Pênc sala..! …. Gelê Sûryê Westiya..!

Rozad Elî / Desteya sernivîser*
Li panzdê miha Avdarê, pênc sal di ser serhildana gelê Sûryê re derbas dibin.
Ji destpêka tevgeranaĥîrak gelê Sûryê de li 15/3/2011ê, destlatê û paşê jî xudî pirojeyên Îslama Siyasiya kevneşop, raperîna gelêrî a azadixwaz û rewa ji riya wê ya durust derxistin û bi ser tevlehevî û pûçkirinê de ajotin.
Ji aliyekî de, sazûmanê xwast serhildanê ji riya wê ya aştiyane derxe û bike tevgereke çakdar, daku jê re bibr rêdaneke zagonî ku wê bi darê zorê vemrîne.

Ji aliyê din de, hêzên Îslama siyasî ên kevneşop jî, li gel komên tundrew û rêxistinên têrora cîhanî, xwastin berê serhildanê biguhêrin û bi ser pirojeyên xwe yên taybet bajon.
Mixabin, ew her du alî, sazûman û islamên tundrerw jî, di wan pêlanên xwe yên li dijî berjewendiya gelê Sûryê yê aştî û azadîxwaz de bi serketin, û sûrye, wek gel û welat, xistin nava babelatekek pir mezin û hêvî û armnacên serhildêran ta radeke bilind têk birin û Sûryê jî wêran kirin.
Di van pênc salan de ji qeyran Sûryê, bûyer û guhertinên pir mezin di hemî war û rewşên gel û dewleta Sûryê, û di helwestên raya cîhanî de jî çêbûn.
Ji aliyekî de, dora 275 hezar mirovên Sûrî hatin kuştin, bêtirî milyonekî birîndar bû û bêtirî nîvê gelê Sûryê bû aware û penaber.
ji aliyê din de, aboriya Sûryê, çi çandin û çi pêşezaz bi tevahî têk çûn, binyata bingehîn wêran bû, gelek gund bajar jî wêran bûn, bi hezaran dibistan hatin hilweşandin û nifşek ji zarokan pênc salan ji xwendin û perwerdê bêpar man.
Lê ya ji wan girantir û xirabtir ew e, ku civaka Sûryê ji her aliyekî de bi diwarî birîn, tîşên kûr lê vebûn û gihîştiye ber kendalê jihevşelandinê. Û ew serhildana hêvî pê hebû, ku hemî pêkhateyên olî, nijadî, çandeyî, navçeyî yên Sûryê ji  hev ve nêzîk bike û bike yek, ew tevgerana aştiyane teqle bû û bû şerekî navxweyî î pir dijawr û fere, cudatiyên xedar xistin navbera wan û hêviyên mirovê Sûrî li ber têwerdana destên ji derv û hovîtiya têrostan şewitîn, û bi kiryayrên hovane yên artêşa sazûmanê jiyana xwe ji dest dan.
Roja îro, eger şer berdewam bike, sê rê li ber şerê navxweyî li Sûryê hene; yek: Hêzên Îslama teundrew li gel rêxistinên têrora cîhanî ku aligirên wan in, bi serkevin; didu: Sazûman bi serkeve; sisê: Şerê navxweyî berdewam bibe û Sûryê jî bibe mîna Somal û Avxanistanê. Ew her sê rêvebjar jî, ji aliyê civaka navdewletî de ne tên pejrandin. Ji ber ku Sûryê bi xaknîgariya xwe Siyasî ne mîna Somal û Avxanistnê ye, ew berrsînora wê Îsraîl, Yekîtiya Ewrupa û Hevpeymana NATO ye, ji bilî ku di nava kanên pitrol û xazê jî de ye.
Ji ber van sedemên sereke û sedemine din jî, ji bilî riya çareseriya tu rê li pêş sazûmana sûrî û alîgirên, û rikberê û aligirên wî jî ne gengaz e, biryara 2254 ya Encûmene Ewlehî Navnetewî ye ku li derbara qeyran Sûryê ku bi tevahiya dengên endamên hate standin di wê çarçewêde hatiye, û civînê Cinêvê jî wê li wê werin girêdan. Xalên biryarê yên bingehîn jî ev bûn:
1- Şer li Sûryê were rawstandin.
2- Rêxistinên têrorîst, mîna Daiş û Nusra ji holê werin rakirin.
3- Dewletên herêmê mîna Tirkiyê û Si`ûdiyê ji çareseriyê re bibin alîkar.
4- Destlateke hevbeş li şûna sazûmana ku niha destlatdar e were avakirin.
5- Destûrekî nû ji Sûryê were danîn, tê de mafên rewa yên hemî pêkhateyên gelê Sûryê were diyar kirin, û ew hemî bi hev re û mîna hev di dewlet û destlata Sûryê bibin dehevpar.
Gelê Sûryê li benda roniya dawiya tunêlê ye û girêka qeyrana wî rojekê pêşde were şelandin û xwîna ku her gavê tê rijandin rawest e. Çinkî roja îro, her welatiyekî Sûrî û berketiyên wî bi dengê bilind diqîrin û bang dikin: Bes e kuştin û wêrankirin…! Gelê Sûryê westiya!.
* Sergotara rojnama Newroz – hejmar / 118/ – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rabhan Ramadan

Piştî ku kurê wê diranên xwe şoştin û çû ser cihê xwe, wê dengê hûrehûra kûçikekî li ber derî bihîst; hûrehûreke ku jê re ne xerîb bû… Wê bi lez derî vekir da ku kûçika xwe bibîne, ya ku berî çend mehan bi kûçikê cîranan ê hov re reviyabû.. Wê…

Hişmend Şêxo

“Şêst û Neh sal xebat li dijî zordariyê”

Di dawiya sala (1956)an de Sê niştiman perwerên kurd (Osman Sebrî , Ebdilhemîd Derwîş û Hemzê Niwêran) yekem rêxistina rêzanî ya kurdî li Kurdistana Sûriyê bi navê (Partiya Kurdên Demoqratên Sûrî) damezrandin û hêjayî gotinê ye ku rêznama wê ya bingehî bi Zimanê Kurdî bû , û…

Serexoşî bi boneya koçkirina medyakara Kurd Lanaz Kurdo
Di du rojan de, me du medyakarên hêja ji dest dan, doh Helkewt Ezîz, û îro Lanaz Kurdo, em wek Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriye bi dilekî pir bi xem û kovan serexoşiyê pêşkêşî malbata Xwedê jê xweş Lanaz dikin, herweha…

Rojnameya Azadiya Me (Azadîya Me) derdikeve holê di kêliyekê de ku bêdengî nema tê ragirtin, û di serdemekê de ku maskeyên civakî û siyasî zêde dibin û qadên rastiyê her ku diçe tengtir dibin. Ev rojname ne tenê bûyereke medyayî ya asayî ye, lê belavokek helwestê ye, destpêkek rêbazê ye, û…