanên bejin bilind di hola afirandin û çanda kurdî de hatin xuya kirin, mîna Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrî Can, Hesen Hişyar..hwd. Hem jî bi weşana Hawarê re, helbesta kurdî ya nûjen bi pênûsa Mîr Celadet, Dr. Kamîran û Qedrî Can û kurteçîroka kurdî ya hunerî bi pênûsa Dr. Nûreddîn Zaza serê xwe bilind kir.
Ezbenî! Eger mirov li dîroka malbata Bedirxaniyan vegere û berpêl bike, wê bibîne ku Bedirxanî bi tevayî di sirgûn û zîvariyan de hatine kuştin û mirin.. Ev yek dihêle ku em navê wan bi tîpên zêrîn di dîroka gelê xwe de binivîsînin. Ezbenî! Ku ez û te wî bibîr neynin, wê kî wî bibîr bîne? Ji min û te tê xwestin..
Ma ne hêja ye ku em Mîr Celadet Bedirxan di 65 saliya koçkirna wî de bibîr bînin?
Qamişlo, 10.07.2016