Kesyetiyên Kurd û helwest.. Xelek 8.. Felsefeya koletiyê li Rojhilata kevnar.. (serdestek û koleyê laqirdîvan)

Dr.
Ehmed Xelîl
Werger:
Heyder Omer
 
Eve ya jêrîn heyberekî wêjeyî laqirdî ye, sernavê wî “koleyê kenok-kar
e, ji bermayên serdema Kaşî ye, babeta wî jî hevpeyvîneke di navbera
serdestekî û koleyê wî de digere. Nivîsevanê vî heyberî neqenciyên (qerêjî)
rêvebirekî diyar dike; ew rêvebirê ku hem alîkarê xwe, û hem jî gelê xwe ji xwe
re dike kole, û ji şiyanên pûnijiyê û rikberiya avakar bê par dihêle, û ewana
neҫareyî dubarekirina gotinê xwe dike. Ev yeka jî bi hilweşandina kesayetiyê ji
hundirê wê ve, û dagerîna civakê encam dide. Mixabin ev rêbaz hîna di ҫand û
polîtîkayên Rojhilata navîn de heye.

Hevpeyvîna koleyê kenok-kar:
(1)
Serdest: Koleyo! Were vir, û fermana min bi cih bîne!
Kole: Fermo Axayê min!
Serdest (bi coş): Ka erebana min yekser amade bike, ezê biҫim seraya şah.
Kole: Here axayê min here, dê şah bi te şa bibe, û qedra te bilind bike.
Serdest: Na, koleyo na, ez qet naҫim.
Kole: Nere axayê min nere, Heye (belkî) şah te neҫareyî riyeke, ku tu pê nizanî, bike, û heye jî te bi şev û roj biêşîne.
(2)
Serdest: Koleyo! Were vir, û fermana min bi cih bîne.
Kole: Fermo Axayê min!
Sedest: Bilezîn, here avê ji min re bîne, da berî şîvê destên xwe bişûm.
Kole: Şîvê buxe Axayê min, şîvê buxe, şîva durist dil şa dike.
Serdest: Na koleyo na, ez şîva xwe naxum.
Kole: Ez benî şîva xwe nexe, şîva xwe nexe, ҫimkê birҫîbûn xwarinê divê, û tîbûn jî vexwarinê divê. Ev yeka ji bo mêran layiq e.
(3)
Serdest: Koleyo! Were vir, û fermanî bi cih bîne!
Kole: Fermo axayê min! Fermo.
Serdest: bilezîne, here û erbaneya amade bike, da biҫim nîҫirê.
Kole: Here ez benî! Here! Mirovê ku li beyabanan digere, divê zikê xwe dagire, û seyê ku nîҫirê dike, divê li ba wî hestiyan bibîne û bicû, û qijika ku li beyabanan difire, divê hêlîna xwe ava bike, û kerê ku li her derekê dibeze, bi qasî ku dikare, geyayên deştan diҫêre.
Serdest: Na koleyo na! Ez naҫim nîҫirê.
Kole: Nere ez benî, nere! Mirovê ku li beyabanan diger, hişê wî ji dûzan dikeve, û seyê ku nîҫirê dike, didanên wî zû dişkin, û qijika ku li beyabanan difire, hêlîna wê tenê quleke di dîwêr de ye, û kerê dirinde, ku li her derekê dibeze, tenê beyaban cihê wî ne.
(4)
Serdest: Koleyo were vir, û fermanî min bi cih bîne.
Kole: Fermo Axayên min, fermo!
Serdest: Dixwazim şoreşekê biteqînim.
Kole: Biteqîn ez benî biteqîn! Eger tu şoreşekê neteqînî, dê ҫi li ba te  bimîne, da tu li xwe kî? Û kî dê tiştekî bide te, da tu zikê xwe dagirî?
Serdest: Na koleyo na, ez şoreşê nateqînim.
Kole: Şoreşê neteqîn ez benî, neteqîn! Mirovê ku şoreşekê biteqîne, dê bê kuştin, an bê gorandin, an ҫavên wê dê bên derxistin, an jî dê bê girtin û bê avêtin hundir zîndanê.
