Gundê Eyndîwerê Weqfa Medreseya Sor bû

Konê Reş

Gundê Eyndîwerê, li herî bakur û rojhilatî dewleta Sûriyê dikeve. Raserî bajarê Cizîra Botan (Cizîra Mîr Şeref) e, bi dor 2Km an. Seyrangeheke xweş û geş e ji xelkên Rojava re.
Berî ku sînor bi rengekî fermî di navbera hikûmdariya Fransîzan di Sûriyê de û dewleta Kemalî di Tirkiyê de bê danîn, Eyndîwer ji Kevin ve bi ser Cizîra Botan vebû û weqfa medreseya Sor bû. Bi rêveberiya du malbatên ji eşrafên Cizîrê; Seyda û Osman. (Li gor ku gelekan ji kalemêrên herêmê ji min re gotine).
Ta niha kavlê xaniyên malbata Seyda li hin deverên Eyndîwera kevin têne dîtin. Ji xwe xaka wê ta niha jî, di destê hin neferên malbata Osman de ye, wek Hecî Abdulkirîm Efendî û kurê wî Fettah Efendî. (Herdû jî di heyamê Fransîzan de bûne perlementêr di perlemanê Sûriyê de).
Di heyamê mîrekên Botan de, gundê Eyndîwerê ji gundên ku mîrê Botan kiribûn weqif, bi tev dexil, dan û rezên xwe ve, ji xerciya mamoste û qutabiyên medresê re. Di bin berpirsyariya malbata Seyda de. 
Ji bilî ku Eyndîwer seyrangeheke xweş e, bi strana (Eyndîwrê paytext e, keç xatûna ser text e lê Nofa..), di deriyekî firh re jî derbasî folklorê Kurdî bûye..
Ji cih û şûnwarên derdora Eyndîwerê; Seqlanê Mema, Pira Bafid, Pira Minarokê, Banê Dewqelên, Nêrgizî, Kaniya Kola, Kaniya Kîso, Besta Cihûyan û Kaniya Nemir Miksî (Xuya ye dema ku Hemza Begê Miksî di sala 1931ê de li Eyndîwerê mamostayê dibistanê bû, kêfa wî ji wê kaniyê re hatiye, xelkên wê jî, navê wî lê kirine).
Dema ku mirov, serdana Eyndîwerê dike û ji ser qelaçê wê li bakur û bareş mêze dike; Çemê Dicle, Bajarê Cizîra Botan, Çiyayê Cûdî, Çiyayê Herekolê Botan dibîne, pêre pêre jî, gelek nav têne hizr û bîra wî, wek: Mîr Bedirxan, zarok û neviyên wî, Birca Belek, Medreseya Sor, Medreseya Mîr Evdal, Melayê Cizîrî, Mem û Zîn û Beko, Gêra Mîr Mihema, Gora Nûh Pêxember, Ismaîl Ebûeliz Elcezerî.. Anku Kurd û Kurdistan têne hizr û bîra mirov..!
Erê ezbenî! Gundê Eyndîwerê Weqfa Medreseya Sor bû.
Qamişlo, 01.02.2016

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...