Şîxadî… Rastî û nasîn Xeleke 3

Amer Çelik

Wekî ku me li jor(xeleke 2) lêkirbû, hinek di lêkolînên xwe de dibêjin ku Êzidî celebek ji ola Islamê ne û hinek dibêjin ku celebek  ji Babiliyan  ne , hinek dibêjin ku Êzidî Xirstiyan in , Asûr in, Kildan in, Şî,e a ne, Faris in, Erebin,  Teterin…… wekî çawa bi dehan navên Erebî bi Şîxadî ve jî girêdane.
Gelo sedemên van derew û bêbextîyan û reş rûpelên dîrokê  çi ne..?! Emê bersiva vê pirsê bihêlin xeleke dawî.

Di ola Êzidiyatiyên „cih-war“, yan em bibêjin “wargeh” evradariyeke-Pîroziyeke xwe ya taybet di Êzidiyatiyê heye wekî LALIŞ. Ev wargeha li ba Êzidiyan wargehekî herî pîroze. Her çiqasî mezar û Tewafên Êzidiyan hene jî, hima-hima li hemu gund û bajarên Êzidiyan mezarên kesên navdar û Tewafên bi Êzidiyatiyê û Êzidiyan ve eleqedar re hene û pir in, lê yek ji, ji wan cih û evradariye (Pîroziya) Laliş nagire. Laliş cihekî xwe yî herî bind û evradare di nave êZidiyan de heye.
Ji rast teqînên ku kesekî di lêkolînên xwe de, di girfariye (Mesele-Qediya) Êzidiyatiyê de, neketiye tora evradariya wargehê. Sembola wargeh (Laliş) peywendiyeke xwe taybetî bi perestin û baweriyê ve heye û Êzidî di wê baweriyê de ne ku giyan li ezman li ser vê warghê de kombûne, ev cih di hemu rengên perestinê de heye, di çîrok û çîvanokan de, di qewl û beytan de, di sirud , xizalok û heyîranokan de. Navê Laliş Êzidiyan di perstinê de dike yek perstin û bawerî. Lalişa ya ku qasê Êzidiyan di perestine xwe de dike yek û yekbûne perstine Êzidiyan diefrîne. Evradarî û pîroziya Laliş lêkolînvanan xisp kirine ku ewjî(Laliş)  bikin ber pênûsa lêkolîn û zaniyarên xwe. Di Şirovekirine gotine Laliş de jî lêkonînvan û zaniyarên dîrokî bûne celeb,celeb. Hinek dibêjin; ku gotine Laliş gotine Kurdî ye ji du gotinan pêk hatiye yek bi weteye “Newala bê deng” û ya duwemî di avista rast de bi weteye “hêza Gêtî-alxelîqa”  û hineke diin gotine ku di Avîsta de tê bi weteye “yaseye yezdan“ û hineke din gotine ku gotine Laliş bi weteye “çira ronahiyê”. Ya herî girîng bi kêmasî ji bo min  gotine Laliş bi weteye Êzidiyan ku dibêjin; berî çend hezar sal (Dem û bedîlan) ne erd hebû û insan Tawisî-Melek hatiye Lalişê û li ser dara herherê(Her û Her) danî û dir avêtiye nav avê erd çêbûye (Qewlê Efrandine dinyayê). Lê ya ji bo me xerab ku lêkonînvanên dîrokî û taybetî yê Islamiyan li ber xwe dane ku Pîrozî evradariye Laliş ya kevnar winda bikin ku pîroziye laliş bi hatine Şixadî ve girêdidin. Êzidî û gelek zaniyarên xwedî pirensîb kesên wekî  Êzidîwekî: Dr.Xelîl Cindî Pîr Xidir Sulêman û hinek ji nivîskarên kurdên Êzidî ji soviyeta berê wekî Prof: Qenatê Kurd û hineke din. Ji  dostên Êzidiyan wekî Zûhêr Kazim Ebûd, Demelocî û heta Dêwecî û her weha gelek din ku dibêjin  Şixadî ne pêxmber  û endamê damizrandine ola Êzidiyatiyê ye, belê ew nûjendar û birêvbiyê ola Êzidiyan ne. Laliş berî hatine Şêx Adî(Şîxadî) bi hezarê salane wekî qewl dibêje berê efrandine  insane heye.
Her weha li ser perestin wargeha Laliş gelek derew û bêbexî di hinek rûpelên  dîrokê de hatine tomar kirin wekî hineke gotiye Laliş dêreke Xirstiyanan bû û ji aliyê Şîxadî ve hatiye qebhet kirin . Hinek din ku dibêjin Lalişwargeheke Misra,î ye, lê ya herî rast ku em bibêjin bi dehên caran Laliş ji aliyê Islamê ve hatiye qebhetkirine nimûne , di dema  Abidil-Hemîd (Osmaniyan) de, Êzidî ji Laliş derxistine û Laliş kirine dibîstaneke perwerdekirine ola Islamî.
Em vegerin ser babetê xwe ku ewjî rastî û naskirine  wek ku Êzidî diibêjin; Şîxadî xwedanê keremetan.
Ev ola Kurdistanê ya kevanr bi hezaran salan li pişt xwe hiştin û pêşde dageriye bi hiş û zanîne Şixadî ev ol bi nûjenî birêve birbû. Şîxadî bû ku di baweriye Êzidiyan de ku ew çûye Êzman .
