Mûsa Qulîkî Mîlan
Hela tîrêjên tavê serê xwe li ber bejna çiyê ra dernexistibûn û sura sibê weke kêr û gûzanan sûretên merivan diherişand ku, Seyro mîna her rojên xwedê cêrê avê da ser milê xwe; bi lez û bez ber bi kaniyê birêket. Lê xwedê xirab bike kaniya gundê wan! Riya koçekê ji gund dûr bû. Him jî te digot qey kevir û kuçikên xwedê li ser wê riyê da barîne. Seyroya qijik bona ku zû vegere mal heta çêlekê bidoşe û taştê di mêrê xwe ra hazir bike, hinekî gavên xwe zû zû avît.
Hela qederekê rê neçûbû ku, lingê wê li kevirekî reş asê bû û bi cêrê li ser milan va bejna wê mîna sipîndarê li ser keviran da hate xwarê. Cêr bû deh pirtiyan û birînên sor li ser dest û çokên wê dev vekirin. Di ber êş û jana textikên çokan, qîrînîke Seyro li erdê û yek jî li esmên bû. Bi zor û heft bela rabû ser piyan û bi destmaleke serê xwe birînên dest û çokan girêda û por û poşman weke tawanbar û gunehkaran bi tirs û xof, di halê ku mîna qaza kulek dikuliya hêdî hêdî ber bi mal hat.
Seyro pirtir ji êş û jana birînan ketibû heyra keştina cêrê avê. Di xwe ra digot, ev çi bû hate serê min? Çimkî ew jina mêrekî feqîr, nezan û belengaz bi navê Silo bû, ku gavan bû, diçû ber dewarên gundî. Ji tirsa Silo dilê wê mîna kevoka li destê mêriv da esîr û dîl be, dikire tiketik. Kul û halekê xwe gîhande ber şêmûka malê. Bû ofeofa wê. Keça wê ya heft sale bi navê Qîmo û her du kurên ku ji Qîmo piçûktir bûn bi mêrê wê va, tev ji xew rabûn. Bû kûrekûra Qîmo û her du zarokên din, ew ji bona diya xwe giryan.
Li dewsa ku Silo bipirse ka Seyro te xêr e? Çi qewimiye? Bona tinebûna avê, xasme keştina cêr, hinekî jî hêrs bû û bê taştê û bê destexan rabû dewarên gundî top kir û bêxiyal berê xwe da çolê, çû.
Seyroya rojnedîtî gazî Qîmo kir û got, pirtî pîne bîne. Qîmo ku çav birînan ketibû ecêbmayî mabû, zûka pirtî pîne peyda kir, da destê Seyro. Dîsa got keça min kirbîtê jî bide min. Qîmo hahanga kirbît jî da destê wê û metel ma lê temaşe kir. Seyro agir berda pîne, pîne şewitî bû pîşo. Pîşo danî ser birînan û çav kire Qîmo, got wan girêbide.
Qîmo di halê ku dest û çokên wê diricifîn û dilopên hêsiran ser sûretê sor da dirijand, hişkehişk birînin girêda. Çimkî tu derfet û îmkana Seyro tinebû ku xwe bigîhanda pizîşkekî. Erê di gundê wan da dused malan jiyan dikirin, nêzîkî du hezar merivî şêniya gund hebû û sal jî sala 1381’ê koçî bû; lê ji avê, berqê, rê, dibistan û nexwaşxanê tu nûçe û xeber tinebû! Riya gund pir bi destavêj, asteng, gêdûk, hevraz û berjêr, xirab û him jî anegorî bîst kîlomêtran ji cada eslî dûr bû. Tenê maşîneke şasîbilind weke cîp dikaribû tê da bi zor û heft bela biliviya û pêşda biçûya. Dema ku baran dibarî herî û zirmixa rê davîte ser çoka mêriv. Eger Seyro bixwasta biçûya ser pizîşk, debê Silo ew li hespekî siyar bikira, bibira ser cada esli û ji wê derê yekî din hesp vegeranda gund û ew jî li maşînekê siyar bûna, biçûna bajêr ser pizîşk.
Lê mixabin Siloyê nexwenda, negeryayî, tu der nedîtî û bê dev û çen, ne teyrê wê dolavê bû. Xêncî zimanê zikmakî wî tu ziman nedizanî. Di temenê xwe da anegorî jimara tiliyên destekî neçûbû bajaran. Ew jî carekê û duda nexweş ketibû, bi neçarî çûbû. Carekê jî diranên wî pîs êşiyabûn û bavê wî, ew biribû bajêr, ser pizîşkê diranan û çar diranên wî yên kursî bi hevra dabû kişandinê! Gera Silo tenê salê carekê di navbeyna aran û zozanê da dihate kûta kirin. Eger dilê wî bixwasta – ku dixwast jî – û çend qurûş pere jî peyda bikira, mixabin bedbextî, rojreşî û nezaniyê rê nedida ku wî ew hunur bikira.
