Şîxadî… Rastî û nasîn Xeleke 4an

Amer Çelik

 
 Rê û şivîlên çaraserê herdem peyde dibin ,dema ku merov daxwazê rastî bê û
bixwaze rêya zanistiyê bişopîne bi ked û xebatê merov digihe mirazê. Me soz dabû
ku em li rastiyê bigerin heta ku em bihêjine wê mirazê, helbet mebeste me rastî
û nasîne Eu`dî(Şêx -Adî) ibin Mûsafir yan jî wekî Êzidî jêre dibêjin Şîxadî .
wek ku me di xeleka 1,2 û 3an de diyar kiriye ku lêkolînvanên Islamî
derwêşiye(Qelender) Şîxadî kirin sedemek ku bibêjin ew merovekî Islam bû ,
helbet we xwend û hate diyar kirin ku ew derwêşiye ku ji bo Islamê bi tenê
dihêlin, piraniyê olan wê derwêşiyê pêk tînin. Ev xalala yekem
bû(Sofîzim-Qelenderî –Derwêşî) em pê gihîştin û em gihîştine wê baweriyê ku
lêkolînên Islamî di gelek rûplên dîrokê de soxtekarî kirine.

Xala duwamîn ewe ku gelek navên şaş û ne durust bi Şîxadî ve girêdane, ta ku bi
sedemê bibêjin ku Şîxadî Şêxekî Islamê bû û piraniyê wan lêkolînvanan wî bi
malbata Emewiyan ve girê didin. Ew nav jî Ev in:
 -Eu´dî ibin Mûsafir Al-Emewî
 -Eu`dî ibin Mûsafir bin Mirwan bin Al.Hekem(Ji pêmayê Emewiyan)
 -Eu`dî ibn Mûsafir bin Îsmahîl bin Mûsa bin Mirwan bin Al-Hesen bin Mirwan
bin Al-Hekem bin Mûsa Al-Şamî
 -Eu`dî bin Mûsafir bin Ahmed .
 Hîn hineke din jî hene, lê ne pêwîstin!….
 Rastiye van navan çi ye ?! Gelo ev nav rastin û ew ji binmala Emewiya ne
?! yan jî,nav wekî nav in, rastin lê ne navên Emewiyan ne ?! Di baweriye min de
kê çi gotibe, çi nav bi wî ve girêdabe jî, bo min wekî merovekî Kurdê Êzidî ne
pêwîste ,ya bo min pêwîst Êzîdî li ser van navan çi dibêjin. Lewma jî me pêwîst
dît ku em ji gelek ilmdarên Êzidiyan bipirsin. Min ji çend ilmdaran pirsîbû û
gotare hêja ilmdar Adnan Xeravay ku her ew dîtin ilmdarên Êzidiya tevaye. Bi
kêmasî yên ku min ji wan pirsî wekî Qewlbêj Şêx Ibrahîm ku paşnavê wî nizanin im
Mixabin..!! Ku dibêjin:
 Êzidî weha dibêjin; Mîr Cafer Dasinî (Cehfer),Êzidî ye ku ji binemalek
Pîranye ye. Piştî Mîr Cehfer xwe dikuje kurê wî Pîr Mem, mîrîtiyê li deşta
Herîrê û Êzidiyęn heręmę dikir. Piştî Pîr Mem, kurê Pîr Mem Mîr Hesin mîrîtiyê
dikir heta ku Şêx-Adî tê Lalişê,. êdî Şîxadî di nav Ęzidiyan de wek serok,
serkêş û rêveber û bervanê Ola Ęzidiyatiyê tê pejirandin., Ango, bi suura Tawisî
Melek tę Qebol kirin(li gora oldaran)wekî merovekî qedir bilind û evra û bi
rûmet tê qebûl kirin.
 
 Têbînî: Pîr Hesin Mem di dîroka(Êzidiyan de gelek caran tê zimane, ji ber
ku ev nav çend bedîlan hatiye cankirin(Bi nav kirin)
 
