Nizar Yosif
Ji kederê
Sancên dirêj
Di demên kurt de
Paşhestên min
Peyama te
di bînahiya melûl de
li ber mijankên kuh danî
Wek heskirina wênegir
Ji lewendiya dîmenan
re
re
Çavên tirsê
ji xwedawenên şoxê
Ji roniyê
Bi lewazî dil dagere
Bi be reben li ber
Sihê
Sihê
Min şiya
Di peyamê de
Ji nazikiyê
Germa perê
Peyvên qelew
Hevokên Tablûyê te
Bi wê tirsê ve kûr bikevimê
Û min nikarî jê birevim
Perdeya esmanan çirand
Ez daketim
Qada bijon
Weko Badefê rijiyam
Li textêşahî
Li Feraşîna şahzadeyê
Bê bawerî hêrsê birim
Li rezê dilê te pekiyam
Xumamê herdu çav girtin
Xew kete berên Pêsîrê
Ez têkbirim
Wê sistiyê hizir livand
Li mereman vegerandim
Li Dara Hejîrê daketim
Hembêzê Kanî vekirin
Perperîkên bengîniyê
Xelekên sîman,,,,
Lê gerandin
Lêvan bi xuhdanê nivîsîn
Dildariyê Agir tezand
dilop mêtin
Xalên çêjtinê
Hejêrên zer rengîn kirin.
31.08.16