Şer bi tenê DAÎŞ ji nav nabe

Fedwa Derwîş

DAÎŞ, berî ku ew rêxistinek terrorist be ku li herêma me weke penceşêrê belav bûye û
dewleta xwe jî ragihandiye, ew fikir û
îdyolojîyek li welatên erebî û yên islamî xwedî bingeh e.
“Dewleta Îslamî “ DAÎŞ dê têk biçe. Bi şerê top û
tivingan û bi saya dewletên mezin dê têk biçe, çimkî diyar e ku êdî rola wê bi dawî hatiye. Mîna  Al-Qaida
ku berî wê  hatbû pûçkirin. Her wiha bi îradeya hêzên kurd (Pêşmerge li başûr û Yekîneyên
Parastina Gel li rojava), hêzên sereke li
Sûriyê û Îraqê yên ku bi perwerî û
qehremanî şerê DAÎŞê dikin.
Lê, şerê herî mezin û cenga dîrokî ya tê xwestin îro, ragihandina şerekî rewşenbîrî perwerdeyî ye li dijî  fikrê tundrew di nav zarok û ciwanan de de. Pêwîst e çanda merovatî û aştiyê, çanda rengareng li dijî çanda rengê reş û mirinê bê belavkirin, da ku zeviya fikrî ji nû ve bixepêrin û wê ji sîsikên nezanî, tendrewî,rêhişkî, taîfiyê pak bikin.
Artêş bi tena xwe dikarin DAÎŞ wek hêzek leşkerî ji nav bibin, dikarin efser û çeteyên wan bikujin, hebûna wan wek rêxistinek çekdar ku hin bajar û bajarok dagîr kirine, tune bikin û her wiha terora wan ji ser xelkê kuh bikin. Lê ev yek bi tenê ne bes e da ku ev welat werin parastin û carek din nekevin xefka partî û rêxistinên tundrew û tekfîrî, taifî û nijadperist de, rêxistinên ku miletan dibin cihekî tarî êdî xelk nema qenc û xirab, xêr û şer ji hev derdixin. Wê çaxê dikevin  şerê navxweyî, ku kîn, neyarî, dijminatî û tolvedan dibin armanca jiyana wan.
Pêwîst e ku lêvegerînek di naveroka bernameyên xwendinê de çê bibe. Pêwîst e çanda kînê û pîrozkirina mirinê –çi be jêdera wê – bi çanda welatîbûn û mirovtiyê were guhertin û zarokan li dibisanan fêrî rêzgirtina ol, taîfe û netewyên din bikin. Pêwîst e madeyên nû li xwendinê zêde bikin mîna madeya exlaq, mafê mirovan û hezkirina jiyanê.
Pêwîst e kampaniyên medyayî li dijî fikrê tindrew û tekfîrî berdewam werin lidarxistin û ya herî giring ew e ku mizgeft di bin çavdêriya dewletê de bin û tenê bibin cihê nimêjê ne ku cihê xutbeyên siyasî û taîfî bin û çandina dijîtî û nehezkirinê di navbera miletan de belav bikin.
Pêwîstiya civakên me bi hilweşanek rewşenbîrî heye. Ew hewcedarî serrastkirinek olî ne. Divê ev dîroka reş ya xwînî ji çanda me were jinavbirin, da ku em vê qonaxa xwînî derbas bikin û rê li ber bazirganên ol û siyasetê û bazirganên şer bigrin û welatên xwe biparêzin.
Tund û tîjî bi tundiyê tenê têk naçe pêwîst e em li awayên din bigerin, awayên ku rehên terorê ji bingihê de bibirin.    

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…