 Hêja Ilmdar Adnan Xeravayî di gotare xwe dibêje; “Di sala 834, de dema ku
Mîr Caferę Dasinî xwe dikuje, wê demê zulm û zorek gelek xirab hatibû ser
heręmê, di wê demê de gelek Êzidî derbeder û koçber dibin. Ji wan Ęzidiyan hinek
diçin li ciyayę Hekarê akincî dibin ű hin ji wan jî li heręma Belbakę, Lubnanę
akincî û cîwar dibin.” Her weha Êzidî dibêjin “ Li wê heręmê Hakîmekî Emewî bi
navę Merwn ibin Hekem hebû(Herêma Balbek-Lubnan), û ewî Ęzidiyên ku ji ber zulmê
koçber, derbeder bûbûn hineke ji wan xwe li bextę Mîr Merwn digirin û li wê
heręmê jiyana xwe didomînin. ji wan Ęzidiyan “qîzek û xortek” bi hev re
dizewicin û xwedê lawekî dide wan. Ji ber ku Mîr Merwan ew parastbûn, lewma navê
Mîr Merwan li kurê xwe dikin. Êdî, Merwanê Ęzidî jî mezin dibe û dizewice, xwedê
lawekî didę wî navê Hesin li kurę xwe dike. Ji ber ku Hesin di demekê de Mîrę
Ęzidiyan bû, navê mîrê xwe li kurę xwe dikin). Ne weke Ereb dibêjin Al-Hesen, ji
belî Hesin Ereban kiriye Hesen.
 Hesin jî mezin dibe û dizewice, berî ku zarokęn wî çê bibin, bavê wî ji
ber nexweşiyekê ne diyar diçe ber dilovaniya yezdan. Piştî mirina bavê wî, xwedê
lawekî didê, êdî navê bavê xwe cardin radike
 
 Ango, navê wî lawikî datînin Merwan, Merwanê duwyem yę Êzidî ew jî mezin
dibe dizewice, xwedę lawekî didę, navê wî datîne Mûsa, ku Merwan pir ji dîn, Ol
û Oldariyê hesdikir, lewma jî navê Nebî Mûsa li lawę xwe dikir. Mûsa mezin dibe
dizewice xwedê lawekî didê wî , ku ew jî bi heman şêwayî ji dîn û Olę hesdikir,
navê Nebî Îsmahîl li lawê xwe dike. Îsmahîl mezin dibe dizewice, Xwedê lawekî
didę navê wî datîne Mûsafir, Mûsafir jî navê kurê xwe dike Adî wekî oldarên
Êzidiyan dibêjin nisbetî Mala Adiya . Ev Adî di dibîstanan de û li ber destê
hinek ji Şêxê Islamî de zanistiyê û ilm hildigire.Piştî ku bi ilm û zanînê xwe
çekdar dike vediger ware bav-kalan.(Hekarê-Laliş)
 Mîrê Êzidiyan, Mîr Hesin Meman, yan jî em bibêjin Pîr Hesin Meman êdî
serkêş û mîrîtiye Êzidiyan radestî Şîxadî dike.
 