Çend roj li ser wê qezayê ra derbas bûn. Birînên Seyro di dewsa pak bûnê da, roj bi roj xirabtir dibûn. Çokên wê warimîn. Ji destê jan û êşa birînan çavên wê nediçûne ser hev. Derman kirina meta Xezê, pizîşka kevneşopiya gundî jî zêde kar nedikir. Ewê rojê carekê destenerm dida ser birînan. Carina jî kevilê pezên taze serjêkirî dida ser. Lê birînin bi zehmet ber bi pakbûnê va diçûn. Çimkî ser wî halî da Seyro bi neçarî him dixebitî, him jî bi wan piyan digeriya. Ez çi serê we biêşînim salek salewaxt kişand, heta birînên Seyro silamet bûn. Timê wê salê xwirê Seyro hêsir û girî bû. Him ji ber êşa birînan, him jî ber tehn û niçên Silo û him jî ber zehmetiyên ku tifala Qîmo dikişand. Ew jî jiyana serhedê ku, bi zivistanên pir berf û bager û sur û seqem ra ser û kele lêdide. Xêncî Qîmo kes tinebû destê xwe bavîta Seyro. Carina jina cînara wan alîkarî dikir û wan ra cêrek av dianî, lê ew jî di karê mala xwe da pir mijûl bû û zêde waxt nedikir. Salekê salewaxt ava wê malê him ya vexwarinê, him jî ya kinc û ser şûştinê li ser milên nazik û nazenîn yên Qîmo hat kişandin. Te ji dest û milên wê kesûkê dinihêrî, mêjûyê te diheliya. Ji ber ku sur û seqemê lêdabû, tîş û cewên qelişandina dest û lingên wê ji dûr va xûya dikirin. Wisa jar û lawaz bibû, bejna wê weke tiliya destan dima. Her rojê sermê lêdida û arsim ji pozê wê dernediket.
Taze birînên Seyro pak bibûn û rabibû ser piyan û çavên wê ji hêsiran ziha bibûn ku, Qîmo bû nexwaşa nav nivînê. Wisa tîn û germiya wê jor ra bû, te digot qey di nav alavên tendûrê da dişewite. Silo ma neçar û bi destûra meta Xezê ku digot Qîmo satircemî bûye, golika xwe serjêkir û meta Xezê ew kişande kevilê golikê, bona ku xûy bide û pak bibe. Piştî çend rojan halê wê xirabtir bû. Seyro li çokên xwe xist û got Silo, lê tu çima disekinî? Ne tu dîna xwe didêyî ku Qîmo ji deng û his ketiye! Zû bike em biherin ser pizîşk.
Bi wê gotinê ra, te digot qey çiyayê agirî ser Silo da hate xwarê. Bi neçarî sibê zû şebeqê hesp anî, Seyro siyar kir û Qîmo da ber, serê hespê kişand ber bi cada eslî çû ku, Qîmo nîşanî pizîşk bide. Di ser pişta hespê, Qîmo hey dikire nalenal û hey jî xew ra diçû, heta gihîştin serê cadê.
Di rê da Seyro gote Silo, wexta te ya min bikira û roja ewil Qîmo bibira ser pizîşk, êdî pêwîst nedikir te golika me serjêbikira. Ne em bûn ew golik bû.
Silo got, min çi zanibû yê pak nebe? Gundî hemû nexwaşên xwe dikişînin kevilan, min jî bi destûra meta Xezê golik serjêkir, min bi xweşiya xwe serjêkir?
Dema ku gihîştin ser cadê, Silo hanzûka dest avîte Qîmo, danî erdê, dîna xwe dayê ku dev û çavên wê vekirî ne û zûr maye bi hesret dinihêre. Îro nemiriye, îro heft rojên wê ne ku miriye! Bû qîrîniya herda xwe avîtin ser laşê Qîmo, ser û rûyê xwe verotin û giryan. Pir giryan, hindikî giryan, xwedê bizanibe; Silo got jinik êdî bes e. Em heft salan jî li ser vê riyê bigirîn xêr tine, hermayî her xwedê ye. Rabe! Rabe em ber bi malê va herin, qedera Qîmo jî wiha hatibû nivîsandin.
Seyro çavên xwe ji hêsiran paqij kir û got, erê mêrik belengazên weke me ku destê wan nagihîjine tu derfet û îmkanên ewil yên jînê, bi gotina “Qeder wiha hatiye nivîsandinê” tenê dilê xwe rihet û asûde dikin. Eger derfet û îmkanên me hebûna û di wextê da, te ez û Qîmo bibirana ser pizîşk, belkî ev roja reş nebûya para me. Belkî me kezeba xwe ji dest nedaba û em hetahetayê daxdar nebûna.
Silo ku tu bersiv peyda nedikir, axîneke kûr ji tendûra dil kişand û got; maf yê te ye, me tu xwalîke germ li serê xwe nekiriye. Zêde êdî xêr tine. Rabe em Qîmo siyar bikin, ber bi mala wê biherin.
Senar
1381
Nîşe: