Bîrhatinek Xemgîn

Reşad Şeref – Swêsra

Em îro 13.3.2016 salvegera yekemîn  wexera dawî ya rojnamevan û serokê sandîkeya rojnamevanên kurdistana sûrî, xwedê jê razî: Ciwan Mîranî bi dilek xemgîn li bîr tînin..
Em îro li pêşberî kesayetiyek kurdistanî radwestin, yê ko jiyana xwe kiribû mûmek jibo serkeftina gelê xwe, feqîr û maldar, rewşenbîr û cotkar, kal û ciwan bê cudahî heskirinek bê hempa ji her kesî re.
Rojekê zikreşî û çavnebarî derbasî dilê wî nebûye û kesek jê aciz nebûye!.

Ev kesayetiya kurdistanî: Elî Şeref di sala 1971 ê li gundê sewêdiyê navçeya dêrikê hatiye dinê, bi navê Ciwan Mîranî hate naskirin weko pêşmerge, rewşenbîr û rojnamevan.
Di salên ciwaniya pêşîde di pazdehsaliya xwede tevlî hêza netewiya kurdî bû, di destpêka serhildana 1991ê hestên wî yên kurdewarî hişt ko di şevek tarî de li ava mezin bide û tevlî hêzên pêşmergeyên kurdistanê bibe û li hemberî leşkerên Sedam ê faşist çekan hilgire.. û dema aramî kete kurdistanê vegeriya herêma dêrikê.
Di sala 2003 an de careke din derbasî başûrê kurdistanê bû û di warê rojnamevaniyê de karkir.
 Di sala 2013 an de, weko serokê sandîkeya rojnamevanê kurdistana Sûrî hate hilbijartin. Xemxwarê merovatiyê û kurdewariyê bû, piştgir û alîkarê penaberên kurd bû, damezrêner û endamê kovara Sewt al axer bû, ji jimara 1 – 522.
Hezar silav li giyanê te be Ciwan Mîranî, te ji nav me barkir, lê bîrhatinek pîroz di dilê mede hişt.

13.3.2016

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rebhan Remedan

Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…

Tengezar Marînî

Silav xwendevano:

Pirr biraderan ji min pirsiyar kirin û di rêka Messenger, WhatsApp û telefonan re, çima tu li Kongirê yekem amade nebûyî?. Birastî ez şerim dikim bibêjim, piştî bêhtir 40sal î ji nivîsînê, biraderekî nenivîskar, telefona min kir û got em te weke mêvan vedixwînin Kongira xwe ya Fiderasiyona nivîskarên Kurdistan li Diaspora دیاسپۆرا….