Heger em hemu  lêkolînên ku li ser jiyan û malbata Şîxadî careke din di ber çavan re derbaskin ku  piraniyên lêkolînvanan li ser wê  yekê ne ku Şîxadî di Laliş de jiyaye û piştî 90 salîye xwe  kiras guheriye û çûye ser dilovaniye xwe. Sedîq Demelocî dibêje ku di 555 koçî de miriye . Ebas Al-Ezawî dibêje ku di salên 558 an de miriye . Deyewecî  û  Ahmed Teymûr dibêjin ku di sal557an de kiras guheriye  Ev yek dike ku em têkevin wê texmînê ku Şîxadî di salên 1073-1163 an. Z  de li Laliş bûye Ez bi xwe li gorî van lêkolînan texmîn dikim ku Şîxadî di 20 saliya xwe de hatiye laliş û heta kirsdguherîne xwe li Laliş maye. Li gorî wan lêkolîvanan ewî nav û dengekî ciwan û zane di nave xelkê herêm de standiye,. Lê nizanim çima ez Erebiye Şîxadî  ne bawer dikim û ne jî qebû dikim..!!? Helbet sedemên vê neqebûl kirinê hene…Ji ber vê yekê em çend pirsan bikin û her usa emê bersivê jî bidin:
a)    – rastiye ku lêkolînvanan ji bo lêkolîniye xwe kirine hîm û sîstem…?
b)    Ne bêtuxmîye(Hiyadî-حيادي)  lêkolînvanan
c)     Sedemên windabûne rastiyê, çi ne ?
Ez bawerim ku ev hersê pirs besin ku merov bigeh baweriyekê ku piraniyê lêkolînvanan ji bo berjewedî û terefdariye olî lêkolînên xwe peyde kirine.
Heger em ji pirse yekem dest pê bikin û bibêjin; ew hîm û sîsteme ku wan lêkolînvanan ji bo xwe kirine bingeh , di hîmê xwe de şaşin û yeke sedemên ber bi aqilve ji aliyê lêkoînvanan ve û bi taybetî lêkolînvanên Islamî ve nehatiye dîtin û nikarîbûn me bi lêkolînên xwe bi bawerî bikin. Mixabin gelek ji lêkolînvanên din jî lêkolînên Islamî ji bo xwe kirine bingeh. Heger usa ye bêtumiye lêkolînvanên Islamî helbet tuneye û wek me gotî ku ewan lêkolînvanên din jî ew Islamî ji bo xwe kirine bingeh , wihabe bêtumiye piraniyê wan tune.
Gelo ne ji mafê meye em bi hevokekê pirsiyarê pirsa di nave pirsê de bipirsîn:
Wekî ew lêkolînvanên ku dibêjin Şêxadî merovekî Erebe, emê çawa rastiye vê yekê bizanîbin…? Di baweriye min, me pêwîstî bi çavkaniyê dema jindariyê Şîxadî heye,ewjî ibin Al-ESÎR e qelnderekî(Sofîzm) Islamiye. Di dema Şîxadî de jîndare.
 Me di xelek 1 û 2 wan de gotiye ku qelenderî-derwêşî ne li Îslamê ten heye, yan qelenderî ne ji bo Islamê bi tenê hatiye bikar anîn ,belê her wiha Xirstiyanî, Cihotî, û piraniyê olan di nav wan de Êzidiyatî jî qelenderî  kirine.
Cih û warê Şîxadî piraniyê dîrokzanên Islamî dibêjin Ku ew ji Balbek ê(Liban) ê ye , helbet dema bibêjin ku Şîxadî Erebe, gerekî ji waletekî Erebî bînin Kurdistanê.  Ji mafê meye emjî  vê pirsê ji wan bipirsin ;Sedemên hatine vî  Şêx wek ku hûn dibêjin  Islamî û Ereb, nav Kurdan ji bo çi ye..? Di nav wan de bijî nexasim ew lêkolînên Islamî bi xwe dibêjin ku Şêxekî pir zanebû û navekî xwe herî berz di nave xelkê de peyde kirbû ,lewma em dipirsin Sedemên hatine wî li nav Kurd a, di wê herêmê de ku piranî Êzidî bûn, ku  Xiristiyan û Ciho jî hebûn, belê Mislmanî bi zexm derbasî hermê bûbû, piraniye kurdan dînê Islamê qebûl kiribûn…Heger ji bo Sedemên ku dîrokzanên Islamî dibêjin ku Şîxadî dixwest dema Emwiyan –desthlatî û milkê Edwiyan vegerîne,Êzidiyan ber bi dînê Islamê ve dagerîne!!.. Heger ev yeke han tev rastbin jî  Ewî çawa bi zimanê wan rêka xwe û ola Islamê bi Êzidiyan dida famkirin..?! Ewî û wan (Êzidiyan)çawa ji hev û du dighîştin…?! A.. ewî (Şîxadî) çend salan li Liliş de û nav Êzidiyan mabû bê ku biaxive!!!… HetaFêrî Kurdî bûbû û paşê bi wan re axiviye!!!….Gotinek pir û pir dûre ji rastiyê.
Ji bona ku em rastiyê bizanin û bersiva wan lêkolînvanên Islamî bi çavkaniyên dûrust bidin, pêwîste em  zaniyarên hêja ji xelkên cih bistînin û bipirsin, yan jî çavkaniyên dema jîndariye Şîxadî û herêma Kurdên Êzidî bi taybetî herêma Hekarê cigirafî û civakî wê herêmê binasin te ku em bighîjîn rastiyê.
Heta xelek e 4 bimînin di xweşiyê de.
Amer Çelik Sebat 2016   amercelik@hotmail.de

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…