(5)
Serdest: Koleyo! Were vir, û fermanî min bi cih bîne!
Kole: Fermo ez benî, fermo!
Serdest: Dixwazin hez jinekê bikim.
Kole: Belê hez bike ez benî, hez bike! Mirovê ku hez jinekê bike, bêtebatiyê û xeman ji bîra dike.
Serdest: Na koleyo na, ez hez jinekê nakim.
Kole: Hez neke ez benî, hez neke. Jin bîr e, belê bîr e, ew kortikek e, jin xenҫereke tûj e, qirika mêran dibirre.
(6)
Serdest: Koleyo! Were vir, û fermanî min bi cih bîne!
Kole: Fermo ez benî fermo!
Serdest: Bilez, avê ji min re bîne, da destên xwe bişûm, dixwazin qurbanekê bidim Xweda.
Kole: Bidiyê ez benî bidiyê, Mirovê qurbanekê dide Xwedayê xwe, dilê wî vedihese, û perûyekê bi ser yeke din de ji xwe misoger dike.
Serdest: Na koleyo na, ez qurbanekê nadim Xwedayê xwe!
Kole: Nede ez benî nede! Ji ber ku bi dana qurbanê, tu dê Xwedayê xwe hîn bike, ku tu bi kûva biҫî, dê wek seyekî bide pey te, da ji te bipirse: Êdî ka rêwresmên min pêk bîne. An: Ҫima tu bi xweda yê xwe neşêwirî? Anî jî dê tiştekî din ji te bipirse.
(7)
Serdest: Koleyo! Were vir, û fermanî min bi cih bîne!
Kole: Fermo Axayê min fermo!
Serdest: Dixwazim mal û milkê xwe bi kar bînim.
Kole: Bi kar bîne ezn benî, bi kar bîne. Mirovê ku mal û milkê xwe bi kar tîne, wî diparêze, û qezencan dubare dide ser hev.
Serdest: Na koleyo na, ez mal û milkê xwe bi kar nîn im.
Kole: Mal û milkê xwe bi kar neyîne ez benî, bi kar neyîne! Xebitandina mal û milk, wek hezkirina jinekê baş e, lê vegerandina wî malî, wek dijwariya zayînê dijwar e, malê te dê were xwarin, bê ku lanet ji ser te bêne birrîn, û tuwê qezencên ku te wergirtine jî, wenda bikî. 
(8)
Serdest: Koleyo! Were vir, û fermanî min bi cih bîne!
Kole: Fermo Axayê minfermo!
Serdest: Dixwazim karekî sûdar bo welatê xwe bikim.
Kole: Bike ez benî bike! Mirovê ku karekî sûdar bo welatê xwe bike, qenckarên wî li ba Xweda Merdok tomar dibin.
Serdest: Na koleyo na, ez karekî sûdar bo welatê xwe nakim.
Kole: Neke ez benî, karekî sûdar bo welatê  xwe neke, here nav kavilan bigere, qafên xizanan û dewlendan, ku tev li hev bûne bibîne, tu dê nizanbî kê xêr kiriye, û kê jî şer kiriye.
(9)
Serdest: Koleyo! Were vir, û fermanî min bi cih bîne!
Kole: Fermo Axayê min fermo!
Serdest: Ma kîjan karê layiq e? Ma ew şikandina qirika (gepir) min û ya te ye? An xwe di ҫem werkirine? Ma ev karê layiq e?
Kole: Yê layiq ew e, ku herdu qirikên min û te bên şikandin, û bên avêtin nav ҫem.
serdest: Na koleyo na, pêşî ezê te bikujim û bişînim.
Kole: Belê ez benî, lê di pey min re, tu dê ji sê rojan bêtir nemînî[1].
 
([1])  Gurûpekî daneran: Dîwana El-Esatîr, rû 340-341.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…