 Me bersiv piraniyê wan zanyarên ola Islamî dabû, lê bi rastî jî bê
çavkaniyê rast û durust bersiv kêm dimîne lema jî me soz dabû ku em di vê xelekê
de(4) li çavkaniyên rast û durust bigerin bi taybetî jindarên dema Şîxadî de
peyde bikin. Heger usa ya gelo ibn Al-Esîr yê ku di dema Şîxadî de jiyaye di
berhemê xwe de,Al-kamil fî Tarîx ( كامل في التاريخ) ku navê Hekarê bi Şîxadî ve
girê dide û dibêje Şêx Adî (Eu`dî) ibn Mûsafir Hekarî … Her weha berêz ibn Seèd
Al-Sem´eanî Al-Eyûb, Şaranî û Al-Sîyotî ku ev tev jî Hekarî paşnavê Şîxadî
dibînin. Çavkaniye ya herî bi qîmet û hêja piştî gerek bi roja em geriyan wê
çavkaniyê ku dilê me pir xweşkir ew jî pêmayê Şêxê hêja qelnderê bi qîmet hevalê
Şêx Adî (Şîxadî) Abidul-Qadir Al-Ceyîlanî. Hêjaye sipasiyê ku ez sipasî
pirtûkxane Al-Cêlanî dikim ku mîrasekî hêja û xwedî qîmet ji bo me parastine, Me
11 pirtûkên bi Şêxê Celîl, Şêx Abidul-Qadir Alceyîlanî peyde kirine ,em ser wan
rûnştin gotin bi gotin çi gotineke li ser Şîxadî hebû me ber çavan re derbas
kir. Bi rastî di pirtûka wî ya Qele`ed Alcewahie( قلاءد الجواهر) gelekî behsa
kermetên Şîxadî û pesnê wî dide û dawiye wê di hevokekê dibêje heger pêxemberî
bi mûcahde bûye yê ku bigirte Şêx Adî ibn Mûsafir Hekarî bûye. Di nas bûn Şîxadî
de,Dibêje ku ew li hekarê hatiye diniyayê. Her weha navê Al –Şamî jî gelek caran
di pirtûkên Al-Ceylanî de tê bahs kirin. Di pirniyê pirtûkên bi Şêx Abidul-Qadir
Al-ceylanî aleqedarin bahsa Şêx Adî lêkolînvan li ser zimanê Şêx Al-Ceylan dikin
wekî pirtûka Behcet Alasrar û Meden Al-Anwar di rûpelê 123an lêkolînvan Şetnûfî
dibêjie ku Şêx umer Al-Sihrûrdî ku ew jî li ser zimanê Şêx Al-Ceyîlanî ku gotiye
Şêx Adî ibn Mûsafir ji dostê min herî nêzîk bû ku li Musilê hatiye diniyayê û li
Mûsilê di sala 557koçî de miriye .
 Paşnavê Hekarî ku gelek lêkolîn vanên hêja wekî ibin Al-Esîr, Al-Sem´e
anî, Al-Sîyotî û Al-Şeranî û xwedê jê razî Şêx Abidul Qadir Al-Ceyîlanî heval û
dest birakê Şêx-Adî ku ev tev Hekarî paşnav ji bo wî dibînin. Ev yek merov li
himberî rastiyekî rawestînê ku ew jî ew ku Şêx Adî kurda, ev yek hemu barav-
rûyavên( احتمالات) ku dibêjin Şêx-Adî derwêşekî Islamî ji mala Emweiyan e pûç
dike.Ya duwamîn ku nayête qebûlkirin û ne jî bawer kirin ku merovekî Ereb ji
jand û endamê eşîreke kurd were hijmarê. Yan jî em weha jî bibêjin ku tu eşîrên
Ereb tunene, ku navê Hekarî bêne nasîn, belê eşîrên Ereb wê demê di wê herêmê de
peye nedibûn. Miletê ku di hekarê de di dema Şêx-Adî de tev Kurdbûn(Êzidî)
,raste ew demek bû ku ola Isalmê derbasî herêmê bûbû û peytexte Êzidxanê (Hekar)
piştî çend sal û mihan bi şerê dijwar Peytexte Êzidxanê Hekar dişkê û dikeve
destê Isalmê, lê eşîrên Kurd yên ku Muslman bûbûn bûne akinciyê herêmê û Ereb
derbasî herêmê nebûn. Lewma jî em dikarin bibêjin ku zimanê miletê Hekarê ji
dema jindariye Şêxê me (Adî) û heta roja Îro zimanê kurdiye û tête gotin ku di
dema Şêx-Adî de 98 ji sedî 98% ji Êzîdxanê nizanîbûn bi zimanê Erebî baxivin,
heger wek ku zanyarên(Islam) dibêjin ku Şêx-Adî derwêşekî ola Islamê bû û bi
aslê xwe ji mala Emewiyan û Ereb bû. Çawa wî rêka xwe û ilmê xwe bi Êzîdxanê
dide fah kirinê….?!!!….Ya rast û ber bi aqil ve ku Şêx-Adî bin Mûafir Hekarî
bi aslê xwe ji kurdên Hekar ê ye(Êzidiyekî ji peytekte Êzîdxanê ye) dema ku
Islam derbasî herêmê bûye û peytexte Êzîdxanê şikestiye malbate Şêx-Adî ji wekî
hezarên Hekariyan wê demê ji herêma Hekarê koçber bûne. Me nemazek din jî li ser
Kurdîtiye Şêxê me Adî heye….
 Çîrokek ji çîrokên ser hatine Şîxadî bo Lalişê ewe ku dema Şîxadî ji Şamê
hatiye Lalişê di rêka xwe de li gundê Al-Derewîş- Derwêşan ku dikev başûrî
çiyayê Meqlûb, li dora 7-10 km ji Başîk û Bahzanê gundê Qewaln dûre. Li gundê
Derwêşan Şîxadî dibe mêvanê dostê xwe Şêx Hesen Ferdowsî ku ji Şêxê Şemsaniyê
ye. Ji çîrok û serpêhatiyê Êzidiyan tê gotin ku Şêx Hesen Ferdowsî bi Erebî yek
gotinê jî nizanî.Çend rojan Şêx-Adî Mêvanê Şêx Hesen dimîne û helbet herdu Şêxan
sûhbete xwe bi kurd dikirin.
 
 Ji dema xelîfeta Emewiyan ve, Êzidî bi Emewiyan û taybetî Êzîd ibin Emewî
û Mewiyan ve hatine tawanbar kirin. Di rûpelê dîrokê de nehatiye dîtin ku
Êzidiyan tevgerek, partîk, dezgehek tevgerekek siyasî yan jîleşkerî ji aliyê
Êzidiyan ve hatiye damizrandin û hevalbendiye Emewiyan kirine!?…
 Wek me di xelekên 2 û 3 de gotibû Şêx-Adî(Şîxadî) ne pexemberê ola
Êzidiyatiyê ye û ne jî nejadekî damezrandinê ye belê ew birêvbir û nûjenê ola
Êzidiyan ne. Raste gelek sembolên Êzidiyatiyê bi nave wî ve hatine girêdan wekî
Mal-Şîxadî(Laliş) Çira- Şîxadî, Tawisa- Şîxadî û her weha gelek navên din jî.

 
 Heta xeleka 5an bimînin dixweşiyê de.
 Amer Çelik Adar 2016 Almaiye amercelik@hotmai.de

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…