PENABERÎ

[Ji çîrokên sînor –3]
(Serpêhatîya her penaberekî kû sînor derbaskirî ye yan jî wê rojekê
derbask ê)
 
Lewend Dalînî

Di paşîya cemseyên leşkerî, ew tevde ber bi Nisêbîn ve
birin…Nisêbîna kû weke wan di bin bandora granîya wê șeva bi çavên melûl li bendey
mêvanê xwey wesîyayî dima? ew șeva ku nema li wan di qedîya? Di dîmahîkê de û di
bin dengê reqe reqa tavên buharê û baranê kû ew tev di șûștin bi dîmahîk dibû?,
ramanên wan jî di wê rewşa bi xezeb de dîsa tevlî hev dibûn, geh șan vedidan
weke tavên berqê û geh jî melûl û mest dibûn û diketin șînek kûr û bê dawî di
bin bandora êşkenc, êş û jana canên wayî bê semax û bê berxwedan kû ber bi pêşerojeke
bê hêvî, tarî û ne zelal ve di meşîn.
Li hewşa tabûrê ew ji hev veqetanfin, zilamê mezin, zarok û pîrek birin bi rexekî ve û xort tev li alîkî hewşê civandin.
Li odeyên ne amadekirî ji bona sivîlan, kal û pîrek û zarok bi cih kirin û xort li wê hewşê hiştin? Geh şipê û geh jî li qelevîska di man heta roj li wan da der, rengên wan weke ên nîv mirîya dibû û hinek ji wan ji kêm qewetî li erdê diketin.
Tevan bi wî halê tengezarî berdewam kirin hetanî piştî nîvro, hinek xwaring dan wan peyre tilîyên wan li kaxezan dan û bi sened kefalê ew berdan,
 
Hemîdo û jina xwe û zarokên xwe kû berê wan li Istanbolê ye xwe dane hev û bi meşê berê xwe dan Termînala Otobosên Nisêbînê. Her qederekî xelk di sekinandin û ji wan di pirsî; tanî camêrekî Nisêbînî xwedî terembêl gote wan werin swarbin va berê min jî li terminal ê ye.
Dilê wî gelekî bi halê wan şewitî û bi dilekî şikestî ji wan re got: Berê we li kû ya? Hemîdo lê vegerand û got em Kurd ê bin xetê ne, berê me li Ewrûpa ye? Ev çend şevê mene di sînor de û niha em ji tabûrê berdane û kuflet gelekî bê mihwar bûye em kesî nasnakin lê xwedakî me heye?
Di neynika terembê a hundir çavê wî li zaroka ket kû nîv mirî li ser mil û kaboka diya xwe, stwên wan xelîyabûn? Keserek ji kûraya dil kişand destê xwe avete berîka xwe çixarak derxist, pêxist û mizek jê kişand weke yekî ku di xwest kû kela dil ê xwe hînik bikê? Û pirsî: Pismam ma van zaroka xwarin xwarîya? Got na?
Li Liqunta termînala Otobîsa xwarin da wan û ji bêrîka xwe bilêtê Istanbûl ê ji Hemîdo û kufletê wî re qut kir weke camêran û bi rengek alîkarî? Spasîya wî kirin xatir bi germî jê xwestin û Ketin ser riya biyanî yê…. Berê xwe dan oxirê û pişta xwe dan felekê.
Zêdey şev û rojekê di rê de man tanî gihiştin Istanbolê? Cara yekemîn e kû Hemîdo bajarekî wilo mezin di bînê û di kursîyê Otobîsê de sehw pêr çêdibê û di bin vê bandorê de hêsirên ziwan ji çavên wî hatin xwarê û wê bi çi rengî vî kufletî bi cih bînê û wan ber bi welatê biyanîyê de bibê û wan bi parêzê, ne bi zimanan zanê û ne jî perê gelk pêre hene û kete mitalan de, lê hîna jî kuflet tevde di xew de ne û kesî hêsirê wî nedîtin.
 
Otobîs li termînala mezin a bajarê Stenbolê rawestîya; Hemîdo kuflet yeko yeko ji xew şiyar kirin û peyabûn, çenteyên xwe ji Otobîs dan hev û li ber dîwarekî rawestîyan û ketin mitala bê ka wê bi kûve herin û mat mayî pûnijîn?
Dîmahîk heye…..
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…