Ronî Elî
Gul bişkifîn .. evîna min
Lê … Biharê bîn veneda
Ne te çavên min bi kenê xwe kildidan
Nejî lêvên min bi dêmên te şadibûn
Hew demek bû
Dewranek bû
Çerxa fîxana çivîkan
Di gewriyeke kul de bû
Bi arvanê wêranê re
Şîn li min û te parve dikir
Gul bişkifîn .. Nêrgiza min
Lê hîn
Di kezeba deşta dil de
Ti dîmenên ji rengê te
Li pêşwaziya omîdên min derneketine
Ma tu bû
An leylana li ser pişta havîneke miçiqî bû
ku bi pejalên demê re
Xunava kenê sosinan
Dimêt û ziwa dikir
Gul bişkifîn .. sozdara min
Lê çima dara evînê xunçe venedan
Ma qey ew jî weke sînorê welatê min
Radestî tîrkevanan hatiye
An wek hestên min
Li ser tehteloşkan
Holka xoşewîstiyê
Bi axeke reş
Lêdike … Lidar dixe
Û bi hilma bayekî nazik re tol dibe û
Hildiweşe
Gul bişkifîn .. Yara min
Lê çima .. Di gerdenê te de
Welatekî rût û tazî dibînim
Ma sîng û berê te jî
Weke baxçeyên hêviyan
Ku di talana welatê min de
Ji gumguma top û tangan
Melûl û bejin şikestî mane
An di geşteyên wêranê de
Dibûne sêwiyên sîxur û sextebazan
Gul bişkifîn .. Perwîna min
Hîn jî.. Dêmên çîçekan
Bihna mirinê
Bi ser dilê min
Û biskên welatekî bextreş de
Diforîne û gindir dike
Ma kengî em ê dil basko bikin
Da di gola şeydë de
Nebe nêçîra kustepisên wêranê
Û rimên tolaz û welat firoşan
342016