Derdê Hevpar

Senar
(Mûsa Qulîkî Mîlan) 2014
 
Rondik razek e,
Bişirîn razek
e,
Evîn razek e,
Rondika wê şevê,
bişirîna evîna min bû.
 Dastan nînim, min vebêjî;
Kilam nînim, min bistirêy;
Deng nînim, ku min bibhêy;
Yan tiştekî ku bibînî;
Yan tişta ku bizanibî…
 
Ez im, ez derdê hevpar im,
Tu heyloyî min bike, lo!
 
Dar bi daristan ra diaxive,
Gîha bi deştê ra,
Istêr kadizê ra,
Û ez, bi te ra diaxivim.
 
Navê xwe bibêje min,
Destê xwe tu bide min,
Gotina xwe bibêje min,
Dilê xwe tu bide min,
Min rehên te naskirine;
Bi lêvên te, her lêvî ra axivîme,
Û destên te bi destê mira pir nas in.
 
Di nav xelweta rewşen da, ez digel te pir giryame;
bona xatirê zindiyan.
 
Û goristana tarî da, min te ra heylo kiriye;
bedewtirînên sitranan.
 
Lewra miriyên vê salê,
evîndartirîn zindî bûn!
 
Destê xwe tu bide min,
Destên te bi min nas in;
Ay dereng têgihîştî!
Bi te ra diaxivim;
Mîna ewr bi tofanê ra,
Weke gîha bi deştê ra,
Mîna baran bi derya ra,
Wek firinde biharê ra,
Mîna dar, ku daristên ra diaxive.
 
Lewra ku min,
rehên te naskirine.
 
Lewra ku dengê min,
bi dengê te ra nas e.
 
 
Derdê Hevpar, wergera helbesta bi navê Derdê Moşterek ya helbestvanê Îranî Mamosta Ehmedê Şamlû ye.
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

 

Di destpêkê de

Milet ji henasên xwe

cawekî ji hevrêşim dihûna;

Li aliyekî rokek pêve didrût û

li aliyê din lîlandineke dengketî.

Bi hajixwebûn

pêlav di ser siya şehîdan re dimeşiyan

mîna ku xak bi bîranîna wan re…

Salih Cefer



Qedexebûna zimanê kurdî bi salên dirêj bû sedema paşketina hemû cûreyên wêjeya kurdî û bi taybetî jî ya zaravayê kurmancî.
Tevî ku di van salên dawî de li gelek alîyên Kurdistnê rewşa wêjeya kurdî (kurmancî) bi pêşve çûye jî, lê hîn pêwîstîya bi pêşveçûnên bêtir heye.
Kanîyên pêveçûnê pirin, yek ji wan…

Ebdûlazîz Qasim

 

Ji demê hatina Ehmed El-Şerih li ser desthilata Sûriyê, piştî hilweşîna rejîma Esed di 8ê çileya sala borî de û heta îro, bi carekî rewş û rastiya Sûriyê ya civakî, cugrafî, siyasî, etnîkî û olî tê paşguh xistin, bi taybetî hebûna gelê Kurd bi carekî tê paşguh xistin, her bigire…

Amadekirin û kurmacîkirina tekstên stiranan: Ednan Bedreddin

 

Mezher Xaliqî yek ji navdartirîn hunermendn kurd ên sedsala bîstan e. Ew di sala 1938 an de weke zarokê malbateka kurd a oldar li Sune (Sanandaj) hatiye jiyanê. Behremndiya Xaliqî di warên goranîgotin û werzişê de ji salên dibistana seretayî ve derketine pêş. Her di…